Bibliothek Bibliothek
Suchen

Kurdipedia ist die grösste Quelle für Informationen


Suchoptionen





Erweiterte Suche      Tastatur


Suchen
Erweiterte Suche
Bibliothek
Kurdische Namen
Chronologie der Ereignisse
Quellen
Geschichte
Benutzer Sammlungen
Aktivitäten
Suche Hilfe?
Kurdipedische Publikationen
Video
Klassifikation
Zufälliger Artikel!
Registrierung der Artikel
Registrierung neuer artikel
Bild senden
Umfrage
Ihre Rückmeldung
Kontakt
Welche Informationen brauchen wir!
Standards
Nutzungsbedingungen
Artikel Qualität
Instrumente (Hilfsmittel)
Über
Kurdipedi Archivare
Artikel über uns!
Fügen Sie Kurdipedia auf Ihre Website hinzu
E-Mail hinzufügen / löschen
Besucherstatistiken
Artikel Statistik
Schriftarten-Wandler
Kalender-Konverter
Rechtschreibkontrolle
Sprachen und Dialekte der Seiten
Tastatur
Lebenslauf Nützliche Links
Kurdipedia extension for Google Chrome
Kekse
Sprachen
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Mein Konto
Anmelden
Mitgliedschaft!
Passwort vergessen!
Suchen Registrierung der Artikel Instrumente (Hilfsmittel) Sprachen Mein Konto
Erweiterte Suche
Bibliothek
Kurdische Namen
Chronologie der Ereignisse
Quellen
Geschichte
Benutzer Sammlungen
Aktivitäten
Suche Hilfe?
Kurdipedische Publikationen
Video
Klassifikation
Zufälliger Artikel!
Registrierung neuer artikel
Bild senden
Umfrage
Ihre Rückmeldung
Kontakt
Welche Informationen brauchen wir!
Standards
Nutzungsbedingungen
Artikel Qualität
Über
Kurdipedi Archivare
Artikel über uns!
Fügen Sie Kurdipedia auf Ihre Website hinzu
E-Mail hinzufügen / löschen
Besucherstatistiken
Artikel Statistik
Schriftarten-Wandler
Kalender-Konverter
Rechtschreibkontrolle
Sprachen und Dialekte der Seiten
Tastatur
Lebenslauf Nützliche Links
Kurdipedia extension for Google Chrome
Kekse
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Anmelden
Mitgliedschaft!
Passwort vergessen!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Über
 Zufälliger Artikel!
 Nutzungsbedingungen
 Kurdipedi Archivare
 Ihre Rückmeldung
 Benutzer Sammlungen
 Chronologie der Ereignisse
 Aktivitäten - Kurdipedia
 Hilfe
Neue Artikel
Bibliothek
Ökologie: Aufstand der Natur
26-05-2024
هەژار کامەلا
Bibliothek
Durch Armenien. Eine Wanderung und der Zug Xenophons bis zum Schwarzen Meere. Eine militär-geographische Studie
18-05-2024
هەژار کامەلا
Bibliothek
Der Kurdische Fürst Mîr Muhammad-î Rawandizî
27-04-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Bibliothek
Themen Aus Der Kurdischen Wortbildung
06-04-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Bibliothek
FREIHEIT FÜR DIE KURDISCHEN POLITISCHEN GEFANGENEN IN DEUTSCHLAND
03-04-2024
هەژار کامەلا
Bibliothek
Der Iran in der internationalen Politik 1939-1948
03-04-2024
هەژار کامەلا
Bibliothek
Die neue Kurdenfrage: Irakisch-Kurdistan und seine Nachbarn
03-04-2024
هەژار کامەلا
Bibliothek
Tausend Tränen, tausend Hoffnungen
03-04-2024
هەژار کامەلا
Bibliothek
Revolution in Rojava
28-03-2024
هەژار کامەلا
Bibliothek
Die türkische Filmindustrie
26-03-2024
هەژار کامەلا
Statistik
Artikel  518,903
Bilder  106,294
PDF-Buch 19,330
verwandte Ordner 97,315
Video 1,399
Bibliothek
Einbruch ins verschlossene ...
Bibliothek
Konflikte mit der kurdische...
Artikel
Als die Guerilla die Mensch...
Bibliothek
Themen Aus Der Kurdischen W...
Bibliothek
Der Kurdische Fürst Mîr Muh...
Sebrî Silêvanî – Ehmedê Huseynî: Şêxê Helbestvanên Kurd
Unsere Informationen sind von und für alle Zeiten und Orte!
Gruppe: Artikel | Artikel Sprache: Kurmancî - Kurdîy Serû
Teilen Sie
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Rangliste Artikel
Ausgezeichnet
Sehr gut
Durchschnitt
Nicht schlecht
Schlecht
Zu meinen Favoriten hinzufügen
Schreiben Sie Ihren Kommentar zu diesem Artikel!
Geschichte des Items
Metadata
RSS
Suche im Google nach Bildern im Zusammenhang mit dem gewählten Artikel!
