$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Bager Erdal
Nav paşnav: Ridvan Alkan
Cihê jidayikbûnê: Agirî
Dayik-Bav: Hamdiye-Ahmet
Dem û cihê şehadetê: 27'ê Cotmeha 2020 / Cîlo
$Kurtejiyana şehîd:$
PKK di serî de gelê Kurd ê mezlûm ji bo gelan hemûyan tevgera hêviyê ye. Ji bo gelê me ku bi sedan sal in di bin zordariya hêzên mêtinger de hate hiştin û azadiya wê ji dest hate girtin, navê vegera bi heybet a li ser dika dîrokê ye. Gelê me ku şert û mercên xwe yên hebûnê ji holê hate rakirin; siyaseta înkar, îmha û asîmîlasyonê bi rengekî bêrehm li ser hate ferzkirin, bi felsefeya jiyana azad a Rêber Apo ji nû ve vejiya. Ji kêliya destpêkê ya têkoşîna me û pê ve jin û mêr ên leheng ên Kurdistanê bi biryardariyeke xurt li ser xeta Rêbertî li hev civiyan, berxwedaneke bêhempa nîşan dan. Hewldanên dewleta Tirk a mêtinger ên ji bo qutkirina ciwanên Kurdistanê ji koka wan û dûrxistina ji têkoşînê, li hemberî kesayetiya têkoşer a ciwanên Kurd bi ser neketin. Bi hezaran ciwanên Kurd derfetên jiyana madî ya sîstemê red kirin û bi zanebûn tercîha xwe li aliyê Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê danîn. Vê yekê êrîşên qirker çandî yên mêtingeran têk bir.
Hevrêyê me Bager jî tevî ku li metropolên Tirkiyeyê mezin bû û li gel êrîşên sîstemê yên ji bo helandina nasnameya Kurd a azad, bi baweriyeke mezin da ser şopa felsefeya Rêber Apo. Hevrêyê me li Agiriyê ji dayik bû, li nava malbateke welatparêz mezin bû ku ji ber zor û zehmetiyên madî û bi keda xwe debara xwe dikir, neçar mabû koçî metropolên Tirkiyeyê koçî Stenbolê bike. Hevrêyê me ji zarokatiyê ve partiya me nas kir û di nava gelek karî de xebitî, piştgirî da malbata xwe. Li metropolê, şahidî ji zexta sîstema faşîst a li ser gelê Kurd kir û bi tevlîbûna li nava karên ciwanan dest bi têkoşînê kir. Li gelek qadan gav bi gav ji bo xurtbûna karên ciwanan gelekî hewl da. Fêhm kir ku azadiya xak û nasnameya Kurd tenê bi têkoşîna gerîla ya li çiyayên azad ên Kurdistanê dibe û sala 2009'an tevlî nava refên gerîla bû. Bi dilsoziya xwe ya bi Rêbertî û şehîdan, bi hezkirina xwe ya hevrêtiyê ya bêdawî dihate naskirin. Hevrêyê me Bager piştî perwerdeya şervanên nû derbasî Zagrosan bû û pratîka xwe ya destpêkê ya gerîlatiyê li wir kir.
Di demeke kurt de bi cografya dijwar a Zagrosan re aheng bû û bi enerjiyeke mezin tevlî kar bû, encamên xurt bi dest xist. Hevrêyê me di taktîkên gerîlatiya dema nû de bû pispor, bi kesayetiya xwe ya afirîner gelek çalakî bi rêxistin kir, tê de cih girt û li Cîlo û Çarçellayê derbên giran li dagirkeran xist. Weke sabotajvanekî pispor gelek çalakiyên aqilane û bi bandor lidar xist, kedeke mezin da. Hevrêyê me Bager timî xwe bi pêş ve dixist û di nava pratîka şer de mezin bû, bi karaktera xwe ya çalakger û wêrekiya xwe ya mezin bû fermandarekî ciwan ê pêşketî. Bi van taybetmendiyên xwe ji bo gerîlatiya serketinê û fermandariya wê bû namzet û gav bi gav ev yek pêk anî. Bi vî rengî weke fermandarekî pêşeng ê ku bersiv dida pêwîstiyên demê, bi rola xwe rabû, di perwerdekirin û fermandarkirina hevrêyên xwe de bû xwedî kedeke mezin. Di felsefeya Rêbertî de xwe kûr kir û bû şopdarê xeta şehîdan. Li her qada ku lê ma biçûk an jî mezin hemû wezîfeyên şoreşê bi daxwazeke mezin, bi pêşengiyê pêk anî û bi felsefeya Rêber Apo xwe ji nû ve afirand. Bi dilsoziya xwe ya bi xeta azadiyê ya jinê, bi baweriya kûr a ji azadiya jinê û hevrêtiya bi pîvan û azad a bi hevrêyên jin re, di serî de li nava hevalên jin li nava hemû hevalan hate hezkirin û bû fermandarekî cihê hurmetê.
Hevrêyê me Bager ku salên dûr û dirêj li Zagrosan ma, di demên herî zehmet de karên herî dijwar kir û potansiyela xwe ya radestî raxist pêş çavan. Bi tecrûbeya gerîlatiyê ya xurt û meşa bi îstiqrar a li ser xeta fermandariya serketinê, hevrêyê me Bager bû cihê şanaziyê û derbasî herêma Xakurkê bû. Di demekê de ku êrîşên dagirkeriyê zêde bû, li eniyên herî pêş li gel hevrêyên xwe cih girt, bi şer û jiyana xwe bi erka pêşengiyê rabû û serketinên mezin bi dest xist. Hevrêyê me Bager zanî bû ku fermandariya serketinê bi kûrbûna li ser xet û paradîgmaya Apoyî dibe û piştre li Ocaxa PKK'ê tevlî perwerdeyê bû. Li dû perwerdeyê di asta fermadnariya eyaletê wezîfe hilda ser milê xwe, berê xwe da serketinê û vegeriya Zagrosan.
Hevrêyê me Bager piraniya jiyana xwe ya gerîlatiyê li Zagrosê derbas kir ku pê re bûbû yek û bû şagirtekî dilsoz ê fermandarên me yên nemir Bager Bîtlîs, Alî Piling û li warê ku fermandarê me yê mezin Reşîd Serdar gerîlatî kir, pratîk meşand û xwedî li mîrateya şehîd pîroz derket. Hevrêyê me Bager di demeke kurt de bi pêşketina xwe ya bi îstiqrar, bû sembol û mînaak şênber a fermandariya serketinê û mîlîtaniya bêhempa ya li ser bingeha tevlîbûna rast a li xeta PKK'ê. Di nava jiyana xwe ya gerîlatiyê de gelek çalakî lidar xist, li ser xeta milîtaniya Apoyî meşiya û bû hevrêyê hevrêyan. Hevrêyê me Bager wê weke fermandarekî me yê fedaî her tim di têkoşîna me de hebe, di têkoşîna me ya serketinê de wê rê nîşanî me bide.[1]