Bibliothek Bibliothek
Suchen

Kurdipedia ist die grösste Quelle für Informationen


Suchoptionen





Erweiterte Suche      Tastatur


Suchen
Erweiterte Suche
Bibliothek
Kurdische Namen
Chronologie der Ereignisse
Quellen
Geschichte
Benutzer Sammlungen
Aktivitäten
Suche Hilfe?
Kurdipedische Publikationen
Video
Klassifikation
Zufälliger Artikel!
Registrierung der Artikel
Registrierung neuer artikel
Bild senden
Umfrage
Ihre Rückmeldung
Kontakt
Welche Informationen brauchen wir!
Standards
Nutzungsbedingungen
Artikel Qualität
Instrumente (Hilfsmittel)
Über
Kurdipedi Archivare
Artikel über uns!
Fügen Sie Kurdipedia auf Ihre Website hinzu
E-Mail hinzufügen / löschen
Besucherstatistiken
Artikel Statistik
Schriftarten-Wandler
Kalender-Konverter
Rechtschreibkontrolle
Sprachen und Dialekte der Seiten
Tastatur
Lebenslauf Nützliche Links
Kurdipedia extension for Google Chrome
Kekse
Sprachen
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Mein Konto
Anmelden
Mitgliedschaft!
Passwort vergessen!
Suchen Registrierung der Artikel Instrumente (Hilfsmittel) Sprachen Mein Konto
Erweiterte Suche
Bibliothek
Kurdische Namen
Chronologie der Ereignisse
Quellen
Geschichte
Benutzer Sammlungen
Aktivitäten
Suche Hilfe?
Kurdipedische Publikationen
Video
Klassifikation
Zufälliger Artikel!
Registrierung neuer artikel
Bild senden
Umfrage
Ihre Rückmeldung
Kontakt
Welche Informationen brauchen wir!
Standards
Nutzungsbedingungen
Artikel Qualität
Über
Kurdipedi Archivare
Artikel über uns!
Fügen Sie Kurdipedia auf Ihre Website hinzu
E-Mail hinzufügen / löschen
Besucherstatistiken
Artikel Statistik
Schriftarten-Wandler
Kalender-Konverter
Rechtschreibkontrolle
Sprachen und Dialekte der Seiten
Tastatur
Lebenslauf Nützliche Links
Kurdipedia extension for Google Chrome
Kekse
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Anmelden
Mitgliedschaft!
Passwort vergessen!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Über
 Zufälliger Artikel!
 Nutzungsbedingungen
 Kurdipedi Archivare
 Ihre Rückmeldung
 Benutzer Sammlungen
 Chronologie der Ereignisse
 Aktivitäten - Kurdipedia
 Hilfe
Neue Artikel
Biografie
Metin Hakkı Uca
31-07-2024
هەژار کامەلا
Bibliothek
Die Autonome Region Kurdistan
31-07-2024
هەژار کامەلا
Bibliothek
Verfolgung und Diskriminierung von Christen 2019
31-07-2024
هەژار کامەلا
Biografie
Hejar Kamala
28-07-2024
سارا ک
Biografie
Arif Tekin
28-07-2024
هەژار کامەلا
Biografie
Aytekin Yılmaz
28-07-2024
هەژار کامەلا
Biografie
Issam Aziz Sharif
21-07-2024
هەژار کامەلا
Bibliothek
Reisebericht über Tur Abdin - Berg der Knechte Gottes
13-07-2024
هەژار کامەلا
Biografie
Hüseyin Aykol
11-07-2024
هەژار کامەلا
Biografie
Serdar Karakoç
11-07-2024
هەژار کامەلا
Statistik
Artikel
  529,636
Bilder
  107,240
PDF-Buch
  19,938
verwandte Ordner
  100,708
Video
  1,470
Sprache
کوردیی ناوەڕاست 
302,621
Kurmancî - Kurdîy Serû 
88,875
هەورامی 
65,828
عربي 
29,191
کرمانجی - کوردیی سەروو 
16,920
فارسی 
8,920
English 
7,366
Türkçe 
3,590
Deutsch 
1,477
Pусский 
1,134
Française 
324
Nederlands 
130
Zazakî 
85
Svenska 
57
Հայերեն 
49
Italiano 
40
Español 
39
لەکی 
37
Azərbaycanca 
21
日本人 
19
Norsk 
14
עברית 
14
Ελληνική 
13
中国的 
12
Gruppe
Deutsch
Artikel 
865
Bibliothek 
307
Biografie 
247
Dokumente 
32
Märtyrer 
17
Veröffentlichungen 
5
Plätze 
1
Parteien und Verbände 
1
Video 
1
Die Frauenfrage 
1
Repositorium
MP3 
323
PDF 
30,367
MP4 
2,389
IMG 
196,114
Suche nach Inhalten
Bibliothek
Hommages et Opera Minora Mo...
Bibliothek
Minderheiten in der Türkei:...
Bibliothek
Christen und Jesiden im Ira...
Bibliothek
SOZIALE ÖKOLOGI
Biografie
Serdar Karakoç
Rojnamegerî û Kovargerîya Kurdî di Navbera Salên 1918-1923an de
Historische Fotos sind unser nationales Eigentum! Bitte entwerten Sie sie nicht mit Ihren Logos, Texten und Farben!
Gruppe: Artikel | Artikel Sprache: Kurmancî - Kurdîy Serû
Teilen Sie
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Rangliste Artikel
Ausgezeichnet
Sehr gut
Durchschnitt
Nicht schlecht
Schlecht
Zu meinen Favoriten hinzufügen
Schreiben Sie Ihren Kommentar zu diesem Artikel!
Geschichte des Items
Metadata
RSS
Suche im Google nach Bildern im Zusammenhang mit dem gewählten Artikel!
Googeln Sie das ausgewählte Thema.
کوردیی ناوەڕاست1
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Rojnamegerî û Kovargerîya Kurdî di Navbera Salên 1918-1923an de

Rojnamegerî û Kovargerîya Kurdî di Navbera Salên 1918-1923an de
Rojnamegerî û Kovargerîya Kurdî di Navbera Salên 1918-1923an de
Nivîsandin û Amadekirin: #Seîd Veroj#
(Axaftina Seîd Veroj a di Hola Cemîyeta Rojnamevana ya Amedê de bi minasebeta 126mîn salvegera rojnamegerîya Kurdî.)
Piştî ku Şerê Giştî yê Cîhanê dest pê kirîye, di dema çar salên pêvajoya şer de hemû xebatên rêxistinî û çapemenî yên Kurdan ji alîyê desthilatdarîya Îttihad û Teraqî ve hatine rawestandin û betalkirin.
Di serdema dawî ya Împeratorîya Osmanî de; ji roj û sala çapbûna rojnameya Kurdistanê (21/22 Nîsana 1898) bigre heta sala 1922an gelek rojname û kovarên kurdî hatine çapkirin. Eger em çapbûna van rojname û kovara li gor dem û bûyerên girîng ên wê demê rêz bikin, sê qonaxên (merheleyên) girîng dertên pêşîya me: Yek, ji destpêkê ve heta ragehandina Meşrûtîyeta Duyem; dido, ji Meşrûtîyeta Duyem bigre heta destpêka Şerê Giştî yê Cîhanê; yê sisêya jî, bidawîhatina Şerê Yekem û ji îmzekirina Peymana Mondrosê (30.10.1918) şûn ve heta dawîya salên 1922an ku bajarê Îstenbulê dikeve bin hukma M. Kemal û hikumeta Anqerê. Ji wê demê şûn ve hemû cûre xebatên rewşenbîrî û sîyasî yên milletê Kurd hatine qedexekirin.