Googeln Sie das ausgewählte Thema.
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Sebrî Silêvanî – Ehmedê Huseynî

Sebrî Silêvanî – Ehmedê Huseynî
Sebrî Silêvanî – #Ehmedê Huseynî# : Şêxê Helbestvanên Kurd
(( Xwandinek di dîroka civakên mirovayiyê û di diyardeya efrandinê de: Ehmedê Huseynî wek hêma û ezmûneke takekesî.))
“ Tenê di civakê nesaz de, buhayên mezin dibin qurban bo derbirrîn û bûyerên biçûk.” Hîgl.
Efrandin diyardeyeke takekesane ye di civakê de, ast û radeya xwe heye belê ew ast û rade li ser hindek binemayan dimîne: xwendin, lêkolîn, zimanê peyamê, zimanê derbirrînê, awayê pêkhatin an avakirina kesayetiyê, her wisa hewl, zeyn, perwerde û aşinabûn.
Belê, binemayê serekî azadî ye û serbarê azadiyê pêgirî ye jî: pêgirî bi encama milmilanê û nakokiya dêrîn li gel xwezayê di hersê qonaxan de.
Li cihek din ji vê xwendinê ez dê li ser hersê qonaxan birawestim.
Di civakê saz de azadî behane ye ji bo kamneyek buha wek efrandin an dahênanê belê mixabin ku di civakê nesaz de azadî bûye kamne, kamneya herî pîroz li demekê ku pîrozî bêwate dimîne li hember gumanê û pirsiyaran.
Herwesa pêgirî jî, gava ku kamne be hîngê dibe asteng di rêya werarê de belê gava ku behane be hîngê dibe hokarek erênî, kês, bo werarê.
Bo civakî wek damezrîngeh, azadiya rêjedar pêwîst e belê bo takekesê efrîner azadiya berdar û bêpayan pêwîst e(1).
Efrandin diyarde ye û lewaneye ku ji zemanekî bo zemanek din, ji cihekî bo cihek din, tenanet ji kesekî bo kesek din cuda be belê azadî ne diyarde ye û rahînana wê wek maf bi awayên ciyawaz, nabe mehane ku rûber yan endazê wê wek têgeh bihê guherîn belê belkî wek alav û awa û ew jî li gor taybetmendiyên her civakê û zemîneyê ku xwe li ser ava dike.
Hemû civak: civakên saz û yên nesaz, beşên hevtevav in ji civakê mirovayiyê yê kevnar û civakê Kurd jî herwesa lê, ezmûna wî civakê kevnar diselmîne ku derketin ji yasayên akarî encama nepêgiriyê ye, herweha encama wergirtina mafê azadiyê ye û awayên bikarhînanê û niyazên li pey, ji ber ku azadî buhadar e û di civakê saz de, civak bi xwe buhayê wê dide belê di civakê nesaz de takekes buhayê wê dide û tenê weha bandorek nerênî digehe bizava diyardeya efrandinê.
Naxwe, azadî binemayê efrandinê ye belê efrandin binemayê takekesî ye û takekes jî – bingehê berdewamiyê – berhemê wê milmilanê û nakokiya dêrîn e di navbera xwe û xwezayê de.
Ew takekes – mirov – ji kevn de hewl dide ku bi awayên cuda cuda xwe pêşkêş bike û hercar jî bi rûwaletekê, bi zimanekî, bi amrazekê heta ku di akam de digehe astek bilind û ew jî bi karîna damezrandina civakê sivîlan e.
Civaka sivîlan e çawa hat damezrandin?
Civaka sivîlan e li çi dirûwanîne?
Pirsiyarên asan û sakar in ku evro bi bêhtir ji zimanekî dihên wergêrandin û her neteweyek, çandek li gor taybetmendiyên xwe bersivan amade dike bi taybet yên ku demên tengav derbas kirîn û êsta di demên fireh de li asoyên dûrtir û bilindtir dirûwanînin.
Pirsiyar di tengaviyan de peyda dibin belê bersiv di firehiyan de(2).
Lewra, ya qenc ew e ku civaka Kurd tenê pirsiyaran berhev bike çunkî hêj di qonaxa lixwegerînê de ye, werarê dike, hêj bênasname ye, bêyasa û bê sazî ye belê di heman demê de wek amajeya li jor, dimîne beşek hevtevav ji civakê mirovayiyê.
Dîroka civakê mirovayiyê dîrokek dêrîn e û ji sê qonaxên serekî pêk dihê:
1- Qonaxa Xwezayê: di vê qonaxê de yeketiyek sade û sakar di navbera mirov û xwezayê de peyda dibe lê li gel salgarê, di berdewamiyê de, mirov bi espayî di xamoşek karîger de dibuhuje.
Li derveyî memleketa ruhê û dûrî hizr, ziman, xewn û xeyalê, xweristeyê aferîdeyek dengdar bi ser nasnameya wî de digire û li dawiyê kêm ciyawazî di navbera wî û ajel û dar û beran de dimîne bi kêmayî ji aliyê wateyî ve.
