Yekemîn strana cîhanê ya Hûriyan (bavpîrên Kurdan) e
#Muzîka# yekem a notakirî bi zimanê Hûrî yan hatiye çêkirin ku ew wek bav û kalên Kurdan tê zanîn. Di kolandinên Ugarît ên li herêma Ras Şamra ya bajarê Lazkiye de, melodiyek stranên ku bi tîpên 36 tabletan pêk dihat hat dîtin.
Strana yekem a cîhanê ku di encama lêkolîna bi salan a arkeologên navdar ên cîhanê de hat dîtin, bi navê “Hurri Hymn” e. Herêma me ya ku wek cihê derbasbûna jiyana niştecihbûyî, çandinî, sewalkarî, nivîskarî, efsane û çîrokan tê dîtin, di heman demê de wek welatê muzîka yekemîn a notirvaniyê tê dîtin. Yekemîn muzîka notakirî ya ku bi zimanê Hûriyan hatiye çêkirin, ku wek Proto Kurdên ku ji çiyayên Zagrosê heta beravên Deryaya Navîn li erdnîgariyek berfireh dijîn, di encama xebatek salane de derketiye holê.
=KTML_Bold=JI BO KEYBANÛYA ÛGARÎT HATIYE BESTEKIRIN=KTML_End=
Yekemîn strana cîhanê ya bi navê “Hûrî Hîmn” ku di zanista muzîkolojiyê de şoreşek çêkir, di dema kolandinên Ugarît de derket holê. Strana 3 hezar û 400 salî ya ku li ser tabletên tîpan hatiye dîtin, di encama xebatên 15 salan de bi zanistiya mûzîkê re hat dîtin. Li gor van lêkolînan, strana yekem a cîhanê ya ku bi zimanê Hûrî hatiye çêkirin, ji bo şahbanûya Ûgarît Nikkal hatiye çêkirin. Li gor baweriya Ûgarit, Qral Nikkal Xwedawenda Fêkî ye, ku di heman demê de jina Xwedayê Heyvê Yarikh e.
Ev berhema ku wek yekemîn strana cîhanê ji bo Şahbanû Nikkal hatiye çêkirin, bi navê “Hurri Hymn” tê dîtin. Ev berhema ku bi zimanê Hûrî hatiye nivîsandin, wek yekemîn berhema muzîka notakirî ya cîhanê tê dîtin.
=KTML_Bold=MELODIYA STRANÊ 3 HEZAR 400 SALÎ YE=KTML_End=
Xebat di encama lêkolînên demdirêj ên arkeologên navdar ên cîhanê de hat bidestxistin. Nîşeyên ku li ser tabletê hatine dîtin ji hêla profesorê Asûrîolojiyê Anne Draffkorn Kilmer, kuratorê Muzeya Antropolojiyê ya Zanîngeha California Berkeley, B.C. hatine nirxandin. Wê di encama xebata xwe ya 15 salan de 36 tabletên ku vedigerin sedsala 14an bidest xist. Li gor Profesor Kilmer, melodiya notên ku bi zimanê Hûrî hatine nivîsandin 3400 sal in û agahiyên li ser çawaniya lêxistina wê li ser “semmum”a 9 têl, ku tê texmînkirin wek çeng an lîre ye jî di nav tabletan de cîh digirin. Tabloyên orîjînal ên berhema bêhempa ya bi navê “Hûrî Hîmn”, ku cîhana muzîkê serûbin kir, li Muzexaneya Neteweyî ya Şamê, ku di bin gefa şer de ye, tên paraztin.
GE / Nermin ZENGİN
[1]