Di gotara xwe de, ez dê behsa merheleya sêyem a rojnamegerî û kovargerîya Kurd bikim. Merheleya (radeya) sêyem a çapemenîya Kurd; di dawîya sala 1918an de dest pê kirîye û heta dawîya sala 1922an dewam kirîye. Di vê demê de, kovar û rojnameyên kurdî yên ku hatine çapkirin û belavkirin, bi girêdayî Cemîyeta Tealîya Kurdistanê û rêxistinên nêzîkê wê bûn. Sê kovar û rojnameyên peryodîk ên girîng di vê demê de hatine weşandin; Jîn, Kurdistan, Serbestî û Ferda.
$Kovara #Jîn# (07-11-1918)-(21-06-1920)$
Kovara Jîn, deh roj berîya damezrandina CTKê (Komeleya Pêşxistina Kurdistanê) dest bi weşanê kirîye. Jîn, weşaneke bi girêdayî CTKê bû, destpêkê ji hefteyê carek hatîye weşandin û hejmara wê ya yekemîn di roja 7ê Teşrînasanî ya 1334an de (07-11-1918) de hatîye çapkirin. Li ser beşê kunyeya hejmara yekemîn a Jînê, ev motto nivisandîye û heta hejmara 25an hatîye tekrarkirin: “Kovareke bi zimanê kurdî-tirkî ye, behsa dîn, edebîyat, îctîmaîyat û îqtîsadîyatê dike.” Xwedî û berpirsyarê Jînê, Hemzeyê Muksî bû. Jîn, di çapxaneya “Necmî Îstiqbal” de hatîye çapkirin. Ji bo cîyê kovarê weha hatîye nivisîn: Bab-ı Alî civarı Ebu-Suud caddesinde Necm-i İstikbal müessesinde Jîn idarehanesi”. 20 hejmarên Jînê (hejmara 20an: 4ê Hezîrana 1335an/4ê Hezîrana 1919an), di bin berpirsyarîya Hemzeyê Muksî de hatine çapkirin û hejmara 21 û ji wê pê ve jî (hejmara 21an: 18 Hezîrana 1335an/18ê Hezîrana 1919) Memduh Selîm Beg bûye berpirsyarê kovarê.
25 hejmarên Jînê bi kedeke mezin ji alîyê M. Emîn Bozarslan ve hatine latînîzekirin û bi wergera wan a tirkî-kurdî sala 1985ê li Swêd, di nav Weşanên Deng de hatine çapkirin. Li gor agadarîya wê demê ya M. Emîn Bozarslan, kovara Jîn, li ser hev 25 hejmar hatine çapkirin û hejmara wê ya dawî jî roja 02/10/1919 hatîye çapkirin.(1) Lêbelê li gor agadarîyên me yên nûha, kovara Jîn, bi kêmanî 36 hejmar hatine çapkirin û hejmara 36an, di 21ê Hezîrana 1920an(2) de hatîye belavkirin û li ser bergê wê peyva “journal” hatîye nivîsandin. Îro li gor hejmarên ber destan, em dizanin ku 36 hejmarên kovara Jînê hatine çapkirin. Lêgerînên li ser vê mijarê bêne berfirehkirin, mimkun e ku hejmarên piştî 36an jî hebin. Lêbelê em dibînin ku di vê demê CTKê, ji xeynî navenda Îstenbolê, hemû şubeyên wê ji alîyê desthilatdarîya sîyasî ya wê demê ve hatine girtin.
Di rûpela pêşî ya hejmara 33an de, bi sernivîsa “Şubeyên Cemîyeta Kurd çima hatine girtin?” meqeleyek bênav hatîye nivîsandin û nivîskar di vê meqeleya xwe de, bi nîşandana xeletî û nakokîyên biryara girtina CTKê, bi çend pirsan arasteyê rêvebirên hikumet û dadgeha wê demê dike û dibêje:
“Nozdeh (19) şubeyên me hene, gelo di dema nezareta Begefendî de hemûyan bi hev re ji qanûnê re muxalefet kirin.
Ev şubeyên me, ji ber muxalefetkirina kîjan qanûnê hatine girtin.
Şubeyên navborî bi girêdayî navenda me ya Îstenbolê ne, navenda me ya Îstenbolê jî nehatîye girtin. Gelo navenda me ya Îstenbolê, bi qasî dereceya ku Adil Beg dibêje muxalefet nekirîye ku nehatîye girtin?
Gelo di dema nezareta we de, ji xeynî cemîyeta me, li seranserê memleketê Osmanî hîç cemîyet û qulubên din nînin ku muxalefeta qanûnê kiribin. Em ji girtina tu cemîyetekê din ne agadar in.
Na! Bi kurtayî, em li ser navê Wezîrê Navxweyî bersivê bidin ku çima CTKê hatîye girtin: Ji ber ku ev cemîyet yên kurdan bûn, hatin girtin. Lewra armanca sîyasî û sereke ya hemû hikumetan ev ku kurd negihîjin mafên xwe.”(3)
Digel zixtên desthilatdarîya sîyasî ya wê demê, di vê hengameyê de ji ber nakokîyên fikrî û sîyasî yên navxweyî, CTKê ber bi parçebûnê ve diçe. Ji ber vê rewşa hanê, mimkun e ku hejmara 36an hejmara dawî be û piştî wê jî nehatibe çapkirin. Wisa xuya dibe ku girtin û betalkirina xebata CTKê, dawî bi çapkirina kovara Jînê anîye.
Hejmarên 33-36an
Ji hejmara 25an şûn ve, ji 11 (yanzdeh) hejmarên çapkirî, tenê du hejmar yanî hejmarên 33 û 36an li ber destê me hene. Mixabin 9 hejmarên din vê gavê li meydanê xuya nabin. Hejmara 33 ya Jînê, di roja 9ê Adara 1336an (9ê Adara1920an) de hatîye çapkirin û di beşê kunyeya vê hejmarê de mottoya: “Rojnameyeke hefteyî yê sîyasî û îlmî ye, yekîtîya kurdan û hiquqa wan a millî diparêze”(4) hatîye nivisîn. Hejmara 36an jî, di roja duşem a 21ê Hazîrana 1336 (21 Hazîran 1920an) de hatîye çapkirin. Di vê hejmarê de xusûsiyeteke balkêş ew e ku bi sernivîsa “Kürdistan Muhtariyeti”(5) meqaleyek hatîye belavkirin, di vê meqaleyê de gelek rêzik û peragraf hatine sansorkirin; di gelek cîyan de nivîskar dibêje li vê derê 39 xet, li vê derê 11 xet, li vê derê 24 xet û li vê derê 26 xet hatine sansorkirin. Bi kurtayî li ser hev 100 xet hatine sansorkirin, êdî hun halê wê meqaleyê bifikrin ku çi jê maye
Di hejmara 33an de, di derbarê abonetî û rûpelsazîya nû ya kovarê de agadarîyek weha hatîye belavkirin: “Cerîdeya me ji hejmara 26an wir ve, bi çar rûpelên mezin û wekî rojnameyekê rojane tête çapkirin. Ji ber vê, mesref jî zêde bûne û ew ên ku bi karê rojnamevanî re mijûl in dizanin. Ew ên ku heta niha aboneyê cerîdeya me bûn, dema abonetîya wan bi vê hejmarê xelas bûye. Ji vir û şûn ve abonetîya salek 130 û ya şeş mehan jî 70 quriş e.”(6)
Piranîya nivîsên hejmarên 33-36an, bê îmze hatine nivisîn. Di hemû nivîsên van her du hejmaran de tenê navê pênc nivîskaran hene: Dr. Abdullah Cevdet, Îbrahîm Heqî yê Mardînî, A. Y., Hîzanîzâde Kemal Fevzî û Zaxoyî.