Mîna her aferîdeyek din; dixwe, vedixwe, dinive û peresendiyê dike.
Bi rexsarî, bêhewes û bêwaz vediwîne heya ku zêde kehî dibe tenanet li gel diyardeyên xwezayê yên tirsdar jî û weha hevguncandinek sar û nerênî çêdibe û ew hevguncandin bi awayek din wateya xweradestiyê dide.
Li gor bûyer û guhorînên demsalan, herweha li gor pêdawîstiyên qonaxê, bênewa, tenê cestê xwe bi kar dihîne lê giyan û hizr û zimanê xwe feramoş dike lewra giyan, hizr û ziman heya radeyekê dihên pûkandin û mirov reswa û bêçar dimîne.
Ew yeketî û hevguncandin di navbera mirov û xwezayê de, bibû sînorek bilind û qalind di navbera mirovî û zatê wî de û di akam de sinc û saxletên xwe yên taybet ji dest dide.
Û dawî ku lanewaz û derbider dimîne bêqam li ber xwe dikeve; posîde û bêhêvî dibe û bêhemd ji xwe havî dibe: havîbûn derdê herî mezin bû ku mirov di wê qonaxê de bi çavê serê xwe bibîne.
Çarenivîsê wî berziyan û berneman dibû belê ne dizanî penayê bo kê bibe û bêhewl û helmet alaya sipî li beramber xwezayê hilgirt belê xweza, wek desthelatdarê bêhevrrik di demê kês de reftar dike: wê rewşa reswa bo mirovî li ser xwe na pejrîne û rolê perwerdegarî – bo yekem car di dîrokê de – pê radibe û yekem waneya sûdbexş nîşa mirovî – şagirdeyê debeng – dide.
Bi ser hev de hurgumand û dixwaze ji bermayên pêkhateyan hebûnek nû ava bike!
Bi qurbanî û destpêşxerî, bi alavên xwe yên taybet, cextê li ser xilasiya wî dike û ew jî bi bûyera Tofanê di serdemê hezretê Nohî de, li qonaxa dûyê.
2- Qonaxa Tofanê: qonaxa dûyê ye ji temenê milmilanê û nakokiya domdirêj û tê de ew yeketiya sade û sakar bi bûyerek sertaserî – Tofan – têk diçe.
Bi niyazdarî, xwezayê sext pirs û niyara mirovî dike tevn û rêsandinê, wek kardarî, bo wî bi xwe dihêle bi hêviya ku mifayî ji waneyê werbigire lê, çawa?
Bûyer ji aliyê ayinî û metolojî ve siza bû bo tawan û sîkarên mirovî belê ji aliyê felsefî û dîrokî ve berpalî û çaresazî bû egerçî bi awayek nerahatî.
Rast e ku mirov wek hebûn û gewher li destpêkê dorand û ziyanek mezin gehiya wî lê belê li dumahiyê hêz û tiwanayên xwe yên nepenî derxistin û bûyera tofanê bû dûrêyana temen û bizava wî wek ademîzadê bijarde.
Bûyer bi tundî hestên wî dicolîne û han dide ku hizr û ramana xwe bi kar bihîne û pirsiyaran durist bike. Hewl dide ku yêdî ji dil serederiyê li gel barûdox û dorhêlî bike û rewşê bi awayek nû bihelsengîne ew jî bi berawirdiya encaman li gel merem û awatên xwe yên nû.
Giraniya bûyerê û wêraniya êwirgehê, herwesa derizîna bûneweriyê û kêmayiya berheviyê, tev wî pal didin ku sewdayê xwe, xeyala xwe, bi kar bihîne da ku bikare ezmûn û bûyerê wek pêdivî têbigehe û sedemên wê bi wateyên kûrtir ji qeza û qederê analîz bike û evca şêweyên serederiyê û amrazên çaksaziyê li gor bivebirre.
3-Qonaxa Serketinê: di vê qonaxê de, qonaxa sêyê û dawiyê, mirov neçar radipere û di encam de serketina xwe, berwext, diselmîne.
Wek pêkhate ji giyan û sewda, cih û payeyê xwe dabîn dike û nimûdariya xwe li ser hemû cûnên aferîdeyên din diçespîne. Dixwaze wek dîrok bi şanazî bo berebavên dûvhatî biragehîne lê, çawa û bi kîjan zimanî?
Ev qonax, qonaxa bilindbûna giyanî û saziya hizrê ye(3).
Venasîna mirovî bo alûzî û dorandina wî li hember xwezayê aloz bi serê xwe destpêkek bû: destpêka yaxîbûn û serhildanê berev qonaxek nû.
Werar û peresendiya cîhana wî, zimanê amajeyan li bal wî durist dike û hizra wî berela dike û evca hizr bi xwe di asoyên berfireh de bisteh dibe û hemû hişeyên din: bînahî, bihîstin, hest û bêhn, li pey xwe dihêle û hindek hevsoziyê qazanc dike.
