$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Bawer Gelhat
Nav paşnav: Hisên Cûma
Cihê jidayikbûnê: Tirbespiyê
Dayik-Bav: Fatma-Ewad
Dem û cihê şehadetê: 27'ê Cotmeha 2020 / Cîlo
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêyê me Bawer weke ferdekî gelê me yê Ereb li Tirbespiyê ji dayik bû. Hevrêyê me Bawer di dema ciwantiya xwe de şahidî ji Şoreşa Azadiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re kir ku bi berdêlên giran pêk hat. Dît ku DAÎŞ û dûvikên wê ji aliyê şervanên azadiyê yên bi felsefeya Rêber Apo çawa têne têkbirin. Dît ku bi perspektîfa neteweya demokratîk a li dora nirxên komunal ên ji pêkhateyên cuda çawa bû şoreşeke ku hêviyê dide gelên cîhan. Hevrêyê me Bawer bi vê wesîleyê tevgera me ya azadiyê nas kir. Fêhm kir ku Rêber Apo ne tenê jib o gelê Kurd, her wiha bi felsefeya xwe gelan hemûyan hembêz dike û weke Rêberê xwe pejirand. hevrêyê me Bawer bi vê têgihiştinê biryar da ku tevlî nava refên tevgera me ya azadiyê bibe.
Hevrêyê me Bawer li Herêmên Parastinê yên Medyayê perwedeya xwe ya bingehîn wergirt û hewl da rastiya Rêber Apo baştir fêhm bike û weke milîtanekî fedaî yê gel xwe şareza bike. Bi bandora jiyana derwîşane û hevrêtiya PKK'ê, hîn bêhtir kete nava lêkolînan. Her ku paradîgmaya Apoyî ya azadîparêziya zayendî, ekolojîk û demokratîk xwend, bi pêş ket û xwe faştir fêhm kir. Lewma dyar kir ku divê her kes parêznameyên Rêber Apo bixwîne. Baweriya xwe bi wê yekê anî tevlîbûna li nava refên PKK'ê mirovan digihîne azadiyê, hunera mirovbûnê bilind dike, xurt dike, lewma tevlîbûna li nava PKK'ê îmtiyazî ye. Bi sekna xwe ya bi daxwaz, bi biryar û bi israr, her wiha bi piştgiriya hevrêyên xwe hînî çiyayên Kurdistanê bû. Ev serketina xwe bi performansa xwe ya li Zagrosan tacîdar kir. Hevrêyê me Bawer bi tevlîbûna xwe ya pak, ji dil û fedakar bandor li refên me kir û li nava refên partiya me PKK'ê ku hêviya azadiyê ya gelan e, gihîşt asta şehadetê û bû hêmanê paşeroja azad a gelan.[1]