$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Gelawêj Besra
Nav û paşnav: Zîlan Azan
Cihê jidayikbûnê: Wan
Navê dê û bav: Ferzîmelek - Ramazan
Dîrok û cihê şehadetê: 2018/Şemzînan
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevala me Gelawêj li Wanê ji dayik bûye û di nav malbateke welatparêz de ya ku xizmên wê bûne gerîla mezin bûye. Hevala me li hemberî êrişên înkar û îmhayê yên dewleta Tirk tu carî bêdeng nemaye, wê biryareke şoreşger daye û tevlî nav refên têkoşînê bûye. Hevala me tevlî nav xebatên ciwanan bûye û Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê ji nêz ve nas kiriye û piştre jî di sala 2014’an de tevlî nav refên gerîlayan bûye. Piştî perwerdehiya şervanên nû wê bala xwe daye ser gerîlatî û hunera şer û hewl daye bibe gerîlayeke jin a serkeftî. Bi pratîka xwe wê hêz daye hemû cihên ku lê têkoşiyaye. Li Qada Avaşînê ew tevlî gelek çalakiyên li hemberî artêşa Tirk a dagirker bûye û di van çalakiyan de tecrubeyên mezin bi dest xistiye. Heval Gelawêj di Îdeolojiya Azadiya Jinan de xwe kûtr kiriye û ji bo ku rêhevalên wê bêtir tevlî nav têkoşîna azadiya jinan bibe, hewl daye. Heta roja ku şehîd bûye, wê dev ji xeta Apoyî û xeta azadiya jinan bernedaye.[1]