کورديپيديا أکبر مصدر کوردي للمعلومات بلغات متعددة!
حول كورديبيديا
امناء الأرشيف لکوردیپیدیا
 البحث
 ارسال
 الأدوات
 اللغات
 حسابي
 البحث عن
 مظهر
  الوضع المظلم
 الإعدادات الافتراضية
 البحث
 ارسال
 الأدوات
 اللغات
 حسابي
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
المکتبة
 
ارسال
   بحث متقدم
اتصال
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 المزيد...
 المزيد...
 
 الوضع المظلم
 شريط الشريحة
 حجم الخط


 الإعدادات الافتراضية
حول كورديبيديا
موضوع عشوائي
قوانين الأستعمال
امناء الأرشيف لکوردیپیدیا
تقيماتکم
المفضلات
التسلسل الزمني للأحداث
 النشاطات - کرديبيديا
المعاينة
 المزيد
 الاسماء الکوردية للاطفال
 انقر للبحث
أحصاء
السجلات
  582,467
الصور
  123,323
الکتب PDF
  22,038
الملفات ذات الصلة
  124,592
فيديو
  2,187
اللغة
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
315,665
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,191
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,635
عربي - Arabic 
43,433
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,350
فارسی - Farsi 
15,493
English - English 
8,495
Türkçe - Turkish 
3,818
Deutsch - German 
2,020
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
صنف
عربي
السيرة الذاتية 
6,137
الأماکن 
4,863
الأحزاب والمنظمات 
44
المنشورات 
33
المتفرقات 
10
صور وتعریف 
281
الخرائط 
19
المواقع الأثریة 
61
المطبخ الکوردي 
1
المکتبة 
2,894
نكت 
4
بحوث قصیرة 
21,353
الشهداء 
5,000
الأبادة الجماعية 
1,467
وثائق 
996
العشيرة - القبيلة - الطائفة 
6
احصائيات واستفتاءات 
12
فيديو 
64
بيئة كوردستان 
1
قصيدة 
38
الدوائر 
148
النصوص الدينية 
1
مخزن الملفات
MP3 
1,191
PDF 
34,596
MP4 
3,800
IMG 
232,295
∑   المجموع 
271,882
البحث عن المحتوى
Cerbandinek li Ser Hevoksazîya Kurmancî
صنف: بحوث قصیرة
أصبح كورديبيديا كردستان الكبرى، لهُ مؤرشف وزملاء مِن كلِ أرجاءها وكل لهجاتها.
شارک
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
تقييم المقال
ممتاز
جيد جدا
متوسط
ليست سيئة
سيء
أضف الی مجموعتي
اعطي رأيک بهذا المقال!
تأريخ السجل
Metadata
RSS
أبحث علی صورة السجل المختار في گوگل
أبحث علی سجل المختار في گوگل
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Danasîna pirtûk
Danasîna pirtûk
Ji ber ku ev xebat di mijara hevok û hevosaziya #Kurmancî# de xebatek nû ye û li ser vê mijarê di paşeroja dîroka Kurmancî de berhemên kûr û berfireh nehatine nivîsîn, bi taybetî di serenava berhemê de peyva cêrîbînê hat bikaranîn. Ji Celadet Bedirxan bi­gire heta îro, di berhemên li ser rêzimana Kurmancî hatine nivîsîn de di cureyên peyvan de û her wiha di gelek mijarên rêzimanî de konsensusek çêbûye. Lê dema mijar hatiye hevok û hevoksaziyê an berhem qediyaye an jî li ser vê mijarê çend hevok hatine gotin û mijar qut bûye. Di berhemên ku li ser rêzimana Kurmancî hatine nivîsîn de, bi nêrîneke berfirehtir û bi awayekî giştî li ser gramera Kurmancî hatiye rawestandin; lê di vê xebatê de, di ronahiya rêzi­mana Kurmancî de, bî nêrîneke monografîk li ser komepeyv, he­vok û hevoksaziya Kurmancî hatiye rawestandin. Ango ev berhem, berhemeke rêzimanî ya berfireh nîn e; ji ber ku bi tenê di mijara hevok û hevoksaziyê de bi kûrahî li ser hatiye rawestandin, ev ber­hem bûye berhemeke monografîk.