Hizr dibe sermaye û çekê herî buhagiran ji bo xweparastinê li bal mirovî lê, xuya ye ku ew çekê ku mirovî tenê yek carê pêwîstî pê hebe gerek e bi dirêjiya temenî peyda kiribe(4).
Hizr weha berdewam dike heta ku hevrrikiya giyanî jî dike. Li gel zengilê metirsiyê, giyan helwîst û reftarê kêrhatî vedibirre: ji bo ku cihê xwe mukum bike, hewl dide ku serî ji hizrê bistîne lê, çawa?
Bi rêya bestina hevpeymaniyê di navbera bawerî û gumanê de û bi hevkariya aliyê sêyê belê aliyê sêyê kî ye?
Ji bo ku giyan hindek hevsengiyê peyda bike aliyê sêyê pêdivî ye!
Hizr dikare peyamê pêk bihîne belê kî dikare wê peyamê derbibirre û biragehîne?
Peyama serketina mirovî li ser xwezayê.
Eger hizr pêkhînerê peyamê be, nexwe, ziman derbirrîner û ragehînerê wê peyamê ye, lew, giyan aliyê sêyê saz dike û ew jî ziman e û weha hizrê li bal hindek sînorên taybet radiwestîne, wek sînorên xwezayê(5).
Giyan dixwaze bi rêya zimanî biragehîne ku bûyer bêhtir bi nepeniyan ve girêdayî ye û tek derwaze bo yê nepenî giyan e, bûye, bi awayek maqûl û rewa xwe dide niyasîn û bi ser hizrê û zimanî de zal dibe heta ku digehe pileya herî bilind belê di heman demî de, bi emekdarî, kêr herdûyan dihê: hizrê nû dike û zimanî jî rewan dike.
Li dawiyê giyan seng û heybeta mirovî – aferîdeyê dengdar – bo vedigerîne û rûyê wî sipî dike dawî ku wî bi xwe bi nezanîn reş kirî û wesa, mirov berdewam dibe û dîroka xwe bi diyardeyên efrandin û dahênanê dewlemend dike bi taybet di bîndariya pêdiviyên civakê mirovayiyê de wek : huner, wêje, mûzîk, zanist û werziş û hd..
Lewane ye ku têbînî yan têrûwan li nik xwendevanî çêbibe û ji xwe bipirse : erê ev nivîsar li ser dîroka civakê mirovayiyê ye yan li ser diyardeya efrandinê ye yan jî li ser Şêx Ehmedê Huseynî ye ?
Mafê xwendevan heye vê pirsiyarê araste bike ji ber ku ne ji valayiyê hatiye.
Serbasê nivîsarê wek ku xuya Şêx Ehmedê Huseynî ye wek helbestvan û ezmûnek takekesane belê ew ezmûn bi xwe diyarde ye di cîhana me ya kêm efrandin de. Ezmûnek berfireh û têr û tesel e ji ber ku : wêjeyî, sosyolojî, roşnayî, felsefî û perwerdeyî ye, lewma ez neçar bûm ku bi hûrayî û razdarî amajeyê bo derperrîna seretayî bikim û herwesa destpêka efrandinê û peywendiya wê li gel giyan û hizr û zimanê mirovî.
Ez bawer dikim ku sanehî ye ku ez nivîsarekê li ser Xanî, Cizîrî, Nalî yan Mewlewî amade bikim ji ber pirraniya jêder û çavkaniyan belê ne sanehî ye ku ez nivîsarekê li ser Şêx Ehmedê Huseynî, Bextiyar Elî, E. Pêşêw, Ş. Bêkes, T. Marînî yan Bilind Mihemed, amade bikim ji ber nebûn yan kêmayiya jêder û çavkaniyan û ew jî daxek mezin e lê nahê wê wateyê ku li rojgarekê ezmûnên wan yên takekesane di biyavê wêjeyê de li dibistanan wek peyrrew nehên xwandin.
Ez dê tenê li ser biyavê wêjeyê bisekinim û ji wêjeyê jî tenê li ser helbestê çunkî helbest dê min berev giyan û hizr û zimanî ve bibe û evca wek pir, dê min derbasî cîhana Şêx Ehmedê Huseynî bike û li êstgeha bendemana wî.. ez û giyan û hizr û ziman wek hogir û demsaz di karwanek mereqdar de li wî yê nepenî bigerin..
Şêxê Huseynî ye Ehmed e
Car çiya ye û bilind e
Rêya wî dûr e
Car derya ye û sehend e
Kûr kûr e.
Ez newêrim bilezînim ji ber ku mirovê helbestvan samdar e û cîhana wî nepenî ye lewra mafê min heye ku ez, bi espayî, berev derwazeyê cîhana wî biçim, berev raz û gewherî, berev ruh û hizr û ziman, berev mirovayiya bedew, berev mihraba helbestvanê mirov û şayiste biçim û bi yadê we silava helbestê araste bikim.
Katê ku ez wek xwendevan, Şêx Ehmedê huseynî dixwînim û wek nivîskar jî wî dinivîsim, bêhemd, di sêlayê mukum de ku ji ruh, hizr û ziman pêk dihê ez xwe dibînim. Bûye, min bi awayek hewes dest pê kir û temen û rayelê hersê layan bi rûdan û qonaxên cuda cuda li bîr hanîn.
