PIRTÛKA BABAYÊ KELEŞ RONAYÎ DÎT
Li bajarê Îşêvskê (Rûsya) pirtûka Babayê Keleşe bi navê «Serhatî û helbest» ronayî dît. Bila qurbetî û pozbilindî tê tunebe, gava em bêjin, wekî xudanê van xetan ne ku tenê eva pirtûka efrandinên hogirê xweyî pênûsê ji bo çapê amade kirye, lê usan jî hemû çixarên çapxanê hildaye li ser xwe.
Berevoka efrandinên Babayê Keleşe pêşin ya bi navê «Nîşanî» sala 1983-an li Yêrêvanê çap bûye. Pêşgotina berevokê nivîskarê naskirî Emerîkê Serdar nivîsîye, yê ku qîmetekî baş daye wê berhema nivîskarê genc.Hema wê salê jî Delîlo Îzolî ewê pirtûkê (herwiha pirtûka Xelîlê Çaçan ya «Morîyê Nenê») ji tîpên kîrîlî dughêre li ser tîpên kurdîya latînî û li Hollandayê dide çapkirinê.
Berevoka «Serhatî û helbest» pirtûka Babayê Keleşe dudane, ya ku mixabin piştî mirina wî tê weşandinê. Di vê berevokê da serhatîyên Babaye salên 1980-î û helbestên salên temenê wîye dawî cîwar bûne. Ewî pêra negîhand vê berhema xwe ji bo çapê amade bike. Ew payîza sala 2014-an çû ber dilovanîya Xwedê. Sed heyf, gelek xîyalên wî nîvcî man.
Gava me ev berevoka ji bo çapê amade dikir û li ser destxetên Babayê Keleş kar dikir, tiştek me ra eşkere û zelal bû: ewî payê van serhatîyaye pirrê hela niveka salên sedsala buhûrîye 80-î tomar kiribû wek berevoka cihê û dabû beşa kurdî ya Şêwra nivîskarên Ermenîstanê bona di civîna xwe da binirxîne û biryara çapkirinê bide. Lê di civînê da biryara çapkirina berevokê nehate dayînê. Gelo sebeb çi bû? Di wê civînê da xudanê van xetan jî amade bû. Û baş tê bîra me, ku bona çi Şêwra nivîskaran rê neda weşyana berhema Babayê Keleş. Hinek nivîskarên me dijî berhemê derketin, digotin, ku di wan serhatîyan da «çavderî» heye, mêrxasên evîndar «bênamûsîyê dikin…». Çîye-çîye, di çend serhatîyan da hinek mêrxas kel û hesîna hizkirin-evînê pirtîkî vekirî dîhar dikin…
Hemû serhatîyên Babayê Keleş bi vî teherî hatine navkirinê: «Serhatî derheqa…». Ji bo minak: «Serhatî derheqa hedkirina dinyaêye lape şada», «Serhatî derheqa wê yekêda, wekî jinikê çawa xwera mêr dest xist»…
Mijara serhatîyên Babayê Keleş çîye? Ew jîyana gundê kurmancaye, hilgêr-dagêre, xeysetê gundîyaye sadeye, danûstendina navbera mirovaye.
Gava bi guhdar helbest û serhatîyên Babayê Keleş dixwînî, naverok û lewzê xudanê wane dewlemendra tevayî tiştekî bi taybet jî texmîn dikî: tê bêjî hemû nivîsarên wî «milahîm û aramîne», notla avên çavkanîyên Elegezê paqij û zelalin, nerm dikine xule-xul, dikşin û têne xarê, tîbûna mirovên kesirî dişkênin... Ew jî ji xeysetê Babayê Keleş, ji zanebûn û terbîyet-torê wî yê kurmancî tê. Ew mirovekî berbihêr, maqûl û giran bû, wek dibêjin, bendekî şikestî bû. Tu gotineke xirab û netê ji zarê wî nedihate xarê, bi dilrehmî û xêrxwezî ewî li benda mêze dikir. Bawerbikî di nava temamîya temenê xwe da ewî dilê tu kesî ji xwe nehîşt. Lema jî di serhatîyên wî da mêrxasên wî jî dilrehm, xêrxwez û dûreşerin, nakevine nava dew û dozên civakêye giran.
Helbestên wî jî usanin, tê bêjî xudanê wana bi xwera dang dike, bi xwera dikeve gotebêjê, dilê xwe li ber xwe vedike, lo hela gaznê xwe li ber xwe jî dike…
Di helbesteke xwe da Babayê Keleş dinvîse:
Wexta hatim dinîyayê,
Min dayka xwe pirsî:
– Kanê welatê me?
Dayîka min deng nekir,
Lewra ez kerba giryam!..
