=KTML_Bold=Hesp û Dîroka Wan a Qedîm=KTML_End=
Mizgîn Amak
Dema navê #hespan# tê bilêvkirin bes “azadî û esalet” xwe rohnî dike di hişê me de. Li gor çavkanîyên li ber destan di dîrokê de ji bo hêsanîya kar û barên xwe, cara yekem qewmê Asyayî “hesp” kedî kirine. Lê tebîeta hespan li ser kovîtî û azadî yê ye. Wexta mirov paş ve vedigere dîroka hespan, di mîtolojîya yûnanîyan de hespê Pegasos heye. Hesîodos di derheqê jidayîkbûna Pegasos di pirtûka xwe “Teogania” de wilo nivîsandiye:
“Sthenno, Euryale û Medûsa ya bêbext…
Wexta ku Perseus serê wê jê kir
Ji xwîna wî Chrysaor û Pegasos çê bûn.”
Bi kurtasî em dikarin bêjin li gor mîtolojîya yûnanîyan Pegasos, ji xwîna Medûsa çê bûye ango hatiye efirandin. Her weha gava em vedigerin nav kurdan, hesp û îmaja hespan rengekê giring di xwe de dihewîne. Hesp li ber dil û çavên me kurdan gelek biqîmet in. Mêrxas û begên me yên dîrokî hemî bi hespên xwe yên bi cins ên wekî çale, kumêt, kihêl û hwd dihatin nasandin. Lê hespê herî li ber dilê kurdan bilind û şêrîn hespên “kihêl” bûn. Heta hespên kihêl ji gotinê pêşîyan re jî bûne mijar, weka:
-Hespê kihêl di binê mêrxasan de dibezin.
-Hespê kihêl qamçîyê li xwe nade xistin.
Û hwd. gelek kilam û helbest jî li ser hespên kihêl hatine gotin û nivîsandin.
Li gor agahîyên zanistî hesp ajalên hestkûr in, ango dilzîz û hestbar in. Di nava hesp û siwarê wan de têkiliyek kûr heye. Gelek kesên xwedî hesp dibêjin ku; dema xemgîniyek xwe li ser me bandor bike û wê demê em bi hespên xwe re nêz bin, ew vê yekê hîs dikin û ew jî mîna me xemgîn dibin. Vê yekê jî li gor zimanê xwe nîşan didin. Pêşîyên me jî li ser vê mîjarê gotine ku “Hespê çê siwarê xwe baş nas dike.”
Gava em berê xwe didin dîrok û destanên kurdan em dibînin ku hesp çi qas ajalek qedîm û pîroz e. Mela Mehmûdê Beyazîdî jî dibêje “Kurd, xwedî hespên baş in.” Gelek destan û çîrok hene di dîroka me de ku behsa hespan û siwarên wan dike lê ez dixwazim bi kurtasî behsa hespê Dewrêşê Evdî û Hedban bikim. Bî rastî çîroka wan zêde bi bandor û watedar e.
Hedban hespek pîroz bû û li gor agahîyên gîhaştine roja me ji xeynî Dewrêşê Evdî pêve ti kes lê siwar nebûye. Hedban ji bilî Dewrêş tu kesî nêzîkî xwe nedikir. Li gor destanê Hedban û Dewrêş ji bo hev hatine efirandin. Û ew her dû jî di heman şerî de bi hevre hatine kuştin.
Her weha di dîroka kurda de hîn gelek hespên esîl hene ku navê wan bi beg û mîrê wan retê bi deng kirin. Dixwazîm çend navên hespên destanî û siwarê wan yê kurd jî bi were parve bikim.
Hespê Dewrêşê Evdî : Hedban
Hespê Bavê Fexrîya : Gêjo
Hespê Ristemê Zal : Rexşê Belek
Hespê Mahmûd Begê Cizîrî : Secra
Hespê Bavê Lalo : Kovê
Hespê Emer Axayê Millî :Şemlan
Hespê Memê Alan : Bozê rewan
Hespê Seymendê Selîvî : Demmelqeran
Hespê Yadoyê Dimilî : Nîgar
Hespê Emînê Ehmed : Sîqal
Hepsê Cembelîyê Kurê Mîrê Hekarî : Xemrevîn
Hespê Evdalê Zeynikê : Gogerçîn
Hepsê Keyxusrev : Şevdiz
Hespê Elî şêr : Dundul
Hespê Ferzende beg : Eznewir
Hespê Cemîlê Çeto : Çalo
Bi vî rengî dirêj dibe diçe navnîş…
Hesp bûne aheng di çarînên helbestan, bûne rih di destanên neyarkûjan de, bûne deng di kilamên dengbêjan de û bûne mirad di xeyalê kezîdirêjan de.
“Bextê min û te
Rastî hev hetin
Li ser bozê rewan”
Gotiye Memê Alan ji bo Zîna botan…
Her siwar û hespê xwe xwedîyê çîrokek dirêj û bi taybete di dîroka kurdan de. Li gor nerîna me, em dikarin ji vir bigihêjin wate ya “Hesp ajalek herî qedîm û pîroz e li ber dile qewmê pezkovîyan”. Dixwazim nivîsa xwe bi helbestek ji hibira pênûsa xwe biqedînim:
“Hespeke qîr û rewanî
Li ser axa wêranî
Bi çargavan bilezîne
Ev Memê min e, ne yê Zîne
Mala bêbexta pê nehesîne
Bendewar û aramim ez…”
[1]