Şêx Ehmedê Huseynî jî wek hindek helbestvanên hevkat û hevast, bizava kêlîka demî dirûwanîne û hewl dide ku li vê salgara tengav birrek pirsiyarên çarenivîsî derbarey gewher û kamneya hebûnê biwirûjîne bêyî ku li bendî bersivan bimîne ji ber ku wek helbestvan: bersiv ne karê wî ye belê pirsiyar sermafê wî ye.
Hemû tuxmên wêjeyê bi taybet helbest û romanê, heya radeyekê û bi şêweyek yekser, peywendî li gel peresendî û werara giştî heye wek: civakî, perwerdeyî, aborî û tenanet siyasî:
Peresendî x werar = efrandin
Reswabûn x astê nizim = pûkandin
Seqamgêrî û tenahî x tebat û kar = nûbîn û nûbûn.
Lewra jî ku hatiye gotin: her civakek bi pirs û pirsiyarên xwe ye.
Her civakek bi pirs û pirsiyarên xwe dihê naskirin.
Kes nikare nikûliyê bike ku civakê mirovayiyê pêş ketiye û dahênan bi awayek rojane berdewam dike belê hêj nikariye tenahî û asûdeyiyê bo mirovî dabîn bike bi taybet bo mirovê asan: yê dawênkar û nalebar.
Pirsiyar: Ji ber çi?
Renge ji ber ku ew pêşketin û dahênan bêhtir di barê teknolojiya û zanist û rêkxistinê de ye û renge jî no! Lê, bersiv ne giring e bi qasî giringiya pirsiyarê.
Ew mirovê asan û bênewa, binistira komelgehê mirovayiyê, pêkhate ye ji: ruh, hizr, ziman û herweha hest û derûn û hd.. .
Lew, aferîdeyek taybet e belê bidaxe ku li gel rojaneyê cîhanbûnê ew pêkhate hêdî hêdî ji hev vediqete.
Wek hebûnek jî risteyek dirêj ji pirsiyaran derbarey firzende û gewherê xwe hildigire û her pirsiyarek mîna xelekekê mukum û daxistî ye û heya niha hêj ne hatine qetandin. Ew pirsiyar bêhtir bi cîhana mîtafîzîkî ve girêdayî ne. Wolter bi rengek nerênî, li catê bersivê, amajeyê dike û Sarter jî bi reşbînî werdigêre belê heya niha ev pirsiyar hêj li bersivan digerin lê ne di çarçoveyê ayîn û felsefeyê de ji ber ku nikarîne û hergîz nikarin bersivan peyda bikin çunkî pirsiyarên azad in û sinorên xweza û sewdayê mirovî derbas dikin belê, tenê giyan azad e û li bal sînorên xweza û sewdayê mirovî na raweste.
Giyan zagehê wêjeyê ye û wêje jî efrandin e û tenê di wêjeyê de bersiv bo wan pirsiyaran peyda dibin (6).
Giyan nepenî ye belê peyam û zimanê xwe heye û ji biyavê wêjeyê hemûyê ew ziman tenê di helbestê de heye. Tenê helbest dikare mirovî rûberî yê nepenî bike belê bi merc ku mirov wê peyamê û wî zimanî têbigehe. Giyan dergehê gerdûnê ye û helbest kilîta wî dergehî ye.
Ji kevn de, ji serdemê Loncînos û heya ku digehe Destoviskî û Sarter Û Kamoyî, di wêje û felsefeyê de bi analîz diselmînin ku giyan wargehê efrandinê ye û ne sewda herwek hindek kesayetiyên Ipstmolojî dihizrînin.
Bizav an livîn zimanê cestê mirovî ye.
Nalîn û pelefirtîn zimanê derûna mirovî ye.
Lê, zimanê ruha mirovî?
Zimanê ruhê ne tinê wateyî ye û ne jî tinê dîmenî ye belê belkî wateyî-dîmenî ye lewra berfireh û bêdad e belê di heman dem de zehmet û aloz e:
Ziman = wate : ( Pûkandin) , ( Buhujandin) , ( Bejna Azad zirav e).
Ziman = dîmen : (Lûlav), (Firrîn) , ( Bejna agir bilind e).
Di zimanî de hêza nepeniyê ruhê û rewaniya hizrê diyar dibe û ew ziman bi wate û dîmenî di helbestê de rasteqîniya saxletê diçespîne.
Ez bawer dikim ku sêlayê mukum: giyan, hizr û ziman, pêkhateyê serekî ye di helbesta Şêx Ehmedê Huseynî de:
˝ Min ne dizanî ku ez dê ewqas bêriya gorristana bajêrî bikim. Eger li roja pêncşembê tu çûyî seredana dayika min, kêstekên li dora gorrê bigivêşe da ku nalîna min bihê vejandin.