Ji ber ku ev xebat di vê mijarê de xebateke nû ye, hin têgeh û termên nû di pirtûkê de hatine bikaranîn. Di warê têgeh û terman de pirtûkên li ser rêzimana Kurmancî hatine nivîsîn, hatin xwendin û term û têgehên ku li ser konsensusek çebûye hatin tercîhkirin. Lê hin term û têgeh wek pêşniyar hatin bikaranîn. Ji bo zelalkirina mi­jarê û vegotineke zanyarî û bi armanca zimannas ji vê xebatê sûdê werbigirin Îngîlîziya hin term, têgeh û serenavan di nava kevanekê de hat dayîn.

Di vê xebatê de li ser cureyên peyvan nehatiye rawestandin. Wek ku me anî ziman armanc jî ne ew e. Armanc ew e ku, komepeyv çewa tên çêkirin û di hevok û hevoksaziyê de çawa tên bikaranîn.

Îdeaya vê xebatê ew e ku di hevok û hevoksaziyê de teqez komepeyv nayên parçekirin û bi tevahî dibin hêmanên hevokê ên curbicur. Di xebatên li ser rêzimana Kurmancî de hin komepeyv (wek ravekên navdêrî û ravekên hevalnavî) hatine şîrovekirin û konsensusek li ser vana çêbûye. Lê hin komepeyv nehatine şîrove­kirin û peywirên van ên di hevokê de nehatine diyarkirin. Ji ber ku di mijara weklêkeran de xebatên berfirehtir nîn in bi zanîna min ev mijar di vê xebatê de cihekî taybet û girîng digire. Komepeyvên Kurmancî di vê xebatê de wekî deh binbeş hatine senifandin. Û di mînakan de peywirên wan ên curbicur hatine diyarkirin.

Di serenava hevokê de hêmanên hevokê yên bingehîn û ên alîkar hatin diyarkirin û binbeşên vê mijarê bi awayekî hûrgilî hatin vekolandin û di vê çarçovê de çi hatiye îdîakirin bi alîkariya mîna­kan hatiye şênberkirin.
Di serenava hevoksazî û cureyên hevokê de, rê û rêbazên rê­zimaniya kevneşopî hatin bikaranîn. Mijara hevoksazî û cureyên hevokê di bin çar binbeşan de hatiye şîrovekirin:

Li gorî cureyê pêveberê,
Li gorî cihê pêveberê,
Li gorî wateyê ,
Li gorî hevoksaziyê.
Di vê mijarê de jî çi hatiye gotin dîsa bi alîkariya mînakan hatîye şênberkirin.
Di vê xebatê de beşa duyem ji sed mînakan pêk tê. Armanca vê beşê ew e ku di naveroka vê xebatê de çi hatiye vegotin û çi ha­tiye îddîakirin wana li ser hevokên wek mînak hatine dîyarkirin de tatbîqkirin e. Ji bo mînakên hatine hilbijartin gelek pirtûk hatin xwendin û pîvana hilbijartina hevokan jî hestên kurdewarî û go­tinên balkêş ên edebî ne. Mînak ji kîjan berhemê hatiye wergirtin di warê rastnivîsê de reseniya wan nehat guhertin. Ango di berhe­man de çawa hatiye nivîsîn, ew hat tercîhkirin.Him di dawiya mî­nakan de him jî di beşa çavkaniyê de hevok ji kîjan berhemê hatine wergirtin hat diyarkirin.

