Jan Dost romannivîs, helbestvan, wergêr û nivîskarekî kurd e.
Ew di 12ê adarê sala 1965 an de li bajarê Kobanî hatiye dinyayê. Xwendina xwe heta lîseyê li Kobanî qedandiye. Ji sala 1985 an heta 1988an li zanîngeha Helebê fakûlteya zanistê beşê Biyolojiyê xwend, lê temam nekir.
Jan Dost di dehsaliya xwe de dest bi nivîsîna helbestên erebî kir paşê ji panzdesalî de qulipî zimanê kurdî. Çîroka wî ya yekem Xewna Şewitî sala 1993 an di pêşbirka kurteçîroka Kurdî de li Sûriyê xelata yekem stand. Her wiha li Tirkiyeyê jî li ser sehneyê hatiye lîstin. Ji bilî wê çîrokê, Jan Dost çend çîrokên din j nivîsandine, wek Mistek ax ku sala 2007 an li Almanyayê bû kurtefîlmek, û rûyekî şêrîn û hinin din.
Her wiha gelek helbest û lêkolîn bi erebî û kurdî di rojname û kovarên cihê de weşandine. Jan Dost di malpera Diyarnameyê de di quncika xwe ya bi navê Şevnem de ji 2007an heta 2012 nivîsar dinivîsandin.
Jan Dost ji sala 2000î de li Almanyayê dijî û ji adara 2009 an de hemwelatiyê Almanyayê ye.
$Berhemên wî$
$Romanên bi kurdî$
Mijabad Weşanxaneya Belkî, Amed, Sibat 2003. wergerandina bi tirkî Sisli Şehir. Kawa Nemir. Beybun Enqere 2004
3 gav û 3 darek. Şeva dawî di jiyana Şêx Seîdê kal de. roman. 2007. weşanxana Avesta. Stembol.Çapa duyem Avesta 2012
Mîrname. Roman. çapa yekem 2008. Çapa duyem 2012 Istembol. weşanxana Avesta. Wergera bi tirkî: Muhsin Kizilkaya. Ithaki. Istanbul. 2011. Wergera erebî Kalima, Ebû Zebî 2011. Wergera soranî Sebah Ismaîl, Endêshe, Silêmaniyê 2013
Martînê Bextewer. Avesta, Stembol. Gulan, 2012.
Romana Kobanî. Dara Yayinlari. Diyarbekir. 2017
$Romanên bi erebî$
Eşîq el-Mutercim, عشيق المترجم. Roman, Dubai, 2014.
Dem Ela El Mizana دم على المئذنة. Roman, Qahire, Misir. 2014
Nawaqis Roma نواقيس روما Roman. Bêrût, Libnan. 2016
Otubusa Kesk باص أخضر Roman. Mîlano. Îtalya.2019
Korîdora Efrînê, ممر آمن, Roman, Tûnis, 2019
Jînenigarîya Xebat, سيرة خبات, Şam, 2020
Destxeta Petersburgê, مخطوط بطرسبورغ, Tûnis 2021
Ew li hêvîya berbangê ne. إنهم ينتظرون الفجر Roman, Bêrût. 2022
Ellahî, اللاهي, Roman, Bêrût. 2022
$Helbest$
Kela Dimdim, Destan. weşanên Rewşen û Melsa 1991 Bonn-Stembol. Çapa çaran: Avesta- Stembol havîn 2011
Sazek ji çavên Kurdistan re أغنية لعيني كردستان, Helbest bi kurdî û erebî. 1994. Sûrya
Dîwana Jan. Helbest. 2010. Semakurd. Dubai
Dîwana Jan. Helbest. 2012. Avesta. Stembol
$Werger û lêkolîn$
Mem û Zîn bi erebî; مم و زين çapa 1 Şam 1995. ilegal, çapa 2 Beyrût 1998, çapa 3 Dihok 2006, çapa 4. Şam. sibat(reşemî). 2008. çapa 5 Qahire. Misir 2014
Şiir we şueraa شعر و شعراء - مختارات من الشعر الكردي القديم و المعاصر kitêbek biblografî li ser helbestvanên kurd yên kevn û nû. 1991 sûrya
Mehabad ber bi olimpiyada xwedê de - Stembol 1996 helbesta Selîm Berekat wergerandin bi kurdî. weşanxana Avesta
Bedayiulluxe بدائع اللغة ferheng Kurdî-Erebî wergerandin ji Farisî, 1997.Sûrye. çapa ilegal
Elhedîqe el Nasiriyye الحديقة الناصرية في تاريخ و جغرافيا كردستان wergerandin ji farisî, bi erebî weşanxaneya Aras Hewlêr 2002
Sirûda baranê, helbestên Bedir elseyyab wergerandin ji erebî. Stembol Avesta1995
El Durr El Semîn fî şerhî Mem we Zîn الدر الثمين في شرح مم و زين werger û şiroveya Mem û Zîna Ehmedê Xanî bi zimanê erebî. Dihok weşanxaneya Spîrêz 2006.
Mem û Zîn bi kurdiya îro. Avesta. Stembol. 2008
Adatul-Ekrad. رسالة في عادات الأكراد وتقاليدهم. kitêba Mele Mehmûdê Bazîdî: adat û risûmatnameê Ekradiye. Abû Dabî. 2010.
Adat û Risûmatnameê Ekradiye. kitêba Mehmudê Bazîdî. wergerandina bi ser tîpên latînî ve û ravekirin. Weşanxaneya Nûbihar. Stembol. 2010
Mem û Zîn. şirove û bi kurdiya îro. Avesta Stembol 2010.
Ferhenga Kurdistanî. kurdî/kurdî. Nûbihar. Stembol. 2010.
متاهة الجن wergera romana Hesenê Metê: Labîrenta Cinan. Kalima. Ebû Zebî 2013
رماد النجوم Ariya (xweliya) Stêran. kurteçîrokên hilbijartî. Belavkirina Meqam, Qahire-Misir 2014
وطن من ضباب. Mijabad bi erebî. Qahire, Misir. Belavkirina Meqam 2014
Perik. Romana Selîm Berekat ji erebî. Weşanxaneya Ayrinti. Stenbol 2015
Şerha Dîwana Cizîrî. wergerandin. Dara. Diyarbekir. 2018
Xanî û Cizîrî: du stûnên wêjeya kurdî. Dara. Diyarbekir. 2018
$Medya û Rojnamevanî$
$Kovar û Rojname$
Torevan. Edîtor. Sûrî. 1986-1987
Welat, Welatê Me û Azadiya Welat. Nûner û nivîskar. 1992-2002
Avesta. Edîtor. Almanya. 2000-2002
Pêl. Edîtor. Almanya 2003
Diyarname. Qunciknivîs. 2007-2012
Hecelname (حجلنامه ). Edîtor. Swêd. 2003-2005
$Tv`yên ku bi wan re xebitiye$
Medya Tv. 2001-2002. Bruksel. Nûçexwan û bernamevan
Zenûbya Tv. Bruksel. 2009-2010. Nûçexwan û bernamevan
$Fîlm$
Mistek ax. ev çîroka jan Dost ji hêla derhênerê kurd Şiyar Ebdî bû kurte filmek
$Şano$
Çîroka xewna şewitî ku xelata yekem di pêşbirka çîroka kurdî li Sûriyê sala 1993 an wergirt, li Tirkiyê û Kurdistana bakur bû şano û li ser sahneyê hatiye lîstin.
[1]