Endama Akademiya Mûzîkê ya Kantona Efrînê Romîna Sîdo, bi kemana xwe di nav şert û mercên şer ên dijwar de li ber xwe dide û dibêje,Keman bûye parçeyek ji jiyana min.
Ramîna Sîdo 20 salî ye û yek ji ciwanên gundê Çolaqa yê ser bi Cindirêsê ya Kantona Efrînê ya dagirkirî ye. Piştî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker, neçar ma tevî malbata xwe berê xwe bide Kantona Şehbayê. Ramîna Sîdo ya ku bi amûra Kemanê êşên koçberiyê vedibêje diyar dike ku, ew ê di her şert û mercî de li ber xwe bide.
$Heta Efrîn rizgar bibe$
Sîdo destnîşan kir ku wê rêya berxwedanê hilbijartine û got, wan biryara têkoşînê heta Efrîn rizgar bibe, daye. Sîdo anî ziman ku ew bi awaza kemana xwe, tevî gelê xwe li ber xwe dide û got, “Bi piştgiriya malbatê li Akedemiya Mûzîkê hînê kemanê bûm. Jenandina kemanê ji ber ku di nava çanda Kurdan de gelekî bi pêş neketiye, di serî de balê min nekişand. Lê piştre ji bo ku di nava me de jî ev amûr bi pêş bikeve, elaqeya min zêde bû. Li navendên Çand û hunerê di serî de min beşên stran û govendê hilbijartibûn. Lê piştî elaqeya min a li hember vê amûrê bi pêş ket, min biryar da ku kemane bijenim.”
$Di malan de perwerdeyê dewam dikin$
Romîna Sîdo anî ziman ku piştî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Kantona Efrînê, ew tevî kemana xwe çûye Kantona Şehbayê û bi vî awayî behsa pêvajoyê dike: “Wek endamên Navenda Akademiya Mûzîkê bi êrişên dewleta Tirk re, em belav bûn. Heta salekê me perwerdehiyên xwe li gorî derfetên xwe di malan de dewam dikirin. Carna, li malan şevbihêrk dihatin lidarxistin, gel kom dibû. Piştî demekê me xwe gihand hevrêyên xwe û hejmara me gihişt 25 kesan. Li ser vî bingehî, me komeke xwe ava kir. Li Kantona Şehbayê piştî Navenda Çand û Huner vebû, bi navê Koma Şehîd Hêva me dest bi xebatê kir.”
$Keman bû parçeyek ji jiyana wê$
Sîdo diyar kir ku, ji ber şert û mercên şer û ambargoyê wan nekariye mamosteyekî kemanê peyda bikin û got, ew li gorî derfetên xwe û zanîna xwe hevrêyên xwe hînî lêxistina kemanê dikin. Romîna Sîdo da xuyakirin ku, piştî ku wê dît şagirtên navendê hînê kemanê dibin, gelekî bi kelecan karê xwe dewam kiriye: “Rojên pîrozbahiyê ango rojên girîng ên gelê Kurd em derketin ser dike. Niha dibînim ku elaqeya gelek ciwanan ji amûra kemanê re bi pêş ketiye. Ev hest kela canê min radike. Keman bûye parçeyek ji jiyana min. Bi awazên kemanê ez li ber xwe didim.”[1]