Mezintirîn şikefta peleçemkên Rojhilata Navîn li Kurdistanê
Hîra Sarûxî
Şikefta Peleçemkan mezintirîn û yekane şikefta peleçemkan e li Kurdistan û Rojhilata Navîn û li bajarê Dilêron ê ser bi parêzgeha #Îlam# ê ya Rojhilatê Kurdistanê hilkeftî ye. Ev şikefte mîrateke sirûştî ya Kurdistanê ye û dîroka wê vedigere serdema sêyem a erdnasî ango Cenozoic, ku nêzî 65 milyon sal berî niha bûye.
Şikefta peleçemkan a Dilêron li sê kîlometreya bakurê rojhilatê bajarê Dilêron û li tenişt destê kaniya ava germayî ya vî bajarî ye û li bintara çiyayê Siyekû hilkeftî ye. Ev şikeft di jor de nêzî 255 metr kûrahiya wê heye, 30 metr pan û nêzî 50 metre jî bilind e. Ji ber ku bi hezaran peleçemk di vê şikeftê de dijîn, her ji berê ve yekê pê re gotine şikefta peleçemkan. Pêka karnasan hejmara peleçemkên vê şikeftê di navbera 25 heta 30 hezaran de ye. Di cîhanê de nêzî hezar cureyên peleçemkan hene ku heft ji wan di vê şikefta Kurdistanê de dijîn.
Vê şikeftê du der hene; Deriyê aliyê rojhilatê yê vê şikeftê bi qasî 31 metr li 30 metre dibe û ji vê deriyê ve bo nav şikeftê ji bo xelkê asayî rê tune ye; deriyê aliyê başûrê şikeftê ku biçûktir e, bi qasî 5 metre li 3 metre ye û tekane deriyê şikefta çûna jor a peleçemkan e.
Her roj di dema rojavabûnê de peleçemkên vê şikeftê kom bi kom têne derê û her ji deriyê şikeftê ve heta nêzîkî bajarê Dilêronê diçin û dengê wan hemû deverê li xwe digire û ev dîmen bûye xaleke taybet a geştiyarî ji bo wê navçeyê û gelek kesan bo aliyê xwe radikêşe. Ji ber vê sedemê jî şikefta peleçemkan bûye cihekî taybet ji bo lêkolînên zanistî û ajelnasan. Her salê li cihên cur bi cur ên cîhanê lêkolîner û pisporên warê ajelnasî serdana Rojhilatê Kurdistanê û parêzgeha Îlamê dikin.
Dîroka sirûştî ya vê şikeftê vedigere bo milyonan sal berî niha, lê li gorî şûnwarnasan ev şikeft di serdema taybet de şûna nîştecihbûna mirovên şikeftnişînên Zagrosê bûye û paşê wê bûye bi cihê peleçemkan. Di nav hundurê vê şikeftê de komek zembelîkên taybet ji kilsê tê de heye ku yek ji taybetmendiyên şikefta peleçemkan e. Zembelîngên wek (Stalactite) û (Stalagmite) di nav vê şikeftê de heye ku di şikeftên Zagrosê de kêm mînak in. Di nav vê şikeftê de dehlîzek heye ku ber bi kûrahiya çiya ve çûye û nêzî 400 metre ye.
Li ser rûyê erdê vê şikeftê pir bûye ji çîrteke ku piştî hezaran sal kom bûye, cotkar û bexçevanên Dilêronê bi salan e ji bo çandinî û baxçevaniya xwe vê çîrta sirûştî bi kar tînin. Di demsala havînê de ku hewaya vê navçeya Zagrosê gelek germ dibe, peleçemk di nav şikeftê de ku hewayek hêniktir heye dimînin û nayêne derê û ev rewş jî derfetek baş e ji bo lêkoler û pisporên ajelnasî ku li ser peleçemkan lêkolîneke baş bikin.
Diyar e ku peleçemk cure ajelek şikeftnişîn e. Di çend salên borî de û bi sedema belavbûna vîrûsa Koronayê û bi sedema pêwendiya Korona û peleçemkan, şikeft ji sala 2019an ve ji aliyê dewleta Îranê ve hatiye daxistin û kes îzn nîne serdana vê şikeftê bike.
Di sala 1976an de û di berdewamiya fermanek taybet ji aliyê Şêwreya Parastina Jîngeha welatê Îranê ve, ev şikeft wekî mîrata netewî hatiye tomarkirin. Niha jî parastin û berpirsayetiya vê mîrata sirûştî ya Kurdistan û cîhanê li stûyê demûdezgehên mîrata ferhengî a parêzgeha Îlam a Rojhilatê Kurdistanê ye.
[1]