Wek ku me anî ziman, mijara hevok û hevoksaziyê di rêzima­na Kurmancî de mijareke nû ye. Mixabin di rêzimana Kurmancî de hin mijarên di tariyê de mane hene û yek ji wan jî hevok û hevok­sazî ye.
Dema min dest bi vê xebatê kir, tiştê herî neyînî di vî warî de tunebûna çavkaniyên Kurmancî bûn. Lê di arşîva min de hin pirtûkên li ser hevoksaziya Tirkî hatine nivîsîn hebûn û min bi ge­lemperî ji wan sûd wergirt. Dibe ku ev rewş bi serê xwe bibe sedema hin xeletiyan. Ez dikarim ji dil bibêjim ku bi qasî ku di quweta min de bû, ez li ser mijarê hûr bûm û min gelek ked da vê xebatê. Lê ji ber ku ev xebat di vê mijarê de cêribînek e, mimkun e ku kêmasî û xeletiyên wê hebin. Wek ku hûn jî dizanin zanistî bi nêrînên cuda û bi rexneyan pêş ve diçe. Agahdariya vê ramanê wêrekiyeke bêbem­pa da min. Lê ev nayê wê maneyê ku ev xebat, xebatek bêqusûr e. Ez hêvîdar im ku ev xebat bi awayekî zanyarî bibe sedema gengeşiyan û di encamê de ev mijara rêzimanî a Kurmancî di pêşerojê de zelal bibe û bibe sedema xebatên hêja. Bi kurtasî ez dikarim bibêjim ku ev xebat, di warê nivîsîna rêzimana Kurmancî de nuxuriyê min e; lê nuxuriyekî virnî ye û tiştên virnî jî bi domana demê re geş û balkêş dibin.

DESTPÊK
Wek ku di serenava vê xebatê de hatiye diyarkirin, ev xebat, di warê komepeyvan, hêmanên hevokê û hevoksaziyê de ceribînek e. Ji ber ku di vî warî de xebatên berfireh nîn in, peyva “ceribînê ” hat bikaranîn. Armanca vê xebatê, bi nêrîneke cuda; vekolandina komepeyvan, hêmanên hevokê û hevoksaziyê ye. Bi taybetî mijara weklêkeran di vê xebatê de cihekî cuda û girîng digire.
“Hevok û hevoksazî beşeke girîng a zimanzaniyê ye. Ev beşa zimanzaniyê avakirina hevokan, rêzkirina peyvan û komepeyvan ve­dikole û wan bi awayekî zanistî şîrove dike.” (Tan, 2011, r. 303) Ji ber ku analîza ziman, ji aliyê zimanzanan ve bi awayekî giştî bi çareser­kirina pirsgirêkên hevoksaziyê ve tê girêdan, xebatên li ser hevok­saziyê her dem li bal zimanzanan girîng bû, îro jî girîng e.
Lêkolerên bi vê mijarê ve mijul bûne û dibin li pey bersivên van pirsan in: Di çêkirina hevokê de peywira qertafan û yên kome­peyvan çi ne? Hêmanên hevokê çawa pêk tên û di pergala hevokê de li gor kîjan qaîdeyan tên rêzkirin û çawa tên bikaranîn? Ji ber ku zelalkirina vê mijarê di bersiva van pirsan de ye, lazim e ku zi­manzan bi awayekî berfireh li ser van pirsan rawestin û van pirsan bibersivînin.
Hevoksazî, di nav xebatên zimanzaniyê de ciheke gelek girîng digire û ji ber vê sedemê bi nêrînên cuda tên analîzkirin. Di warê hevok û hevoksaziyê de, bi giştî di nav zimanzanan de sê nêrînên cuda hene. Nêrîna yekem, nêrîna kevneşopî ye, ya duyem nêrîna binyatî (structural/yapısal) û nêrîna sêyem jî nêrîna hilberînî (pro­ductional/üretimsel) ye. (Atabay, Özel, Çam, 1981, r. 11-12)
Nêrîna kevneşopî li gorî taybetmendiyên zimanan, hin rê û rêbazan ava dike û di çarçoveya van rê û rêbazan de, zimanan analîz dike. Hetanî serê sedsala 20an bi giştî rê û rêbazên kevneşopî hati­ne bikaranîn.
Bingeha nêrîna binyatî ji aliyê zimanzanên Swêdî Ferdinand de Saussure (Doğan, 1987, r. 11-12) ve di serê sedsala 20an de hati­ye danîn. Li gorî nêrîna binyatî (structuralism/yapısalcılık) ziman tenê komala dengan, peyvan û hevokan nîn e. Ziman pergaleke ber­firehtir e. Nêrîna binyatî li pey bersiva van pirsan dikeve: Di çêkiri­na hevokê de komepeyv û hêmanên hevokê çawa pêk tên; rêzkirinên wan çawa ne; bandora rêzkirina hêmanan li ser wateyê û kirpandinê çi ye; tekiliyên hêmanan çi ne û li gorî kîjan qalib û qaydeyên destnî­şankirî pêk tên? (Aldemir, 1980, r. 129-130)

