Kurdên sirgûnbûyî yên Qazaqistanê
Seevan SAEED
Ez xweş pê dizanim ku li ser kar û xebatên kurdên sirgûnbûyî di #dîroka Kurdistanê# de kêm zaniyarî hatiye ber çavên me. Bi sedan û hezar çîrokên nenivîsandî û nedîtî yên me hene. Ya ku ji bo min zelal e ev e ku gelê Kurdistanê ji her gel û komên din yên vê navçeyê zêdetir êş û derd û zehmetî kişandiye. Di navbera hêzên mezin de her tim bûne ketine bin her du kevirên destharan de. Di navbera rom û ecem de kurd her tim bê maf û bê statu mane. Kurdan di navbera hêzên rus û îngilîz û tirk û îranê de gelek rojên tarî dîtine.
Li vir, ez dixwazim bi kurtasî li ser yek mijara ji hezaran bûyerên ku bi ser kurdan de hatiye hinek tiştan bînim ziman. Li #Qazaxistanê# pariyek mezin kurdên diyaspora dijîn. Bi qasî 200.000 kurd hene. Di salên 1937 û 1944 û herî nêzik ji di sala 1988’an ew sirgun û koçberê wê walatê bûne.
Wekî ku tê zanîn, kurdên Qazaqistanê, piranî an jî bi temamî kurdên misilman ê sunni û kurmanc in. Di nava wan de, pariyek pir kêm kurdên zaza hene. Ya ku pir balkêş û cihê şanazîye jî kurdên wê derê pir baş ziman dizanin û çanda xwe parastine. Meriv gava digel wana dipeyivê, meraq dike çawa ev xelk bi vî awayî dikare bi zimanê xwe bipeyive.
Ji bo min sedema parastina çand û zimanê wan ev e ku di dilê wan de her tim welatê wan heye ku jê dûr in. Piştî ew qas salan jî, dîsa ji bo wan, welat ne Qazaqistan e; belkî hê jî welatê wan Kurdistan e. Ev yek sihrek e (magic) ku di nav xwîn û damar û hestîyên wan de maye. Li vir lazim e ez ked û xebatê mamostayê hêja Apê Nadir bi bîr bînim. Profesor Nadir Kerîmovîç Nadirov yek ji mezinên me ye ku li Qazaqistanê xizmetek mezin bi gelê me kirîye. Li çand û zimanê me xwedî derketiye. Gelê me li Qazaqistanê dibêjin ku Apo Nadir ji zarokên kurd re gotiye ku ew nikare bi rusî biaxive. Di nav mal û di nav civakê de her tim bi kurdî xebat kiriye. Di bin deshelata Sowyetê de rexmî laîkbûn û komunîst bûn jî, kurdan çand û zimanê xwe pir xweş parastine.
Piştî nod sal jî, dîsa em dikarin bibêjin ku rexmi hezaran zor û zehmetî jî gelê kurd li welatên dûr û di rewşa sirgûnbûyî de jî hê jî li ber xwe didin. Ev yek ji bo min dibe sedem ku hertim hêviya xwe bi pêşeroja gelê xwe winda nekim. Gelek wisa bi himmet û îrade lazim e bi ser bikeve. Spas ji bo gelê me yê ji welêt dûr. Spas ji bo gelê me yê li Qazaqistanê. Spas ji bo Apê Nadir.
Ji Ozgur Polîtîkayê hatiye girtin
[1]