Demê ku tu ji gorristanê vedigerî, tu rêya xwe bi kolana me biêxe: li ser dergehê hewşê, çavên min daleqandî ne, wan biramûse da ku zuha nebin.. tika dikim.˝
Cest di gorristanê de dadirize belê ruh dûr e û bêriyê dike. Ew kîlîka demê seredanê reqîb e û ew kêstek şahid in li ser amadebûna ruhê bo gorrê dayikê.
Ma ne tinê ruh û derûn dinalîne?
Herdû çavên kê ne li ser dergehê hewşê daleqandî ?
Ew (kesek) zindî ye weha dipeyive, ne di bin axê de ye û tinê ruh zindî û azad e.
Gelek pirs û niyar hene ku dikarin wek alav ji bo zimanî bi kar bihên wek: Nivîsar, peyam, gotar, pexşan, tenanet roman jî belê helbest no ji ber ku helbest cuda ye û gerek e ziman bi xwe alavek be ji alavên helbestê ji ber ku helbest wek derbirrîn, ciwanî û hizr, zimanek serbixwe ye û dikare her zimanek din di nav xwe de bibuhujîne.
Helbest ne tinê zimanê giyan û xeyalgehê ye belê destpêk e jî herwek Baxtîn amajeyê bo dike:(( Ziman ji amajeyan pêk dihê, amaje nimayişe û nimayiş wêneyan dide. Di navbera dû kesan de, ew wêne hizrekê, ramanekê, pirsiyarekê pêk dihîne!)) Lewra, pêwîst e ku helbestvan xwedî be û berî hertiştî xwedî ziman be. Gerek e berpirsiyariyên xwe bipejrîne û bê kêmasî belê ya ji hemûyê giringtir gerek e azad be tenanet gava ku dinivîse jî.
Ziman alavek sereke ye ji bo encamdana her karekê, nexasime karê wêjeyî.
Pirsiyar : kîjan in karînên wî zimanî?
Ziman bi xwe nikare gelekê bike eger hat û berawirdî helbestê bikin belê helbest bi wî zimanî dikare gelekê bike û herwek Haydîger dibêje: (( Helbest dikare çendîn welatên azad ava bike, çendîn yarên bedew peyda bike, dikare jiyanek nû dest pê bike..))
Ango, hêza helbestê di wir de ye belê hêza ziman di helbestê de ye.
Binêre Şêx Ehmedê Huseynî çawa vê yekê teqez dike:
˝ Toreya ku min ji henaseya berbangê
ji bo masiyên çavên te,
amade kiribû
li masiyên mirî digeriya
bê suwar, wek hespê xalê min,
li min vedigeriya.˝
Yan jî:
˝ êş
dê bixwaze ey pinpinîka min:
Rengê gulê?
Bêhna gulê?
Dengê gulê?
Têhna gulê?
Na.. na, keskesora kulê!”
Helbesta Şêxê Huseynî berev felsefeyê naçe lewra ku li çi cih û zimanan na raweste çunkî felsefe belge û beyankan dixwaze û li ser lojîk xwe ava dike û tinê bo îro dihê nivîsandin belê helbest no, herweha helbesta Şêxê Huseynî.
Destoiskî dibêje: Ruha me nesax e!
Şêxê Huseynî berî me hest bi wê nesaxiyê dike lewra gotina wî bi zimanê kurdî dûbare dike belê mirovî bêhtir diêşîne : ruha me şiketî ye !
Nesaxî cuda ye ji şikestinê çunkî nesaxî dikare çareser bibe belê şikestin ne li her demî dicebire.
Helbesta Şêxê Huseynî bi asoyên berîn, xeyalgeha bêendaz, zimanê jandar, hestên pakîzan û pirsiyarên mereqdar dikare bandorê li ser astê hizra xwandevanî bike û her ev e daxwaz ji karê wêjeyî yê berdar herwek Bilîxanov dibêje.
Dawî ku wî nasnameya xwe wek helbestvan çespandî, niha bûye derbirrîner bo gewherê hebûnê û dikare nasnameyê bide yên din jî. Dikare deng û rengî bide her tiştî, dar, ber, av, ba û agirî. Hêza wî di xeyal û zimanî de ye : dikare bi zimanek rehwan û asan derbirrînên herî zehmet peyda bike û herwesa zimanê wergêra ruhê jî, ku bi sayeya wî zimanî astê yê penî û yê nepenî bide xuyakirin û wek silava rêbarekê hindek pirsiyarên arhîner araste bike.
Mijara yê penî û yê nepenî di jiyanê de gelek giring e bo helbestvanî, bi taybet yê nepenî û ev bo Şêxê Huseynî jî weha giring e demê ku dibêje:
˝ Xwe amade bike, rêkên nevegerê bi şara xwe ya mûsilî bixemlîne
û navên me li ser eniya berbangê bi ximava oxirê binivîse
Xwe bilorîne û xwe bihavêje bîra şevistanê
da ku Girê Mozan pêşwaziya darbesta baranê bike
Xwe amade bike, da nîsanokên gerdena te sîha ramûsana min derbas bikin
xwe amade bike,
da babelîsokên serberdayî yên ferhenga te,
bêhnçikandina min ji kêferata mirinê nas bikin.”