$#Kovara Kurdistan# (1919-1920) $
Digel kovara Jînê, kovara Kurdistan jî, bi piştgirîya Cemîyeta Tealîya Kurdistanê (Komeleya Pêşxistina Kurdistanê) hatîye çapkirin û belavkirin. Yekemîn jimara kovara Kurdistanê, di roja 30 Kanuna Sanî ya 1335an (30ê Kanûna Paşî ya 1919an) de, li Îstenbulê di çapxaneya Necmî Îstiqlal de hatîye çapkirin û li ser hev 19 hejmar hatine weşandin. Kurdistan, di navbera salên 1919-1920an de hatîye weşandin, kovareke fikrî ya sîyasî, komelî, edebî û îlmî ye. Ev kovar, kovareke hefteyî ye, tê de nivîsên bi zimanê osmanî, kurdî, farisî, erebî û fransizî hatine belavkirin.
Xwedîyê îmtîyaz û midurmesûlê kovara Kurdistanê Mehmed Mîhrî û sernivîskarê wê jî Arwasîzade Mehmed Şefîq bû û ji hejmara 13an û jê şûn ve jî Seyyîd Husên bûye mesûlmidurê kovarê. Mehmed Mîhrî, ronakbîr û entellektuelekî girîng ê milletê Kurd bû di sedsala 20an de. Ew, yek ji endamên çalak û qelemeke herikbar a rêxistin û weşanên wê demê bû û di nav rûpelên weşanên wekî Rojî Kurd, Hetawî Kurd, Jîn, Kurdistan, Hetaw û wd. de li ser babetên zimanzanî, edebî, sîyasî, felsefî, sosyal, dînî û kulturî gelek meqale û nivîsên wî hatine çapkirin. Ji ber vê yekê, ew, di nav hevdemên xwe de bi nav û nasnavên cûre bi cûre; wekî zimanzan, şaîr, edebîyatzan, sîyasetmedar, rojnamevan, rexnegir, mamoste û huquqzan tête nasîn.
Di nav rûpelên gelek hejmarên kovara Jîn û rojnameya Serbestîyê de, nûçe û danasîna çapbûna kovara Kurdistanê hatine belavkirin. Sê roj piştî çapbûna jimara yekem a kovara Kurdistanê, di jimara 10an ya kovara Jînê de, agahîya çapbûna Kurdistanê, bi sernivîsa “Kurdistan refikimiz intişar etti” weha hatîye ragehandin: “Ji bo pêşxistina Kurdistana me ya pak û xas, ji berê ve gelek pêdivîya alîkarîya dezgehên zanistî heye, di vê rê de hinek destên dilnexwaz her carê pêşîya kesên xwedî xîret û cehdkar girtine. Êdî vê carê rêya vêkxistina elektrîka zanistê vebûye; ji bo pêşkevtin û geşedanê, di nav rewşenbîrên Kurd de jî tevgereke bi ahenk xuya dibe. Ji ber vê yekê, çawa me bihîst ku bi navê “Kurdistan”ê hevaleke me ya nû çap bûye, em pirr bi çoş kêfxweş û şanaz bûn. Hejmara wê ya yekemîn bi alîkarîya gelek qelemên jêhatî çap bûye, em xwendina vê mecmuayê (kovarê) tewsîyeyê hemû xwendevanên xwe dikin û ji Cenabê Heq dixwzin ku her dem serkevtî bin.”(7) Hîzanîzade Kemal Fewzî, bi minasebeta derçûna kovara Kurdistanê dibêje: Ciwanên Kurdan di meydana weşanê de birayekê nû yê mecmua Jînê derxistin di şiklekî nû de.”(8) Di rojnameya Serbestî ya hejmara 490an de, ji ber çapkirina jimara 8an ya Kurdistanê, nûçeyek weha hatîye belavkirin: “Hevalbenda me kovara Kurdistan weşaneke berdewamî ye û hejmara wê ya 8an hate çapkirin. Em kovara Kurdistanê teswîyeyê hemû welatîyên Kurd dikin. Ev kovar, bi eşqa neteweyî ya Kurd xebatê dike û divê her welatîyekî Kurd bi balkêşî û ji dil bixwîne.”(9)
Kovara Kurdistanê li ser hev 19 hejmar çap bûne, vê gavê ji van 19 hejmaran tenê ya 17an li ber dest nîne. Li ser bergê pêşî yê hejmara yekemîn weha hatîye lêkirin: “Ji dervayê sîyasetê behsê her babetê tête kirin, bi her zimanî tête çapkirin û kovareke hefteyî ye.”(10) Di hejmarên 5-6an de em dibînin ku pênaseya jorîn guherîye û di şûna wê de weha hatîye lêkirin: “Sîyasî, civakî, edebî û îlmî ye, ji hefteyê carek tête neşirkirin.” Li ser bergê hejmarên 8 û 9an jî weha hatîye lêkirin: “Kovareke fikrî û serbixwe ya sîyasî, civakî, edebî û îlmî ye, ji hefteyê carek tête neşirkirin.”(11) Wek cîyê belavkirinê jî navnîşana “Îstanbul Bab-ı Ali caddesinde Yeni Şark Kütüphanesi” hatîye dîyarkirin. Di hinek nameyên pîrozbahî yên ku bi minasebeta derçûna Kurdistanê hatine şandin de û herweha di berisava ku ji bo wan nameyan hatîye nivîsandin de, Kurdistan wek “rojname” jî hatîye binavkirin.(12)
Ji hejmara 10an û ji wê pêve li ser hemû bergê kovarê wêneyê Selahaddînê Eyyûbî wek logo hatîye bikaranîn. Heta hejmara 10an li beşê kûnyeyê navê xwedî îmtiyaz û sermuharrîr (sernivîskar) bi hev re hatine nivîsandin, ji hejmara 10an şûn ve tenê navê xwedî îmtiyazê li beşê kûnyeyê hatîye nivisîn. Di hemara 13an de û ji wê pêve jî xwedîyê îmtiyazê kovarê guherîye, li şûna navê Mehmed Mîhrî êdî navê “Seyyîd Huseyîn” hatîye nivîsandin.
Piştî parçebûn û girtina CTKê ji alîyê desthilatdarîya sîyasî ve, weşana mecmûa Kurdistanê jî hatîye rawestandin. Bi îhtimaleka mezin hejmara 19an, hejmara dawî ya Kurdistanê ye û di roja 29ê Marda 1336 (29 Adara 1920)an de hatîye çapkirin.
