Nav: Şivan Misî
Dîroka jidayîkbûnê: 09-08-1998
Cihê jidayîkbûnê: Kobanî
=KTML_Bold=Jîname:=KTML_End=
Şivan Misî di sala 09-08-1998'an li bajarê Kobaniyê ji dayîk bûye. Ew ciwanekî di warê rojnamegeriyê de dixebite. Di sala 2017'an de dest bi rêwîtiya xebatên ragihadinê de kir. Destpêkê di warê kameraman, foto û vîdoyên kurt de xebitî. Gelek salên bênavber di van waran de xebitî û di sala 2022'an de li ser asta Sûriyayê xelata baştirîn ya wêneyên fotografî girt.
Şivan Misî li Rojavayê Kurdistanê tevî kamerayaxwe beşdarî gelek oporesyonê leşkerî bûye û jê zêdetir êş û elemên milet digihande raya giştî. Ji van waran zêdetir gavek bi pêş de avêt û dakete nava milet û wekî peyamnêr di nava xelkên xwe de xebitî û her wiha bi awayekî zanistiya rojnamegeriyê dakete nava qada civakî.
Şivan Misî di xebatên xwe li gelek mijarên mîna xizmetguzarî, mirovî, çandî û leşkerî wekî peymanêr di televizyonê de bitiye. Her wiha bi rêya dengê xwe tevlî tekevzyonên cuda cuda bûye. Bi vî awayî Şivan Misî gelek gavên girîn avêtin û her hesapên malperên civakî ava kirin da ku bikaribe dengê miletên Bakur û Rojhilatê Sûriyayê bighîne cîhanê û şoreşa 19'ê tîrmehê û doza gelê kurd bi rêya ragihandinê bi wan bide naskirin. Tevlî ku gelek malper ji aliyê êrîşkarên elektorîk ve dihat rawestandin jî, lê wî karibû van astengiyan derbas bike û daxwazên milet bi derdor û cîhanê bide qebûlkirin.
Ji ber girîngiya rojnamgeriyê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyayê, Şivan gelek kes di derbarê bikaranîna kameraan cuda cuda perwerde bike û xebatên rojnamegeriyê li bajarê Kobaniyê pêş bixîne. Berhemdariya wî hîna jî di warên xwe de berdewam e [1]
Çavkanî: Hevpeyvîna bi Şivan Misî re
Wêne: Ji profila wî ya facebookê