Rabînî pirr zehmet e bo mirovê asan belê bo mirovê helbestvan pêgirî û berpirsiyarî ye ji ber ku ast û nasname û rastiya wî diselmîne. Heya ku bikare bibe rabîner, pêwîst e ku gumandar û azad be lewma ku Şêxê Huseynî jî bi guman û azadî hewl dide kêferata mirinê ji bêhnçikandinê rabibîne.
Gelek helbestvan hene ku basa pirs û niyarên cuda dikin bo nimûne: Ruh, jiyan, mirin, evîn, agir, hebûn û nebûn herweha welat û azadî û nasname lê mixabin tinê li ser hebûn yan nebûna wan pirs û mijaran disekinin belê kêm helbestvan hene ku li ser wate û pêkhate û gewherî bisekinin herwek Şêxê Huseynî katê ku basa dûriyê dike:
˝ Biyanî av e
axîna te derya ye
kolana şerpeze
ez dê vê carê xwe bihavêjim sîtava te
mîna lehiya kor..
nehişî,
wek leşkerê bê gorr.. ”
Yan jî wextê ku basê Amûdê dike:
˝ Her sibeh
me gulên te yên zikmakî
me rêkên evînê û dilpakî
bi xunava bêrîkirinê diparast..
dergehên bi navnîşanên şînê
di axîna te de
peşkên barana sersar û dîn,
û me xewrevîn bi ebrûya hêviya sitewr dialîst..
em çûn xwê.. dara tûyê di tozê de ma
em di sîngê te de ji girî lal bûn
lê, tu mayî zengil
û temaşevana dilrast..!”
Li gor gotina Homîrosî derbarey pirsiyar û bersivan di demên fireh û tengav de, ka em rewşa xwe, dorhêlê xwe bihelsengînin da bizanin ka tengavî yan firehî ye. Kêmbûna arastekirina pirsiyaran di karên wêjeyî de, nahê wê wateyê ku firehî ye belê bi berûvajî, enceq tengavî ye û kesê ku bixwaze rûberî pirsiyaran bibe bila helbesta Kurdî ya nûjen bixwîne û wek mînak helbesta Şêxê Ehmedê Huseynî.
Belê, pêwîst nake li bersivan bigere çunkî bersiv tinê li firehiyan peyda dibin.
Silava li helbesta Kurdî, li sercem helbestvanên Kurd, li şêxê helbestvanên Kurd Ehmedê Huseynî.
Silav li ruha wî ya şikestî di direngmayîna me de, di buhujîna me de, di lixwegerîna me de.
Silav li zimanê wî yê birîndar ji birîna mirovayiyê di nav me de.
Silav li hizra wî ya azad, silav li wî yê hestyar û evîndar.
Dawî
=KTML_Bold=Jêder :=KTML_End=
1- Dîwan ( Berhemên giştî yên Şêx Ehmedê Huseynî)
2- Felsefe û Modêrnîzim – Hîgl : Rêbîn.I.Resûl
3- Daxistana Min – Resûl Hemzetov
(1) Sipînotza.
(2) Homîros.
(3) Hîgl.
(4) R. Hemzetov ji pirtûka Daxistana Min.
(5) Felsefe û Modêrnîzim. Rêbîn. I. Resûl
(6) Mîlan Kondêra.[1]
Dieser Artikel wurde in (Kurmancî - Kurdîy Serû) Sprache geschrieben wurde, klicken Sie auf das Symbol , um die Artikel in der Originalsprache zu öffnen!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Dieser Artikel wurde bereits 489 mal angesehen
HashTag
Quellen
[1] Website | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://rojava.net/ - 09-07-2023
Verlinkte Artikel: 7
Gruppe: Artikel
Artikel Sprache: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 00-00-2023 (1 Jahr)
Art der Veröffentlichung: Born-digital
Dokumenttyp: Ursprache
Inhaltskategorie: Literarische
Inhaltskategorie: Artikel und Interviews
Inhaltskategorie: Poesie
Provinz: Kurdistan
Technische Metadaten
Artikel Qualität: 99%
99%
Hinzugefügt von ( ئاراس حسۆ ) am 09-07-2023
Dieser Artikel wurde überprüft und veröffentlicht von ( سارا ک ) auf 13-07-2023
Dieser Artikel wurde kürzlich von ( سارا ک ) am 13-07-2023 aktualisiert
URL
Dieser Artikel ist gemäss Kurdipedia noch nicht finalisiert
Dieser Artikel wurde bereits 489 mal angesehen
Verknüpfte Datei - Version
Typ Version Ersteller
Foto-Datei 1.0.151 KB 09-07-2023 ئاراس حسۆئـ.ح.
