Navê pirtûkê: Pêxemberê jibîrçûyî MANÎ
Navê nivîskar: #Kamran Simo Hedilî#
Cihê çapkirina pirtûkê: Qamişlo
Navê çapxaneyê: Şilêr
Sala çapê: 2021
Pêxemberê Jibîrçûyî MANÎ
Di serdema xwe de ola Aştiya Rastî, ya ku Manî jê re pêşengî kirî, li rojhilat dibe reqîbê ola Zerdeştî ya ku di wê serdemê de ola fermî ya Împaratoriya Sasaniyê bû. Lewma dijminahiya oldarên Zerdeştî li hemberî wî tund in û di dawî de wî didin kuştin. Ew qasî ji ramanên wî ditirsin, piştî ku didin kuştin, laşê wî post dikin.
Li rojava jî ola wî dibe reqîbê dêra xiristiyaniyên katolîk. Neyartiya dêrê dike ku împaratorê Romê Dioeletianus fermanê bide da hemû berhemên wî werin şewitandin.
Fermanên tunekirina berhemên wî bi sedan sal berdewam dikin. Li gelek cihan, bi berhemên wî re bawermendên wî jî têne tunekirin. Ji ber êrîşan, li her derê cihanê oldarên wî neçar dimînin ku di nav ol û rêolên cuda de xwe veşêrin. Li aliyê din jî gelek derdoran xwestine ku Manî ji rastiya nîjada wî dûr bigirin. Nexwestine wî bi gelê wî bidin nîşandan. Lê êla bavê wî û ya dayika wî bi navên wê serdemê heta îro jî di nav kurdan de dijîn
[1]
Hinweis: Die PDF-Datei für dieses Buch ist nicht verfügbar, bitte helfen Kurdipedia, diese Datei zu erhalten! Buch senden Dieser Artikel wurde in (Kurmancî - Kurdîy Serû) Sprache geschrieben wurde, klicken Sie auf das Symbol
![](https://www.kurdipedia.org/images/flags/ku.png)
, um die Artikel in der Originalsprache zu öffnen!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
![](https://www.kurdipedia.org/images/flags/ku.png)
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Dieser Artikel wurde bereits 326 mal angesehen
Schreiben Sie Ihren Kommentar zu diesem Artikel!