$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Bager Baz
Nav paşnav: Cuneyt Alma
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Şefîka-Mehmet Emîn
Dem û cihê şehadetê: Çileya 2017 / Heftanîn
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêyê me Bager li Şirnexê li yek ji qadên girîng ên berxwedana Kurdistanê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Bi çanda qedîm a Botanê mezin bû û mîna çiyayên Botanê bû kesayetekî serhildêr ê dihate hezkirin. Dema ku dijmin bi mejiyekî talanker û kujer êriş bir ser xwezaya Kurdistanê bi taybetî jî Botanê, hevrêyê me Bager kete nava lêpirsînê. Piştre jî ev lêpirsîna xwe kûr kir û rastiya dijmin baştir fêhm kir û siyaseta qirkirinê ya dijmin a li dijî gelê me têgihişt. Hevrêyê me Bager mîna her ciwanekî Kurd ê bi rûmet li dijî vê siyasetê dest bi têkoşînê kir û beşdarî nava karên ciwanan bû. Dema ku karên ciwanan dikir, di dema Berxwedana Xwerêveberiyê de ku dijmin bi komkujiyan êrişî gelê me dikir, gihîşt wê baweriyê ku bersiva herî baş a li dijî dijmin tevlîbûna li nava refên gerîla ye û berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Hevrêyê me Bager ku tecrûbeya xwe ya destpêkê ya gerîlatiyê li qadên Amed û Erzîromê wergirt, piştre derbasî Başûrê Kurdistanê bû û li herêmên Metîna û Heftanînê gerîlatî kir. Bi taybetî dema ku li herêma Heftanînê bû di asta pêşengiyê de tevlî gelek çalakiyan bû. Bi kesayetiya xwe ya kedkar û fedakar di nava hevrêyên xwe de bû cihê hezkirinê û her tim bi dilnizmî jiya. Hewl da hêjayî hevrêyên xwe yên şehîd, Rêber Apo û gelê xwe bibe.[1]