=KTML_Bold=′Da ku komkujiyên Lozanê dubare nebin hevgirtî bin′=KTML_End=
Jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku ji bo dubarenebûna qirkirin û komkujiyên li dijî wan çêbûne, divê hevgirtî bin.
Duh, ji aliyê Kongra Star, Meclisa Jinan a PYD′ê û Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê, Komxebata Jinan a li ser asta Rojhilata Navîn a bi dirûşma Em bi hêz û hevgirtina jinan parçekirin û qirkirina gelan a Lozanê têk bibin hate lidarxistin.
Di komxebatê îşaret bi komkujî û qirkirinên di sedsala 19′an û çareyeka sedsala 20′an de, her wiha peymanên li dijî gelê herêmê û bandorên Peymana Lozanê hate kirin.
Seroka Yekitiya Jinên Ermen Anahît Qesêban têkildarî mijarê axivî û wiha got: Ji bo xurtkirina vîna jinan li hember peymanên parçekirina herêmê mîna Lozanê, jinên ji pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di komxebatê de beşdar bûn.
Anahît wiha domand: Pêkhateya Ermen li dijî qirkirinên li ser tevahî pêkhateyên herêmê çêbûne disekine û tevahî tevgerên jinan ji bo ev komkujî dubare nebin, hevgirtî ne.
ind Daristanî ya ji pêkhateya Çeçen jî wiha got: Bandora Peymana Lozanê li ser Çeçenan û hemû pêkhateyên herêmê mezin bû. Armanc ew bû nansname û çand werin çewisandin.
Hind diyar kir ku dê jinên Çeçen ji bo ev komkujiyên di encama Peymana Lozanê de çêbûne dubare nebin, hevgirtî bin. Her wiha li hember parçekirina herêmê, koçberkirina şênî û qirkirina wan bisekinin.
Hediye Şemo jî ya ji pêkhateya êzidî anî ziman ku li ser pêkhateya êzidî Peymana Lozanê xwedî bandoreke mezin bû. Ji ber ku qirkirina yekemîn a li dijî wan çêbûye bi destê Dewleta Osmanî bû û heta ya dawiyê jî bi destê dewleta Tirk bû.
Hediye bang li tevahî pêkhateyan kir ku ji bo ku senaryoyên Peymana Lozanê li dijî gelê herêmê dubare nebin, hevgirtî bin.[1]
Kurdipedia ist nicht verantwortlich für den Inhalt dieser Aufnahme, sondern der Eigentümer. Gespeichert für Archivzwecke.
Dieser Artikel wurde in (Kurmancî) Sprache geschrieben wurde, klicken Sie auf das Symbol
, um die Artikel in der Originalsprache zu öffnen!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Dieser Artikel wurde bereits 1,816 mal angesehen
Schreiben Sie Ihren Kommentar zu diesem Artikel!