Nav paşnav: Abdullah Nebû
Nasnav: Mordem Eylûl
Cihê jidayikbûnê: Hims
Dayik-Bav: Xîtam -Ahmed
Dem û cihê şehadetê: Tîrmeh 2024/#Zap#
MORDEM EYLÛL
WEKE EREBEKÊ LI HEMBERÎ DAGIRKIRINA KURDISTANÊ HÊRSEKE MEZIN NÎŞAN DA
Hevrêyê me Mordem li bajarê Humûs ê Sûriyeyê di nava malbateke me ya ji gelê me yê Ereb de ji dayîk bû. Hevrêyê me heya 11 saliya xwe li bajarê Humûsê jiya û piştre ji ber ku malbata wî koçî Rojava dike û jiyana xwe li vir didomîne. Hevrêyê me yê ku piştî malbata wî koçî Rojava dike, gelê Kurd nas dike, berovajî tiştên ku li dibistanên pergalê tên fêrkirin, bû şahid ku gelêKurd bi ziman û çanda xwe parastina hebûna xwe dike. Hevrêyê me yekem nakokiya xwe ya li gel pergalê di mijarê de jiya û bi demê re lêpirsînên xwe kûrtir kirin. Hevrêyê me ji hevalên xwe yên Kurd, rastiya gelê Kurd û têkoşîna wan a azadiyê nas dike û bi taybet jî eleqeyeke mezin nîşanî şerê gerîla û rastiya Rêber Apo dide. Hevrêyê me ji malbata xwe û perwerderdeyên distîne, hîn dibe ku divê hemû însan bi awayekî wekhev û azad bijîn û li hemberî dagirkirina Kurdistanê li cem hêrseke mezin peyda dibe. Ji ber vê yekê biryarê dide ku têkoşîna gelê me ya ji bo azadiyê ji nêz ve nas bike. Hevrêyê me ji suhbetên li gel hevalên xwe derfetê bi dest dixwe ku Rêber Apo nêztir binase û ji bo zanînên zêdetir, dest bi lêkolînan dike. Hevrêyê me Mordem ê ku derfeta xwendin û fêmkirina nêrînên Rêber Apo yên têkildarî jiyana azad û yekîtiya gelan, bi dest dixe, dilsoziya wî ya ji bo Rêber Apo her ku diçû zêdetir dibû. Hevrêyê me bi taybet jî dibîne ku ev fikir bes ji teoriyê pêk nayên û bi Şoreşa Azadiyê ya Rojava re hatine jiyanîkirin ûher wiha weke ciwanekê digihîje wê hizrê ku li hemberî gelên me xwedî berpirsiyar e û li gel vê yekê jî biryarê digire ku tevlî refên têkoşînê bibe. Hevrêyê me yê ku ji sekna jiyanî ya mîlîtanên Apoyî û têkiliyên hevrêtiyê bi bandor dibe, qanih dibe ku jiyana lêdigeriya peyda kiriye û cihê xwe dina refên têkoşînê de girt.
DI TÊKOŞÎNA LI DIJÎ ÇETEYÊN DAÎŞ’Ê DE ROLEKE AKTÎF LÎST
Hevrêyê me weke pêngava yekem li qada Rojava tevlî xebatan dibe û bi perwerdeyên li vir distîne di demeke kurt de xwe di warê leşkerî de pêş dixe. Hevrêyê me yê ku di têkoşîna li dijî çeteyên DAÎŞ’ê de yên êrîşî li yekîtiya azad û xwişk-biratiya gelan dike, roleke girîng dilîze û bi demê re derfeta nasîna xwe û nasîna têkoşînê bi dest dixe. Hevrêyê me Mordem di warê leşkerî de di asteke diyar de tecrûbeyan bi dest dixe û di wê baweriyê de bû xwe di warê îdeolojîk de zêdetir pêş bixe. Girêdayî vê yekê hevrêyê me tevlî perwerdeyên akademîk dibe û li gel bi dehan hevrêyên weke xwe yên Ereb, kete pêvajoya zêdetir fêmkirina Rêber Apo. Hevrêyê me Mordem ku di çarçoveya parastinên Rêbertiya me de perwerdeya xwe distîne û di warê dîrokî de agahiyên girîng bi dest dixe. Hevrêyê digihîje wê baweriyê ku sedema şerên li Rojhilata Navîn û rewşa koledariyê ya gelên me di nav de, modernîteya kapîtalîst e û li ser têgehên Modernîteya Demokratîk û Neteweya Demokratîk ku Rêbertiya me weke çareserî pêşniyar kirine, zêdetir xwe kûr dike. Hevrêyê me Mordem ku were mîlîtanekî Apoyî xwe bi hemû kesateya xwe xwe li ser felsefeya Rêbertî hûr dike û ji bo erkên mîlîtantiyê bi cih bîne, tevlîbûneke fedaîyane pêk anî. Girêdayî vê yekê hevrêyê me berê xwe dide çiyayên Kurdistanê û tevlî refên gerîlayan dibe.
BI TEVLÎBÛNA XWE YA BIMORAL Û BÊHESAB DI NAVA ŞERÎ DE CIHÊ XWE GIRT
Hevrêyê me Mordem ku di warê jiyana çiya û gerîlayan de bê tecrûbe ye, her çend di destpêkê de bi hin zehmetiyan re rû bi rû bimîne jî bi saya kesayeta xwe ya bihêz û biîrade karî yek bi yek ji zehmetiyan derbas bibe. Ji ber ku hevrêyê me weke hevrêyên xwe di nava heman hest û fikrê de bû zehmetî nedîtin û di demeke kurt de zimanê Kurdî fêr bû û derfeta ku diyaloga bi hevrêyên xwe re xêdetir pêş bixe, bi dest xist. Hevrêyê me her çend jiyana PKK’ê fêm dikir û ked dida, dizanî ku cudahiyên çznd û ziman li pêşiya jiyana hevpar ne asteng in û ji bo ku vê jiyanê xweştir bike her ku diçû xwe zêdetir bibersiyar hîs dikir. Ji ber vê yekê hevrêyê me gihîşt wê baweriyê ku têkoşîna xwe mezintir bike û ji bo tevlîbûna xebatên Hêzên Taybet pêşniyarên xwe anîn ziman.
Bi saya kesateya xwe ya bibiryar û jidil pêşniyara hevrêyê me Mordem tê qebûlkirin û ji pêvajoyeke perwerdeyê re derbas dibe. Di vê pêvajoya perwerdeyê de bi saya dilê xwe yê pak hevrêyê me hemû caran aliyên jiyanê yên herî erênî û xweşik dîtin û bi saya vê taybetmendiya xwe ji aliyê hevrêyên xwe ve gelekî hate hezkirin. Her wiha hevrêyê me dema ku hewce dikir, li hemberî kêmasî û şaşiyan jî rexneyên xwe dianî ziman û ji bo parastina jiyana gerîla ya pîroz ku bi bedêlên mezin hatiye afirandin, gavek jî paşde neavêt. Hevrêyê me piştî perwerdeyê di xebatên pratîkê de cihê xwe girt û bi saya terza xwe ya bidîsîplîn û fedakar di demeke kurt de bû xwedî kedeke mezin ku serkeftinên girîng werin bidestxistin. Ji ber vê yekê karî bibe mîlîtanekî Apoyî yê mînak. Hevrêyê me Mordem ji bo ku li cem hevrêyên xwe yên di tûnelên şer de li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê li ber xwe didin, cih bigire tim israr kir û asta xwe ya gerîlatiya profesyonel karî baweriyeke mezin bide hevrêyên xwe.[1]