$Armanc û polîtîka weşana kovara Kurdistanê:$
Mecmua Kurdistanê yek ji van weşanan bû ku bi piştgirîya CTKê hatîye çapkirin û belavkirin. Ji ber vê yekê, bêguman dê armanca wê bi armanca sîyasî û neteweyî ya Cemîyeta Tealî ya Kurdistanê (CTK) ve têkildar be. Lewra di daxuyanîyek xwe de dibêje: Armanca weşana kovara me, hişyarkirina Kurdistanê ye. Di hejmara yekemîn de sernivîskarê Kurdistanê Arvasîzade Mehmed Şefîq, parastina şeref û îzzeta miletê Kurd, wek mexseda sereke ya kovarê nîşan dide û weha dibêje: “Çawa ku ferdê me heysîyeta xwe muhafeze dikin, lazime ji bo şeref û îzzeta milletê xwe zêdetir canfîdayî bikin. Lewra şeref û heysîyeta millet hem bo wî ye û hem yê temamê kesan e.”(13)
Herweha di heman hejmarê de Mehmed Mîhrî yê xwedî îmtiyaz ê kovarê, behsa zanistî û adilbûna prensîbên Reîsêcimhurê Amerîka Mister Wilson dike û dibêje: “Behemhal em dê pêkanîna van prensîban û hewldana alimane û adilane bibînin. Qenaeta giştî ew e ku bi tetbîqkirina van prensîban, dê dinya berê biguhere û dinyayeke nûh çêbibe. Pêkhatina van prensîban, wekî hemû qewm û miletên felaketzede, mehrûm, mehzûn û jibîrkirî dê ji bo miletê Kurd jî bibe “vejîna piştî mirinê” û dê wan ji agirê mehrûmîyet û tuneqebûlkirinê derxîne, bigehîne bihuşt û refah û bextewarîyê.”(14)
Dema ku em naverok û munaqeşeyên nivîsên nav rûpelên kovarê binêrin, dîyar dibe ku ji bo belavkirin û pêşxistine fikra netewî ya Kurd, kovara Kurdistanê bûye wesîteyek pirr girîng. Abdurrehîm Rehmî yê Hekarî jî li ser girîngîya vê kovarê û weşanên wê yên hevalbend weha dibêje: “Rojnameyên wekî Serbestî, Kurdistan û Jîn ji bo parastina hiquqa me ya mîllî dixebitin. Ji ber vê yekê, divê li her alîyê Kurdistanê bi balkêşî bêne şirovekirin, herweha ji bo temînkirin û belavkirina wan a berdewamî û berfirehî, divê bi awayekî lezgînî û mutlaq teşebbûs bêne kirin.”(15)
Di kovara Kurdistanê de, bi taybetî ji bo ronîkirin û zelalkirina babetên kulturî, dîrokî û edebî gelek nivîsên balkêş hatine belavkirin. Pirranîya nivîsên Mehmed Mîhrî yê xwedîyê kovarê, li ser van babetan hatîne nivisîn. Ew, xizmet û xebata ji bo millet û welat, wek wezîfeyek pêdivî dibîne û yên ku neketine bin barê vê wezîfeyê, bi awayekî tund rexne li wan digre û dibêje: “Di nav vî qewmî de gelek mirovên xwedî fazîlet û belkî yên dahî jî hebûne û bîlfiîl jî hene, feqet nekarîne xizmetên pêdivî pêk bînin. Lakîn van mirovan ji hinekan re gelek xizmet kirine û ji ber vê xizmeta wan jî, teşekûr û tebrîk ji bo wan hatine teqdîmkirin. Li hember vê yekê, wek dîyarîyek ez vê beytê teqdîmê wan dikim: “Ew ên ku xwedîyê fazîletê bin û fazîleta xwe li hemberê qewmê xwe nîşan nedin û veşêrin, çawa ku îtimat bi wan nabe herweha jî lome ji wan tête kirin.” Wisa dîyar e ku ev nêrîna di nav van hevokan de, wek çarçoveya weşana kovarê jî hatîye dîyarkirin.(16)
Di encamê de, dema em bala xwe bidin naveroka nivîs û nasnameya nîvîskarên kovara Kurdistanê, em dibînin ku du alîyên girîng ên naverok û armanca giştî ya weşan û xebatên rewşenbîrî yên wê demê derdikevin pêş: A yekemîn, pêkanîna lêkolînên li ser ziman, edeb, dîrok, çand û rewşa komelî ya milletê Kurd e; ya duyemîn jî, bi lêkolîn û ronîkirina van babetên cûre bi cûre, hişyarkirin û pêşxistina fikra neteweyî ya Kurdistanê ye.
$3. #Rojnameya Serbestî# (16-11-1908)-(25-11-1920)$
Serbestî yekemîn rojnameya rojane ye ku bi xwedîtî û rêvebirîya kurdekî hatîye weşandin. Dema behsa dewreya sereke ya rojname û rojnamevanîya Kurd bibe, bêguman divê navê Serbestî û Mewlanzade Rifat, di xetên pêşî de bêne lêkirin. Lewra Serbestî, rojnameyek rojane ya herî temendirêj e ku bi rêvebirîya kurdekî namdar bi daîmî nebe jî nêzîkê 12 sal hatîye neşirkirin. Navê #Mewlanzade Rifat Beg# û Serbestî, bi hev re bûne yekpare. Xwedî û mesulmidurê Serbestîyê Mewlanzade Rifat; kesayetekî namdar û têkoşerekî girîng ê milletê kurd e, ew bi xebat û nasnameya xwe ya rojnamevanî, sîyasetmedarî û dîplomatî tête naskirin. Mevlanzade Rifat, sala 1869ê li Îstenbulê ji dayik bûye û kurê Abdurrehman Nacim e. Ew ji ber xebatên xwe yên rojnamevanî û rêxistinî û sîyasî, ji alîyê rejîma îstibdada Abdulhemîd, rejîma Îtihad û Teraqî û her weha rejîma Kemalîst ve nêzîkê 21 salan hatîye cezakirin û sirgunkirin.
Yekemîn hejmara Serbestîyê di roja 3yê Teşrîna Sanî 1324 (16yê Sermaweza 1908) de hatîye çapkirin; li ser hev 770 hejmar çap bûne, ji xeynî hejmara 172yan, hemû hejmarên din ên Serbestîyê, di qewareyê 40cm x 54cm de hatine çapkirin; her yek hejmara wê 4 rûpel e û di her rûpelêkî de 5 stûn nivîs hatine lêkirin. Hejmara 172yan, wek hejmareke taybet hatîye çapkirin; qewareyê wê 13cm x 19cm ye, bi tevayî 32 rûpel e û di şiklê yek stunê de hatîye lêkirin. Jimara 648an ya Serbestîyê di roja 12ê Hezîran 1920an de hatîye çapkirin. Hejmara 770mîn di roja 25 Teşrîn-î sâni 1920an de çap bûye.
M. Rifat, herweha di rêvebirin û çapkirina rojname û kovarên wekî Hukuk-î Umumîye, rojnameyên Faruk (3 hejmar) û Ceht (11 hejmar), Âhali, (17) Kadınlar Dünyası, Erkekler Dünyası, İnkılab-ı Beşer [Soreşa Beşer] (18) de kar kirîye.
Piştî rawestandina weşana Serbestî, di sala 1913an de hem di jîyana wî ya fikrî û hem jî ya şexsî de guhartinên girîng çêdibin. Ji alîyê fikrî ve, di destpêkê de wekî nihêrînek giştî ya gelek rêxistin û rewşenbîrên Kurdên wê demê, wî jî çareserîya meseleya Kurd û Kurdistanê, di çarçoveya parastina yekîtîya Dewleta Osmanî de, bi pêşxistina reforman û naskirina mafê kulturî yê miletê Kurd dinirixand. Lê piştî ku desthilatdarîya Partîya Îtîhad û Teraqî, xwe bi xet û îdeolojîya turkçîtîyê girt û xwestin vê yekê bi zordarî li ser miletên din jî ferz bikin, M. Rifat jî wekî gelek sîyasetmedar û têkoşerên Kurdistanê, êdî îqna bû ku ji xeyrî rêxistinbûna miletê Kurd û serxwebûna Kurdistanê rê li ber wan nîne.
