$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Zagros Zîlan
Nav paşnav: Nûrûllah Îşler
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Naîme-Ahmet
Dem û cihê şehadetê: 27'ê Cotmeha 2020 / Cîlo
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêyê me Zagros li navçeya Erdîşê ya Wanê li nava malbat û derdoreke welatparêz mezin bû. Bi çanda welatparêziyê ya ji malbatê wergirtî mezin bû, lewma Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê ji nêz ve nas kir. Hîn di temenê xwe yê ciwantiyê de şahidî ji têkoşîna li dijî polîtîkayên qirkirin û asîmîlasyonê yên li ser gelê Kurd kir û kete bin bandora vê têkoşînê. Li dijî polîtîkayên dewleta Tirk a mêtinger qirker ku ji bo bêhiş û bêkokhiştina ciwanên Kurd dimeşand, bi hêrs bû û li qadên cuda li dijî van polîtîkayan têkoşiya. Sekna wî ya bi wate ya li dijî polîtîkayên dewleta Tirk, li nava hevalên li derdora wî bû cihê şanaziyê. Hevrêyê me Zagros bi têkoşîna xwe ya wê demê re nema û diyar kir ku divê têkoşîneke hîn mezintir bimeşîne. Li ser vê esasê biryar da tevlî bibe.
Hevrêyê me Zagros biryara xwe ya tevlîbûnê weke 'bicihanîna berpirsyariyên demê' pênase kir û sala 2013'an beşdarî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me Zagros destnîşan kir ku heqîqeta gerîla dema ku hate jiyîn dikare bê fêhmkirin. Bi tevlîbûna xwe ya bi kedê û fedakar, zû hînî jiyana gerîla bû. Bi van taybetmendiyên xwe ji aliyê hevrêyên xwe ve hate hezkirin û bû cihê hurmetê. Hevrêyê me Zagros her ku ji perwerdeyê hîn dibû, dida hînkirin û bi vî rengî li her qadê dihat. Hevrêyê me Zagros hewl da îdeolojiya Rêber Apo bixe meriyetê. Perwerdeya îdeolojîk a wergirtî, hewl dida bi cih bîne û xwe ji hevrêyên xwe berpirsyar didît û perwerde dikir. Hevrêyê me Zagros tevî aliyê îdeolojîk ji aliyê leşkerî ve jî xwe bi pêş ve dibir û pêwîstiya bi bûyîna gerîlayekî profesyonel têgihişt. Hevrêyê me Zagros kete nava lêgerînan ku derbên giran li dijmin bixe, ev kûrbûna xwe bi hevrêyên xwe re jî parve dikir û ne tenê di çalakiyên ku wî pêşengî jê re dikir, di çalakiyên din jî dibû xwedî parekê. Bi sekna xwe ya bi wêrek û bi biryar ji me hevrêyên xwe re bû mînakek herî mezin. Weke şopdarên wî em ê armancên wî teqez bi ser bixînin.[1]