Kurdipedia ist die grösste Quelle für Informationen
Bibliothek
Der Kurdische Fürst Mîr Muhammad-î Rawandizî
Biografie
Mely Kiyak
Biografie
Kenan Engin
Biografie
Halil Öztoprak (Xalil Alxas)
Biografie
Fevzi Özmen
Bibliothek
Themen Aus Der Kurdischen Wortbildung
Biografie
Sebahat Tuncel
Biografie
Cahit Sıtkı Tarancı
Artikel
Von 1992 bis heute: „Die PDK greift von hinten an“
Biografie
Leyla Îmret
Artikel
Urteile im Kobanê-Verfahren gesprochen
Artikel
Kobanê-Verfahren: DEM kündigt Gerechtigkeitswachen an
Artikel
Aufstandsversuche an der Oberfläche: Das Unternehmen “Mammut” (Irak) von 1943
Bibliothek
Durch Armenien. Eine Wanderung und der Zug Xenophons bis zum Schwarzen Meere. Eine militär-geographische Studie
Biografie
Dilan Yeşilgöz
Bibliothek
Ökologie: Aufstand der Natur
Biografie
Ismail Küpeli
Biografie
Saya Ahmad
Bibliothek
FREIHEIT FÜR DIE KURDISCHEN POLITISCHEN GEFANGENEN IN DEUTSCHLAND
Artikel
Pteridophyta und Anthophyta aus Mesopotamien und Kurdistan sowie Syrien und Prinkipo

Actual
Bibliothek
Einbruch ins verschlossene Kurdistan
24-10-2011
هاوڕێ باخەوان
Einbruch ins verschlossene Kurdistan
Bibliothek
Konflikte mit der kurdischen Sprache in der Türkei
11-06-2023
هەژار کامەلا
Konflikte mit der kurdischen Sprache in der Türkei
Artikel
Als die Guerilla die Menschen in Şengal beschützte
01-08-2023
هەژار کامەلا
Als die Guerilla die Menschen in Şengal beschützte
Bibliothek
Themen Aus Der Kurdischen Wortbildung
06-04-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Themen Aus Der Kurdischen Wortbildung
Bibliothek
Der Kurdische Fürst Mîr Muhammad-î Rawandizî
27-04-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Der Kurdische Fürst Mîr Muhammad-î Rawandizî
Neue Artikel
Bibliothek
Ökologie: Aufstand der Natur
26-05-2024
هەژار کامەلا
Bibliothek
Durch Armenien. Eine Wanderung und der Zug Xenophons bis zum Schwarzen Meere. Eine militär-geographische Studie
18-05-2024
هەژار کامەلا
Bibliothek
Der Kurdische Fürst Mîr Muhammad-î Rawandizî
27-04-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Bibliothek
Themen Aus Der Kurdischen Wortbildung
06-04-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Bibliothek
FREIHEIT FÜR DIE KURDISCHEN POLITISCHEN GEFANGENEN IN DEUTSCHLAND
03-04-2024
هەژار کامەلا
Bibliothek
Der Iran in der internationalen Politik 1939-1948
03-04-2024
هەژار کامەلا
Bibliothek
Die neue Kurdenfrage: Irakisch-Kurdistan und seine Nachbarn
03-04-2024
هەژار کامەلا
Bibliothek
Tausend Tränen, tausend Hoffnungen
03-04-2024
هەژار کامەلا
Bibliothek
Revolution in Rojava
28-03-2024
هەژار کامەلا
Bibliothek
Die türkische Filmindustrie
26-03-2024
هەژار کامەلا
Statistik
Artikel  518,903
Bilder  106,294
PDF-Buch 19,330
verwandte Ordner 97,315
Video 1,399
Kurdipedia ist die grösste Quelle für Informationen
Bibliothek
Der Kurdische Fürst Mîr Muhammad-î Rawandizî
Biografie
Mely Kiyak
Biografie
Kenan Engin
Biografie
Halil Öztoprak (Xalil Alxas)
Biografie
Fevzi Özmen
Bibliothek
Themen Aus Der Kurdischen Wortbildung
Biografie
Sebahat Tuncel
Biografie
Cahit Sıtkı Tarancı
Artikel
Von 1992 bis heute: „Die PDK greift von hinten an“
Biografie
Leyla Îmret
Artikel
Urteile im Kobanê-Verfahren gesprochen
Artikel
Kobanê-Verfahren: DEM kündigt Gerechtigkeitswachen an
Artikel
Aufstandsversuche an der Oberfläche: Das Unternehmen “Mammut” (Irak) von 1943
Bibliothek
Durch Armenien. Eine Wanderung und der Zug Xenophons bis zum Schwarzen Meere. Eine militär-geographische Studie
Biografie
Dilan Yeşilgöz
Bibliothek
Ökologie: Aufstand der Natur
Biografie
Ismail Küpeli
Biografie
Saya Ahmad
Bibliothek
FREIHEIT FÜR DIE KURDISCHEN POLITISCHEN GEFANGENEN IN DEUTSCHLAND
Artikel
Pteridophyta und Anthophyta aus Mesopotamien und Kurdistan sowie Syrien und Prinkipo

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| Kontakt | CSS3 | HTML5

| Generationszeit Seite: 0.438 Sekunde(n)!