Ji vê demê şûn ve, meyla wî ya li ser meseleya Kurdistanê têkilîya wî ya bi rêxistin û weşanên Kurd re, kûrtir û berfirehtir dibe. Ew di nameya xwe ya ji bo rêvebirên Hetawî Kurd de weha dibêje:
“Nûka wezîfeya me ev e, divê bîzathî em Kurd bi xwe li çareserîya mesela xwe bigerin. Ew ên ku li pey îdealekî mîllî baznedin, miletê xwe nas nekin, bê ruh in û di nav koma beşer de pirr paşve mane. Bêruhbûna miletekî tesewir bikin, mirov çi qas dêşîne. Di nav medenîyeta sosyal de bêgavîya (mecbûrîyeta) li hemberê asîmîlebûn û mirinê çi qas dilêş û giran e.”(19)
M. Rifat di berdewamîya vê nivîsa xwe de rexne li nêrînên Abdullah Cevdet digir û dibêje:
“Ez di vê babetê de tevlî nêrînên Dr. Abdullah Cevdet Beg(20) nabim; ku armanceke zelal û dîyar li meydanê tune be, rêkirina ciwanên Kurdan ji bo Anatolyayê bêfayde ye, nepêdivî ye û dema vê pêşniyarê nehatîye…. Divê em berîya her tiştî armancên xwe dîyar bikin, zûtirîn dem bi metanetê amadekarîya xwe bikin û paşê biçin Kurdistanê.”(21)
Di vê demê de guhartina duyemîn jî, di jîyana wî ya şexsî de çê dibe. Ew, di dawîya sala 1913an de, di 44 salîya emrê xwe de bi Nuriye Ulvîye Xanimê re dizewice. Nurîye Ûlvîye Xanim, di seraya osmanî de perwerde bûbû, jineke aktîvîst a wê demê bû û bi navê Kadınlar Dünyası [Cîhana Jinan] mecmuayek derdixist. Êdî hetanî destpêka Mûtarekeyê, pirranîya dema Wî di îdarexaneya vê mecmuayê de derbaz dibe û ji bo ku ji hevsera wî re bibe nazîre, ew jî di kanûna 1914an de tenê jimarek mecmuaya Erkekler Dünyası [Cîhana Mêran] derdixe.
Serbestî, di dewra sêyemîn de yanî ji sala 1918an şûn ve wek weşanek rojane ya nêzîkê CTK hatîye neşirkirin. Celadet Bedirxan cîgirê edîtorê Serbestî ye. Di nav rêza nivîskarên vê dewreyê de, navê kesayetîyên wekî Kamiran Bedirxan, Celadet Bedirxan, Ebdurrehîm Rehmî Hekarî, Tewfîqê Silêmanî, M. A., Xelîlê Siwêrekî, Îbrahîm Memduh û wd. hene. Herweha hin navên mahlas jî wekî “Qabaqulaq” û “Ferîde” hatine bikaranîn. Di vê dewreya nûh de, di nav rûpelên Serbestî de gelek nûçe û nivîsên li ser Kurd û Kurdistanê hatine çapkirin.
$4. #Rojnameya Ferda# $
Divê pêşî em dîyar bikin ku bi navê Ferda du rojname hene. Di hinek çavkanîyan de ji bo xweyîtîya her du rojnameyan jî navê Elî Îlmî derbas dibe. Ferdaya yekem, piştî pêkhatina Meşrutîyeta Duyem hatîye çapkirin û Ferdaya duyem jî piştî pêkhatina Peymana Mondrosê û têkçûna Împeretorîya Osmanî li Edenê hatîye çapkirin.
Rojnameya Ferda ya ku dema Meşrûtîyetê çap bûye, ji wê çar (4) jimar li ber destê me hene. Jimara wê ya yekemîn, di 16ê Şabana 1326an (H)- 12ê Eylûla 1908an (M) de hatîye çapkirin û jimara çaran (4an) jî di roja 3yê Çirîya Pêşîna 1908an de hatîye çapkirin. Li ser bergê pêşî û beşê kunyeyê weha hatîye nivîsandin: “Xwedîîmtiyaz û midurê mesul: Hulusi Havri, Sermuharîr: A. Rüştü ye. Vê gavê hefteyê carekî û roja şemîyê tête çapkirin, rojnameyekê Osmanî yê edebî, îctîmaî, îlmî ye. Îdarexane: Eski zabtiye caddesinde Kocamanoğlu hanesindedir.”(22) Ev rojname, li ser hev çar jimarên wê li ber destê me hene; jimara yekem 4 rûpel in, jimara duyem 8 rûpel in û jimara çarem cardin kirine çar rûpel. Jimara yek û dido, di “Matbeaya Cîhan” de û jimara çaran jî di “Matebeaya Hacı Huseyin Efendi” de hatine çapkirin. Li ser bergê jimara çaran wêneyê Selahedînê Eyûbî hatîye belavkirin û di binê wêneyê de weha hatîye nivisîn: “Ji Qumandanên me yê herî mezin Selahedînê Eyûbî; tercûmeyek halê wî yê mukemel û xizmetên wî yên ji bo Îslamîyetê di jimara me ya dahatûyê de.”(23) Herweha li ser bergê wê nivisandîye: “Eserên ku muwafiqê meslekê me bin û ji pêşveçûna millet û geşbûna weten re xizmet bikin, em wan bi îftixar qebûl dikin.”(24)
Rojnameya Ferda ya Elî Îlmî, piştî ji îmzekirina Peymana Mondrosê (30.10.1918) hatîye neşirkirin. Îmzekirina Peymana Mondrosê, encama serkevtina hêzên hevpeyman bû; ji alîyek ve dawî bi Şerê Cîhan ê Yekem anîye û digel wê dawî bi Împeratorîya Osmanî jî anîye. Piştî têkçûna Împeratorîya Osmanî û desthilatdarîya Îtihad-Teraqî, ji alîyê sîyasî û civakî ve rewşeke nû peyda bûye. Di vê demê de, gelek rojname û kovarên mixalif ên nû hatine çapkirin û belavkirin. Ferda, yek ji wan rojnameyên mixalif e ku di vê demê de li bajarê Edenê dest bi weşanê kirîye.
Ferda; peyvek Farisî ye û tête wateya siberoj, pêşeroj û dahatûyê. Li ser bergê pêşî yê rojnameyê nivîsandîye: “Müdur-ü mesul ve sermuharir: Ali İlmî ye. Cîyê Adresê: Adana’da -Kale Kapısında- Ferda Matbaası (Li -Qele Qapîya- Edenê Çapxaneya Ferda). Şimdilik perşembe ve pazartesi günleri intişar eder, siyasi, ilmi, edebi türkçe gazetedir. (Vê gavê rojên pêrşem û duşemê tête neşirkirin, rojnameyekê sîyasî, îlmî û edebî yê Tirkî ye.)”(25) Rojnameya Ferda, di 1ê Rebiûl Ewela sala 1337 (5ê Kanûna 1918an) de li Edeneyê dest bi weşanê kirîye. Di dawîya rûpela duyem de dibêje ev rojname: “Adana Ferda Matbaasında tabih olunur” (Li Edenê di Çapxaneya Ferdayê de tête çapkirin.) Agahîyên kunyeya rojnameyê, bi zimanê Osmanî û Fransizî hatine nivîsandin. Li alîyê çepê kunyeyê jî bi Fransizî nivisandîye: “Directeur et rédacteur en chef: Ali İlmi. Ferda Journal Turc, Politioue et Letteraire (Polîtîk û Edebî).”(26) Wê demê li Edenê rojnameya mixalif ne tenê Ferda bû, rojnameyên wekî Adana Postası (1919) û Rehber (Kanûna 1920an) jî di xeteke mixalif de dest bi weşanê kiribûn. Rojnameya Adana Postası, bi gerînendîya Îlhamîyê Gîrîdî û Rehber jî bi gerînendîya Dervîş Ata dihatin weşandin. Rojnameya Yeni Adana jî piştgirîya Mistefa Kemal û hevalên wî dikir.
