Brader muzîkvan û wênesazekî kurd e. Brader ango Brader Mûsîkî 1958 li gundê Mûsîka, herêma Mêrdînê hatiye dinyayê. Bavê wî dengbêj bû. Zarotiya xwe li civata bavê xwe li ber stran û serpêhatiyên kurdî derbas kiriye.[1]
Jiyan
Brader Dibistana seretayî û navîn li herêma Mêrdînê xwendiye. Lîseya tenduristiyê li bajarê Wanê xwendiye.Ji ber xebata xwe ya muzîkê dikeve zindana Wanê û 3 meh û nîvan ceza werdigire. Piştî ji dibistanê derdikeve mudurê dibistanê wî saleke ji dibistanê bi dûr dixe. Helbesta xwe ya yekemîn li zindanê dinivisîne.
Ji sala 1986an û vir ve li Holandayê jiyana xwe berdewam dike. Heta niha 10 albûm çêkiriye. Piraniya stranên xwe bi xwe çêdike. Xwe di nava dengbêjî û muzîka modern de mîna pirekê dibîne.
Di gelek film û rêzefilman de jî li gel produktionên Kurd û Holandî leyistiye. Weka li Medya TV de,Dengê Defê, Kolanên Xerîbiyê û De Jonge Die Niet Mer Praaten,Van Godlos niha jî di xebateka nû ya filmekî Holandî de ye. Herwiha di filmê Meşê de jî bi roleke çûçûk xuya bûye. Brader li gel xebatên muzîk û sinemayê xebatên wênekarîyê jî dike. Gelek caran li malper û rojnameyan de nivîsên wî hatine weşandin.
Piştî 18 salan cara yekem di sala 2004 de vegeriya welêt. Li seranserê welêt nêzîkî 30-40 konser dan. Albûma talî di 2005an de bi navê “Pepûlê” derxistiye.[1]