Nêrîna sêyem jî nêrîna hilberînî (productional/üretimsel) ye. Pêşengê nêrîna hilberînî zimanzanê Amerîkî Chomsky ye. (Aksan, 1987, r. 11-12). Chomsky di sala 1957an de, di pirtûka xwe ya bi navê “Syntactik Strutures” de ji nêrîna Saussure (binyatî) îlhamê digire û vê nêrînê berfirehtir dike. Li gor Chomsky, ziman bi du teşeyan tê vekolandin. Yek ji wan li gor qaydeyên ziman rastîya zîhnî ya raz­ber (soyut ve zihinsel gerçeklik) e.Teşeya duyem jî bi şixulandina tê­gehên razber bi destxistina encamên şênber e. Bi marîfeta qayîdeyên hilberînî têgeh û ramanên razber, bi dengan şênber dibin û hevokan derdixin hole .Li gor Chomsky, di rastîya zîhnî ya razber de avakiri­na hevokan û cureyên hevokan bêsînor e. Lê dema têgeh tên şênber­kirin ev derfet ji holê radibe û bisînor dibe. (Aldemir, 1980, r. 142-143)

Der barê hevok û hevoksaziyê de sê rê û rêbazên cuda bi kur­tasî hatin danasîn. Lê di vê xebatê de mijar, bi rê û rêbazên kevne­şopî dê bên vekolandin.
Dema ku çend bêje, li gorî pergaleke rêzimanî li pey hev rêz dibin û wateyeke didin, ji vê koma bêjeyan re hevok tê gotin. “Dîti­nek, ramanek û rûdanek an jî çend rûdan û raman bi hevokê re tên nimandin.” (Tan, 2011, r. 303)
Di hevokê de hêmana herî piçûk a ziman deng e. Dema deng bên cem hev, kîteyên bêwate çêdibin; kîte tên cem hev, hêmanên biwate peyv, peyda dibin. Peyv, her çend têgehên biwate bin jî bi tena serê xwe xwestek, hest û ramanên mirov nayînin ziman. “Di­yar e ku mirov, bi bêjeyan neaxive, bi rêzikên peyvan ên li gorî rê û rêbazên rêzimanî hatine holê diaxive û tê fêmkirin.” (Gencan, Tahir Nejat, 1979, r. 75)

Belê, hevok ji peyvan û komepeyvan pêk tê. Peyv û komepeyv jî li gorî pergaleke tênê rêzkirin. Di Kurmancî de têkîliya kome­peyvan û pêveberê bi marîfeta daçekan tê sazkirin. Hevok bi tenê pergala dengan, kîteyan, peyvan û komepeyvan nîn e; komplek­seke piralî ye. Ji aliyê wateyê ve jî yekîtiyeke di xwe de vedihewîne. Ango di heman demê de her çi qas hevokên yekbêjeyî hebin jî ji bo darazeke piralî û ji aliyê wateyê ve kûr û xemilandî pêdivî bi peyvên cuda û komepeyvên cuda heye.

