Nivîskar: #Abdusamet Yigit#
Şêwe: Felsefe û civaknasî
Ziman: Kurdî
Dîrok: 2015
Weşanxane: Soran
Rûpel: 135
Kevneşopiya hamawiyê, pirtûka nivîskarê kurd Abdusamet Yigit e.
Pirtûk, di sala 2008´an hatîye nivîsandin. Care pêşî, di sala 2015´an de hatîye weşandin. Pirtûk, li ser kevneşopîyên civate kurd û di roja me de rewşa civate kurd disekinê. Di pirtûkê de, kevneşopîya hamawîyê, weke destûreka civatî a civate kurd û pîroz di pirtûkê de nîşandin. Weke destûra aramî aşîtîyê ya pîroz jî tê bi nav kirin. Li gorî kevneşopîya hamawîyê, dema ku du aşîr û an jî ku du mirov bi hevdû re şer bikin û ku jinek kurd herê û li nava wan bisekinê û hawawîya xwe biavêja ardê li nava wan, êdî ew jî mecbûrîn ku dawî li şerê di nava xwe de bînênin. Di berhema Mem û Zîn a Ehmedê Xanî de jî, dema ku li ser listika sedrencê mem û mîr li hevdû dirabin ku jinek tê û li nava wan hamawîya xwe diavêje ardê, êdî ew jî, di cih de disekin in. Ev kevneşopîya hamawîyê a civate kurd, li Kurdistanê bi hezaran salan hebûya. Nivîskar Abdusamet Yigit, vê dîroka wê kevneşopîya hamawîyê a civate kurd, bi zimanekî felsefîkî, di nava rewşa civatîya Kurdistanî de wê bi dîroka wê û ya civatê re tînê ser ziman. Bi çerçoveya vê destûra pîroz a civate kurd re dema ku mirov li dîrok û pêşketina civate kurd dinerê, dîmenekî wê yên din ê vêşarî mayî xwe dide dîyarkirin û mirov wê dibînê.[1]