Wê demê nifûseke girîng ê Ermenan jî li Edenê hebû û xebata wan a çapemenîyê, ji ya Tirk û Kurdan gelek xurttir bû. “Ermenan bi navê Toros, Azamarad, Hayistan û Kilîkya çar rojname çap kirine. Armanca van rojnameyan ev bû; ku bi rêya çapemenî û propagandayê tesîr li raya giştî bikin, giranîya nifûs û kultura Ermenan li herêmê zêde bikin.”(27)
Gava em bala xwe bidin naveroka rojnameya Ferda, weha xuya dibe ku polîtîka weşana rojnameyê; nêzîkê polîtîka herêmî ya wê demê ya Fransayê bûye, dijberê nêrînên (dîtinên) ÎT û Kemalîstan bûye. Di nav rûpelên Ferdayê de, polîtîka û rêxistina ÎT û tevgera Kemalîst wek “serhildanek” li hemberê padîşayê Osmanî hatine nîşandan û herweha ew wek “çete”, “serserî”, “eşqiya” û “xwînrêj” hatine binavkirin. Mînak; di jimara 204an de li ser hêzên QM nûçeyek weha belav kirîye; “Çete Belav Dibin: Li mintiqeyên Qozan, Ceyhan, Qeraîsalî çeteyên Çerkez Nûrî Çawîş, Kurd Mîrza, Qera Mustefa, İnce Ali ku bi navê Quwayî Mîllîye rêbirî û çavsorî dikirin belav bûne. Tê gotin ku hinekên wan çûne Ceyhanê.”(28) Digel vê, M. Kemal û hevalên wî bi îdeaya Bolşewîkbûn û hevkarîya Bolşewîkan hatine rexnekirin.
Hêzên M. Kemal û QM, ji ber ku dewama ÎT bûn, tehamûla wan li hemberê rexne û mixalefetê qethen tune bû, ji ber vê yekê nedihiştin rojnameyên muxalif bi serbestî belav bibin û bigîjin herêmên di bin hukma wan de. Ev sansur bîzathî bi emrê M. Kemal hatîye danîn. Di belgeyekê wê demê de, tetbîqkirina vê sansurê weha hatîye qeydkirin: Çanteyên ewraqên ku dê biçûna Îzmîr û Îstenbulê, li Ulukışlayê (qeza Nîxdeyê) ji alîyê sansûra Quwayî Mîllîye ve hatîye kontrolkirin, nûsxeyên rojnameya Ferda jê hatine derxistin.”(29)
Weşana rojnameya Ferda, nêzîkê sê salan berdewam kirîye û li ser hev çend jimar hatine çapkirin baş nayê zanîn, di arşîvan de jimara 279an jî xuya dibe. Li ser bergê jimara 272, dîroka 17ê Teşrîna Ewela 1337 (17ê Çirîya Pêşîna 1921an) “sala sisê” hatîye nivîsandin. Ji ber ku jimara dawî ne dîyar e û li ber destê me nîne, bi rastî nayê zanîn ku weşana rojnameyê kengî hatîye rawestandin. Bi îhtimalek mezin, di dawîya sala 1921an de, ji Edenê hilkişandina hêzên Fransiz şûn ve, weşana rojnameyê hatîye rawestandin.
Piştî rojnameya Serbestîyê, Ferda, rojnameya duyemîn a herî temendirêj e ku ji alîyê kurdekî endamê CTKê ve hatîye neşirkirin. Lêbelê di derbarê naveroka wê de, agahîyek me ya zêde nîne. Gelo di çapkirina vê rojnameyê de çi tesîra CTKê çêbûye, di naveroka jimarên rojnameyê de li ser Kurd û Kurdistanê nivîs hatine belavkirin yan na, di rojnameyê de nivîsên bi zimanê Kurdî hatine belavkirin yan na? Ji bo ku em karibin bersiveke rast bidin van pirsan, divê pirranî yan jî hemû jimarên rojnameyê li ber destê me hebin û xebateke berfireh li ser wan bête kirin. Li gor agahîyek dîrokzan T. Z. Tunaya, ku ji hejmara 140 a rojnameya Ferda (14ê Hezîrana 1920an) neqil dike û dibêje: Li Edenê jî Cemîyeta Tealî hatîye damezrandin.(30) Lêbelê dîyar nekirîye ku ev cemîyeta hanê, şubeyeke CTKê ye yan cemîyeteke serbixwe e. Li gor dîtina min, bi îhtimaleke mezin ev “Cemîyeta Tealî” şubeyeke CTKê ye û xwedîyê rojnameya Ferda Elî Îlmî bi xwe jî endamê CTKê bû. Ji bo rast têgehîştina rewş û bûyerên sîyasî yên wê demê, divê li ser rojnameya Ferda lêkolînên nû û berfirehtir bêne kirin.
$Nivîskar û naveroka rojnameya Ferda:$
Rojnameya Ferda, di 5ê Kanûna 1918an de dest bi weşanê kirîye û weşana wê heta dawîya 1921an dewam kirîye û belkî ji 300 jimaran zêdetir hatîye çapkirin. Mixabin bi tevî hemû hewldanan, ji xeynî çend jimaran, min nekarî hemû yan jî pirranîya jimarên Ferda bidestxînim. Ev xebata ber destê we ancax bi lêkolîna naveroka 7-8 jimarên wê hatîye meydanê. Di jimarên mewcud de, em rastî nivîsek Kurdî nehatine. Ji xeynê navê Elî Îlmî û birayê wî yê Mesûd ku bi navê “Can Bey” nivisîye, hinek nivîsên kadroyên partîya Hurîyet û Îtlafê hene. Ji naveroka jimarên berdest dîyar dibe ku ne tenê nivîsên fikrî, beyannameyên wê demê yên hêzên Fransa, hewadîsên hundir û derva, hewadîsên mehelî, edebî, îlan, danasîn (reklam), hatine belavkirin.
Piştî îmzekirina Peymana Anqerê ya di navbera Fransa û hikumeta Anqerê de, hêzên leşkerî yên Fransayê ji herêma Klîkya û dorûberê wî vekişyan, hemû weşanên mixalîf ên li Edenê û herweha weşana rojnameya Ferdayê jî hatine rawestandin. Bi tevî îmzekirina Peymana Lozanê, gelek mixalifên Tirk û Kurdên wê demê hatin cezakirin û nefîkirin.
Di şûna gotina dawî da:
1- Rabirdû û dîroka çapemenîya milletekî, bîra tomarkirî ya wê milletê ye û ji alîyek ve jî çavkanîyekê pirr girîng a dîroka wî ya komelayetî û neteweyî ye.
2- Li gor agahîyên îro Kurdistan, yekemîn rojnameya Kurdan e û li Qehîreya paytexta Misrê dest bi weşanê kirîye û Mîqad Mîdhet Bedirxan, xweyîyê rojnameya Kurdistanê bû. Li gorî vê, rojnamegerîya Kurd li dervayê welat, li sirgûnê û li dîasporayê dest pê kirîye.
3– Piştî ragehandina Meşrûtîyeta Duyem; wekî ku hate behskirin gelek rojname û kovarên kurd hatine çapkirin û ji bo çipkirina hinekan jî serlêdan ji bo rêvebirên Osmanî hatîye kirin lê mixabin destûra çapkirinê nedane yan jî ew serdan (ji bo rojnameya “Aşîret”, “Marîfet ve Îtihad-ı Ekrad”, “Füyuzat-ı Kurdiye” û wd.) wek projek biserneketine.
