=KTML_Bold=Qelayçî; Şikeftek li kêleka paytexta şaristaniyek kevnar=KTML_End=
Şikefta Qelayçî 12 km dûrî bajarê #Bokan# ê ya li navçeya Mukriyan û li başûrê parêzgeha #Urmiyê# ya Rojhilatê Kurdistanê ye û ketiye bakûrê rojhilatê bajêr
Kurdşop – Şikefta Qelayçî 12 km dûrî bajarê Bokanê ya li navçeya Mukriyan û li başûrê parêzgeha Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê ye û ketiye bakûrê rojhilatê bajêr. Ev Şikeft li nêzîkî girê Qelayçî ye ku li wir şûnwarê Îzîrtû, paytexta şaristaniya Manayî lê hatiye dîtin.
Şikefta Qelayçî yek ji kûrtirîn û mezintirîn Şikeftên Kurdistanê ye. Deriyê Şikeftê, bazineke 8 metrî ye û di bilindahiya 1750 metriya çiyayê Qelayçî ye. Şikeft ji çend çal û talaran pêk hatiye û heta niha 400 metre ji kûrahiya Şikeftê hatiye dîtin. Çala yekem ku bi şêwazê stûnî ye, heta binê talara yekem, 110 metreyan kûr e.
Şikefta Qelayçî heta sala 2002, ciheke nenaskirî û sirrdar bû li Rojhilatê Kurdistanê û xelkê deverê bi dehan çîrok û efsane li ser çêkiribûn. Sala 2002, bo yekem car grubek ji çiyavanên Bokanê karîn 110 metreyan dakevin nav Şikeftê û bigehin talara yekem. Çiyavanan, navê wê talarê danîn Kazîwe, ji ber ku tav ji yekem çalê re wê talarê ronî dike.
Salên piştre, çiyavanên Bokanê çendîn caran heta wî beşê Şikeftê çûn û herî dawî jî bi serpereştiya çiyavanê navdar ê kurd Muqbîl Hunerpejûh, karîn zêdetir li nav Şikeftê de bigerin û derbasî talarên duyem û sêyem û çarem jî bibin. Talara duyem wek rêzgirtinek bo Muqbîl Hunerpejûh, ku paşê di dema çiyavaniyê de canê xwe ji dest da, bi navê wî hat kirin: Talara Muqbîl.
Dema mirov digehe talara sêyem, ku navê wê Talara Kurdistanê ye, dîmenên balkêş tên dîtin. Goleke mezin û tijî av ligel bi dehan qendîl û dîmenên bedew yên Şikeftê bala mirov dikşînin.
Talara çarem jî ji çendîn kunên mezin pêk hatiye û du golên biçûk jî tê de hene û ji nav wan Golan de rêyek derbas dibe. Çiyavanên Bokan, navê wê talarê danîne Talara Sîrwan. Ev nav bo bîranîna çemê Sîrwan hatiye danîn. Li nêzîkî Şikefta Qelayçî Şikeftek din jî bi navê Şikefta Dûkçî heye ku tê gotin ev her du Şikeft digehin hev.[1]