=KTML_Bold=Kurtejiyana behremend û çîroknivîsa Kurd Fatme Mihîdîn Baz=KTML_End=
Fatme Baz di dîroka 10-11-1999'an de li gundê Helincê ya Kobanîya ser bi Rojavayê Kurdistanê ji dayîk bûye. Wê di destpêka jiyana xwe ya xwendinê ya seretayî û navîn li gundewarên Şama Sûriyayê xwend. Piştre vegeriya Kobaniyê û li bajarê xwe xwendina xwe berdewam kir. Ji ber hezkirin û behremendiya xwe ya ji wêje û nivîsînê re di sala 2019'an de di fakulteya wêjeyê ya beşê wêjeya kurdî di zanîngeha Kobaniyê de dest bi xwendinê kir.
Fatme Baz di sala sêyem de kete nava cîhana nivîsînê de, di wê temenekî biçûk de karibû dest bi nivîsandina pexşan û çîrokan bike. Di sala 2020'an û şûn ve berhem, gotar û çîrokên di nava kovar û rojnameyan de hate belav kiririn.
Fatme Baz bêhtir di kovan û rojnameyên mîna Şermola, Sîwan û Imtîdat ya Çand û hunerê de belav dike. Di hemanê demê de jî ya Rewq El-Edeb û rojnameya dengê azadiyê de jî belav dike. Hêjayî gotinê ye ku ta niha tu berhem çap nekirine, lê hêviya wê ew e ku di demên pêş de destnivîsînên xwe çap bike û ew jî de di qada wêje û nivîskariyê de bêhtir pêş bikeve.
Lê fatme Baz karibû bi berhemeke hevbeş ya çîrokan a bi navê ''bayê azadiyê'' û ''Nîktofiya/hevalê şevê çap û belav kiriye.
Nivîskara ciwan di pêşbirka sêyem a Viyan Amara ya Wêjeyê de bi rêya gotarekê xelata duyem wergirtiye. Di heman demê bi boneya Newroza 2021'ê de di warê çîrokê de li ser navê zanîngeha Kobaniyê xelata yekem wergirtiye.
Amadekirin û werger: Aras Hiso
Çavkanî: Kurdîpêdiya
[1]