4- Çapemenî, rojname û kovar wesîteyên dema modern yanî dema netewedewlet in. Çapemenî û rojnamegerîya kurd jî, bi peydabûn û geşbûna fikra nasyonalîzma kurd dest pê kirîye û herweha bûye amrazê/wesîteyê pêşxistina çand û fikra neteweyî ya kurd.
5- Pirranîya rojname û kovarên wê demê, bi girêdayî cemîyet û rêxistinên wê demê hatine weşandin û belavkirin.
6- Hîç rojnameyek wê demê yê Kurdan nîne ku ji serî heta dawî bi zimanê kurdî hatibe weşandin.
7- Destpêka rojnamegerîya kurd di bin givaş û zixtên desthilata sîyasî da dest pê kirîye. Yekemîn şehîdê rojnamegerîya kurd, Hesen Fehmî yê sernivîskarê rojnameya Serbestî ye.
8- Rojnameya Serbestî, yekemîn rojnameya rojane ya kurdan e, dem dema weşana wê bête rawestandin jî, li ser hev nêzîkê 12 salan weşana wê dewam kirîye û 770ê hejmar hatine çapkirin.
9- Em dikarin bibêjin ku weşana hemû rojname û kovarên dema salên dawî yên Împeratorîya Osmanî, di encamê da bi biryara sîyasî ya desthilatdarên wê demê hatine rawestandin.
10- Mixabin îro dîrokekê yekgirtî û nivîsandî ya rojnamegerîya kurdî li ber destê me nîne, lêbelê li her parçeyek Kurdistanê hinek xebatên li ser demên cihê cihê yê dîroka rojnamegerîya kurd hatine kirin. Bi dîtina min, bi beşdarbûn û piştgirîya akademîsyen û lêkolînerên her parçeyekî Kurdistanê, amadekirina dîrokekê yekgirtî ya rojnamegerîya Kurd pêwîst e û mîsoger e.
11- Bêguman cemîyet û rêxistin jî dikarin weşanên bi girêdayî rêxistina xwe derbixin. Lêbelê rojnamegerîya rêxistinî û îdeolojîk a li ser esasên dirûşmên partîzanî û berjewendiyên rêxistinî, bi awayekî giştî dikarin di fikir û têgehîştina civakê de xusarên gelek giran jî peyda bikin. Lewra ew, bi rêya van weşanan berjewendîyên rêxistina xwe û neteweya Kurd wekî hev nîşan didin, gelek caran jî berjewendîya xwe ya rêxistinî û grubî di ser berjewendîya neteweyî re digrin.
12- Îro li dinya pêşkevtî ya modern, di meşandina kar û xebata medya û rojnamevanî de azadîya fikrî, etîk û exlaqa meslekî pirr girîng in, divê her rojnamevan û nivîskarê Kurd jî bi girêdayî van prensîban bimîne, wijdana xwe neke malzemeyê berjewendîyên şexsî û grubî.
(1) Jîn: Kovara Kurdî-Tirkî & Kürdçe Türkçe Dergi (1918-1919), Cild: I, Weşan. Deng, Sweden, Kanûna Paşîn, 1985, r. 7
(2) Jîn, Aded: 36, 21 Haziran 1336 (21 Haziran 1920)
(3) Kürd cemiyetinin şubeleri niçin sed edilmiştir, Jîn, no: 33, 17 Cemaziyelahir 1338 (8 Mart 1919), İstanbul, r. 1
(4) Kürd cemiyetinin şubeleri niçin sed edilmiştir, Jîn, no: 33, 17 Cemaziyelahir 1338 (8 Mart 1919), r.
(5) Kürdistan Muhtariyeti, Jîn, no: 36, Şeval 1338 (21ê Hezîrana 1920), İstanbul, r. 1
(6) Abone ve kârielerimize (okurlarımıza), Jîn, Aded: 33, 17 Cemaziyelahir 1338 (8 Mart 1919), İstanbul, r. 2
(7) Jîn, Birinci Sene, Aded: 10, 2 Şubat 1335
(8) Hizanîzade Kemal Fevzi, Kurdistan mecmuası münasebetiyle, Kurdistan, Jimar: 3, 25 Şubat 1335
(9) Serbestî, Jimar: 490, Îstenbul, 9ê Mayisa (Gulana) 1919
(10) b.n. Kovara Kurdistan Jimar: 1, 30ê Kanuna 1919, Îstenbul
(11) Kurdistan, Aded (Sayı): 5-6, 3yê Nîsana 1919
(12) Kurdistan, Aded (Sayı): 7, 8ê Mayisa 1335 (8 Gulan 1919)
(13) Arvasizade Mehmed Şefîq, Mûlahaza, Kurdistan, Aded: 1, 30 Kanun-i Sani 1335 (30 Ocak 1919
(14) Mehmed Mîhrî, İlim ve ulemanın gaye ve hedefi, Kurdistan, Aded: 1, 30 Kanun-i Sani 1335 (30 Ocak 1919
(15) Abdurrehîm Rehmî Hekarî, Kurd û Kurdistan, Serbestî, No: 483, 2yê Mayisa 1919
(16) M. M., Muqeddîmet’ul Îrfan, çapxaneya Necmî İstikbal, Îstenbul, 1918
(17) Ali Birinci, Tarih Gölgesinde Meşâhir-i Meçhûleden Birkaç Zât, bn. Sicill-i Ahval Defteri (BOA. C. 18, s 125), Dergâh yayınları, Şubat-2001, Îstenbul, r. 383
(18) Mevlanzade Rıfat, Türkiye inkılabının içyüzü, Pınar Yayınları. 2. Baskı, 2000/İstanbul, s. 319
(19) Mevlanzâde Rifat, Muhterem Hetawî Kurd gazetesi kurucularına [Ji Damezrênerên muhterem ên Hetawî Kurd re], Hetawî Kurd, No: 2, 21 Teşrin-i Sani 1329 (4 Aralık 1913, http://www.kovarabir.com/bira-me-mevlan-zade-rifat-muhterem-Hetawi-kurd-gazetesi-kurucularina/, 22 Mart 2015
(20) Abdullah Cevdet, Hetawî Kurd gazetesi yazarlarına, Hetawî Kurd, No: 1, Îstenbul, 5ê Teşrîna Ewel 1913. http://www.kovarabir.com/bira-me-dr-abdullah-cevdet-Hetawi-kurd-gazetesi-yazarlarina/, 19.11.2013
(21) Mevlanzâde Rifat, Muhterem Hetawî Kurd gazetesi kurucularına, Hetawî Kurd, No: 2, 21 Teşrin-i Sani 1329 (4 Aralık 1913, http://www.kovarabir.com/bira-me-mevlan-zade-rifat-muhterem-Hetawi-kurd-gazetesi-kurucularina/, 22 Mart 2015
(22) Ferda, No: 1, Cumaertesi 16ê Şabana 1326an (H)- 12ê Eylûla 1908an (M), r. 1
(23) Ferda, No: 4, Cumaertesi 3 Teşrini Evvel 1908, r. 1
(24) Ferda, No: 4, Cumaertesi 3 Teşrini Evvel 1908, r. 1
(25) Ferda, No: 204, Pazarertesi 7 Şubat 1337-H (7ê Sibata 1921an), r. 1
(26) Ferda, No: 204, Pazarertesi 7 Şubat 1337-H (7ê Sibata 1921an), r. 1
(27) İslam, j. b., r.160-161
(28) Ferda, no: 204, Pazaretesi 7 Şubat 1337-H (7ê Sibata 1921an), r. 1
(29) BOA, 4603-345217, 09.03.1338 (H) (30.11.1919)
(30) Tarık Zafer Tunaya, Türkiye’de Siyasal Partiler, Cilt-2 Mütareke Dönemi, İletişim Yayınları, 4. Baskı, İstanbul, 2010, dipnot 15, r. 201
[1]
Dieser Artikel wurde in (Kurmancî - Kurdîy Serû) Sprache geschrieben wurde, klicken Sie auf das Symbol , um die Artikel in der Originalsprache zu öffnen!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Dieser Artikel wurde bereits 166 mal angesehen
Schreiben Sie Ihren Kommentar zu diesem Artikel!