Lê di helbesteke xweye dinê da (piştî gelkujîya Şengalêye tebaxa sala 2014-an) Baba gaznê xwe ji Xwedê dike û pirsê dide, ku ji bo çi xwîna gelê me herdem tê rêtinê? Ew bi xwe jî bersivê dide: «Dibek, Xwedê bi xwîna meye xas av dide baxçê buhuştê...».
Kesekî hela ji bo welatê xwe,
Ewqas xwîn nerêtîye, çiqas me,
Lê gişk bûne xwedî milk-dewlet,
Ax, xwîna me hela hê dirije…
Ez derc nakim, çîye manî,
Ku xwîna me Xwedê xweş tê,
Dibek, Xwedê bi xwîna me xas
Av dide baxçê buhuştê...
Baba gazinê xwe ji heval û hogiên xwe jî dike: «Gava em li bal hevin, yek me naxweze xêra yekî din, lê gava em dûrî hev dikevin, em bi hev ra heyr û hisretin, em mukurîya hevdû dikin!..».
Gerekê bê gotinê, wekî hemû helbestên Babayê Keleş bi hewaskarî têne xwendinê, ew bi «rûva» tê bêjî hinekî sadene, lê kûrfikirin, di wana da felsefîke veşartî heye, ya ku şedetîya şureta xudan dide.
Ev çarxetên jêrîn hewcê şirovekirinê nînin. Di wana da ne ku tenê welatparêzîya Babayê Keleş tê ber çava, lê usa jî fikir û mitalê wî dîhar dibin di hindava evînê, jîyanê û mirinê da.
YAZÎYA MIN RA
Yazîya min yazîya gelê mine,
Xerîb û dilsar digerim li dinê,
Xwezil şehîd bûma li Şengalê,
Lê nemirama li ser axa xelqê!..
MILETÊ MIN RA
Min navê te tu cara nekire mertal,
Ji bo qulxa xwe, mal-halê vê dinê,
Lê ez bi xemgînî derdê teyî giran
Bi xewra bar dikim û dibime gorê!..
EVÎNA MIN RA
Nizam çi bikim xwe vê yazîyê,
Berî mirinê çi bikim vî dilê sar,
Eva sê rojin keçek hema tê
Evîntîya min dike dîhar!..
WELATÊ MIN RA
Ji zor û zulmê, evê neheqîyê,
Ku hezar salan miletê me dî,
Dilêm xişivî ji kul û derdan
Û ez bûme şehîdê teyî zêndî!..
BAVÊ MIN RA
Rojîyê Êzdîdin, ax rojê ezîz,
Şîv û paşîvin, eyd û erefat,
Lê dilê min îro dibe du tîş,
Ax, îsal dengê bavê min nehat!..
Babayê Keleş gelek efrandinên bedewetîyê li dû xwe hîştine. Mixabin, pareke helbestên wî ji vê berhemê der mane, ji ber ku me pêra negîhand hemû destxetên wî tomar bikin û li ser kompyûtêrê rêz bikin. Xeysetekî Babayê Keleşî awa hebû: ewî helbestên xwe rojê li ser belgekî, li bloknotekê dinvîsî û datanî kuncekî. Xeysetê wîyî usa tune bû, wekî nivîsarên xwe di deftereke cihê da tomar bike. Em evê yekê dikarin usa jî li ser romana wîye dîrokî ya bi navê «Ro di nava xwînê da» bêjin, ku li defterekê û li ser belgên kaxetêye cihê-cihê nivîsye.
Hemû destnivîsarên Babayê Keleş îro li bal lawê wî–Zade têne xweykirinê û parastinê. Borcê me–hogirên Babaye pênûsê ewe, wekî miqatî mîrata wîye efrandarîyê bibin û wê mîratê bikne milkê gelê me. Eva karê pîroz wê bibe haykelekî baş bona bîranîna Babayê Keleş.
Prîskê Mihoyî pêşgotina pirtûkê nivîsîye û berpirsyarîya wê kirye. Usan jî ewî gotareke berfireh dîyarî kar û jîyana Babayê Keleş kirye. Rojnamevan Mirazê Cemal pareke efrandinên Babayê Keleş ji tîpên kîrîlî guhêrye li ser tîpên kurdîya latînî û serrast kirye.
Pirtûka Babayê Keleşe «Serhatî û helbest» li çapxana bajarê Îjêvskêye «MarŞak» bi 200 meselan hatîye çapkirinê. Berevok formata A5 ye û ji 176 rûpêlan pêk hatîye.
PRÎSKÊ MIHOYÎ,
serokê beşa çapê û weşana pirtûkan ya Ajansa çapê û masmêdîayê (Komara Ûdmûrtyayê).[1]