Nav:MAHABAD FELAT ARDA
Dîroka jidayîkbûnê: 1966
Cihê jidayîkbûnê: Navçeya Farqînê ya Amedê
=KTML_Bold=Jîname: MAHABAD FELAT ARDA KÎ YE?=KTML_End=
Di sala 1966’an de, li navçeya Farqînê ya Amedê ji dayîk bû. Xwendina xwe ya seretayî, û lîse li Farqînê kir. Di navbera salên 1991 û 1992’an de di avakirina Komeleya Mafên Mirovan a Mersînê û rêveberiya komeleyê de cî girt. Di sala 1992’yan de, li Stenbolê alîkariya rojnameya Welat kir. Bi navê Salar Amedî hin nivîs nivîsandin. Li dawiya hemen salê de derkete Ewrûpayê. Di navbera salên 1995-1997 an de, li MED-TV’yê kar kir. Di rêveberiya televizyonê de cî girt, nûçeyên Kurdî amede û pêşkêş kir. Bi navê Mahabad Amedî ji rojnameya Özgür Politikay3e re nivîsên bi Tirkî, caran nivîsên bi kurdî ji bo rojnameya Axîna Welat a li Sovyeta Berê nivîsand.
Ji sala 1999’an ve ye li Swêdê, li bajarê Stockholmê dijî.
Mahabad Felat Arda edîtoriya malpera www.amidakurd.com’ê dike. Her wiha tevî damezirana komeleyeki bi navê Komeleya Perwerdeyî. Wêjeyî, Çandî û Hunerî ya Kurd (PERKURD) bûye û salan serokatiya vê komeleyê jî kiriye.
#Zagros û Zerdeşt# romana Arda ya pêşîn e. [1]
Dieser Artikel wurde in (Kurmancî - Kurdîy Serû) Sprache geschrieben wurde, klicken Sie auf das Symbol
![](https://www.kurdipedia.org/images/flags/ku.png)
, um die Artikel in der Originalsprache zu öffnen!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
![](https://www.kurdipedia.org/images/flags/ku.png)
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Dieser Artikel wurde bereits 907 mal angesehen
Schreiben Sie Ihren Kommentar zu diesem Artikel!