HashTag
Quellen
[1] Website | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://kovarabir.com/ 24-04-2024
Verlinkte Artikel: 14
Gruppe: Artikel
Artikel Sprache: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 21-04-2024 (0 Jahr)
Art der Veröffentlichung: Born-digital
Dokumenttyp: Ursprache
Inhaltskategorie: Medien
Inhaltskategorie: Artikel und Interviews
Inhaltskategorie: Geschichte
Inhaltskategorie: Kurdenfrage
Städte: Amed
Technische Metadaten
Artikel Qualität: 99%
99%
Hinzugefügt von ( ڕاپەر عوسمان عوزێری ) am 24-04-2024
Dieser Artikel wurde überprüft und veröffentlicht von ( سارا ک ) auf 24-04-2024
Dieser Artikel wurde kürzlich von ( ڕۆژگار کەرکووکی ) am 14-06-2024 aktualisiert
URL
Dieser Artikel ist gemäss Kurdipedia noch nicht finalisiert
Dieser Artikel wurde bereits 166 mal angesehen
Verknüpfte Datei - Version
Typ Version Ersteller
Foto-Datei 1.0.152 KB 24-04-2024 ڕاپەر عوسمان عوزێریڕ.ع.ع.
Kurdipedia ist die grösste Quelle für Informationen
Bibliothek
Verfolgung und Diskriminierung von Christen 2019
Biografie
Fevzi Özmen
Bibliothek
Reisebericht über Tur Abdin - Berg der Knechte Gottes
Biografie
Ismail Küpeli
Bibliothek
Die Autonome Region Kurdistan
Artikel
Gössner: „Türkei missachtet Urteile des Europäischen Gerichtshofs für Menschenrechte“
Artikel
Save the Children: 1.300 ezidische Kinder noch immer vermisst
Bibliothek
Muttersprachlicher Unterricht in kurdisch Entwicklung von Unterrichtsmaterialien
Biografie
Mely Kiyak
Biografie
Sebahat Tuncel
Artikel
Kurdische Verkehrshinweise übermalt
Bibliothek
Wiener Jahrbuch für Kurdische Studien
Biografie
Leyla Îmret
Biografie
Saya Ahmad
Artikel
Şengal gedenkt des Völkermords vor zehn Jahren
Biografie
Dilan Yeşilgöz
Artikel
Lisa Çalan: „Als Künstler:innen den Rahmen der Zensur sprengen“
Biografie
Hüseyin Aykol
Biografie
Halil Öztoprak (Xalil Alxas)
Biografie
Serdar Karakoç

Actual
Bibliothek
Hommages et Opera Minora Monumentum H.S. Nyberg - II
01-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Hommages et Opera Minora Monumentum H.S. Nyberg - II
Bibliothek
Minderheiten in der Türkei: Die Kurden
28-01-2024
هەژار کامەلا
Minderheiten in der Türkei: Die Kurden
Bibliothek
Christen und Jesiden im Irak : aktuelle Lage und Perspektiven
05-06-2024
هەژار کامەلا
Christen und Jesiden im Irak : aktuelle Lage und Perspektiven
Bibliothek
SOZIALE ÖKOLOGI
27-06-2024
هەژار کامەلا
SOZIALE ÖKOLOGI
Biografie
Serdar Karakoç
11-07-2024
هەژار کامەلا
Serdar Karakoç
Neue Artikel
Biografie
Metin Hakkı Uca
31-07-2024
هەژار کامەلا
Bibliothek
Die Autonome Region Kurdistan
31-07-2024
هەژار کامەلا
Bibliothek
Verfolgung und Diskriminierung von Christen 2019
31-07-2024
هەژار کامەلا
Biografie
Hejar Kamala
28-07-2024
سارا ک
Biografie
Arif Tekin
28-07-2024
هەژار کامەلا
Biografie
Aytekin Yılmaz
28-07-2024
هەژار کامەلا
Biografie
Issam Aziz Sharif
21-07-2024
هەژار کامەلا
Bibliothek
Reisebericht über Tur Abdin - Berg der Knechte Gottes
13-07-2024
هەژار کامەلا
Biografie
Hüseyin Aykol
11-07-2024
هەژار کامەلا
Biografie
Serdar Karakoç
11-07-2024
هەژار کامەلا
Statistik
Artikel
  529,636
Bilder
  107,240
PDF-Buch
  19,938
verwandte Ordner
  100,708
Video
  1,470
Sprache
کوردیی ناوەڕاست 
302,621
Kurmancî - Kurdîy Serû 
88,875
هەورامی 
65,828
عربي 
29,191
کرمانجی - کوردیی سەروو 
16,920
فارسی 
8,920
English 
7,366
Türkçe 
3,590
Deutsch 
1,477
Pусский 
1,134
Française 
324
Nederlands 
130
Zazakî 
85
Svenska 
57
Հայերեն 
49
Italiano 
40
Español 
39
لەکی 
37
Azərbaycanca 
21
日本人 
19
Norsk 
14
עברית 
14
Ελληνική 
13
中国的 
12
Gruppe
Deutsch
Artikel 
865
Bibliothek 
307
Biografie 
247
Dokumente 
32
Märtyrer 
17
Veröffentlichungen 
5
Plätze 
1
Parteien und Verbände 
1
Video 
1
Die Frauenfrage 
1
Repositorium
MP3 
323
PDF 
30,367
MP4 
2,389
IMG 
196,114
Suche nach Inhalten
Kurdipedia ist die grösste Quelle für Informationen
Bibliothek
Verfolgung und Diskriminierung von Christen 2019
Biografie
Fevzi Özmen
Bibliothek
Reisebericht über Tur Abdin - Berg der Knechte Gottes
Biografie
Ismail Küpeli
Bibliothek
Die Autonome Region Kurdistan
Artikel
Gössner: „Türkei missachtet Urteile des Europäischen Gerichtshofs für Menschenrechte“
Artikel
Save the Children: 1.300 ezidische Kinder noch immer vermisst
Bibliothek
Muttersprachlicher Unterricht in kurdisch Entwicklung von Unterrichtsmaterialien
Biografie
Mely Kiyak
Biografie
Sebahat Tuncel
Artikel
Kurdische Verkehrshinweise übermalt
Bibliothek
Wiener Jahrbuch für Kurdische Studien
Biografie
Leyla Îmret
Biografie
Saya Ahmad
Artikel
Şengal gedenkt des Völkermords vor zehn Jahren
Biografie
Dilan Yeşilgöz
Artikel
Lisa Çalan: „Als Künstler:innen den Rahmen der Zensur sprengen“
Biografie
Hüseyin Aykol
Biografie
Halil Öztoprak (Xalil Alxas)
Biografie
Serdar Karakoç
Ordner
Biografie - Geschlecht - Männlich Biografie - Nation - Kurde Artikel - Provinz - West-Kurdistan Artikel - Provinz - Armenien Artikel - Provinz - Syrien Artikel - Provinz - Türkei Artikel - Provinz - Kurdistan Artikel - Provinz - Austria Bibliothek - Provinz - Deutschland Artikel - Provinz - Deutschland

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.75
| Kontakt | CSS3 | HTML5

| Generationszeit Seite: 1.312 Sekunde(n)!