Di çavkaniyên ku li ser rêzimana kurmancî hatine nivîsan­din de, di warê cureyên peyvan de konsensusek derketiye holê. Lê di warê komepeyvan de û hevoksaziyê de konsensusek hîn nîne. Wek ku lêkoler Îbrahîm Seydo AYDOGAN di xebata xwe ya bi navê Guman- 1 ê de aniye ziman: “Di rêzimanên Kurdî-Kurmancî de çi gav ku mijar hatiye ser hevokan ku bi tevneke kompleks ve hatibin sazkirin, zimannasan, bi çend numûneyan xwe ji mijarê xilas kiri­ne û nexwestine têkilî wan bibin. Di rêzimana Celadet Bedirxan û Roger Lescot de dema mijar tê ser hevoksaziya kurmancî (hevokên kompleks) ew jî bi heman şêweyî tevdigerin û dibêjin hevokên kurdî yên kopleks, ew qasî tevlihevin ku hema mirov qet bahsa wan neke baştir e.”(Aydogan, 2013, r.120)
Wer tê zanîn ku zelalkirina hin pirsgirêkên ziman, girêdayiyê zelalkirina hevok û hevoksaziyê ye. Hevok û hevoksazî taybetmen­diyên ziman di xwe de vedihewînin. Ji ber vê yekê, hevoksaziyên zimanan ji hev cuda ne. Ji ber girîngiya mijarê xebatên di vî warî de duh jî hêja bûn, îro jî hêja ne. Zimanzan, di pêkhatina hevokan de peywira cureyên peyvan û komepeyvan vedikole û wan şîrove dike. Di encama van vekolînan de derketiye holê ku her cure peyv û komepeyv dibin hêmanên hevokê. Ji bo zelalkirina hin problemên ziman, ez dixwazim wek ceribîneke li ser komepeyvan û peywirên wan ên di hevokê de mijûl bibim.[1]

كورديبيديا غير مسؤول عن محتوى هذا التسجيل وصاحبه مسؤول عنه. قمنا بتسجيله لأغراض أرشيفية.
دون هذا السجل بلغة (Kurmancî)، انقر علی ايقونة لفتح السجل باللغة المدونة!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
تمت مشاهدة هذا السجل 2,886 مرة
اعطي رأيک بهذا المقال!
هاشتاگ
المصادر
[1] موقع الكتروني | کوردیی ناوەڕاست | kovarabir.com
السجلات المرتبطة: 21
لغة السجل: Kurmancî
تأريخ الإصدار: 22-10-2022 (3 سنة)
الدولة - الأقلیم: کوردستان
اللغة - اللهجة: ک. شمال ح. لاتين
تصنيف المحتوى: لغوي
تصنيف المحتوى: شرح الكتاب
نوع الأصدار: ديجيتال
نوع الوثيقة: اللغة الاصلية
البيانات الوصفية الفنية
جودة السجل: 99%
99%
تم أدخال هذا السجل من قبل ( سارا كامالا ) في 29-10-2022
تمت مراجعة هذه المقالة وتحریرها من قبل ( اراس حسو ) في 29-10-2022
تم تعديل هذا السجل من قبل ( اراس حسو ) في 29-10-2022
عنوان السجل
لم يتم أنهاء هذا السجل وفقا لالمعايير کورديپيديا، السجل يحتاج لمراجعة موضوعية وقواعدية
تمت مشاهدة هذا السجل 2,886 مرة
QR Code
الملفات المرفقة - الإصدار
نوع الإصدار اسم المحرر
ملف الصورة 1.0.170 KB 29-10-2022 سارا كامالاس.ك.
  موضوعات جديدة
  موضوع عشوائي 
  خاص للسيدات 
  
  منشورات كورديبيديا 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| اتصال | CSS3 | HTML5

| وقت تکوين الصفحة: 0.875 ثانية