$Agahiyên şehîd:$
Nav û paşnav: Berfîn Bazancîr
Nasnav: Seran Kurdistan Xoser
Cihê jidayikbûnê: Çewlîk
Navê dê û bav: Gulser - Hîlmî
Dîrok û cihê şehadetê: 2017/Herêmên Parastinê yên Medyayê
$Kurtejiyana şehîd:$
Eyaleta me ya welatparêz a Çewlik di têkoşîna gelê me ya ji bo xwedîderketina li pêşerojeke bi rûmet de her tim roleke girîng lîstiye û li dijî dagirkerî û dagirkeran her dem li ber xwe daye. Nirxên Kurdistanî yên xurt û xeta welatparêziyê bû sedem ku Çewlîk bibe hedefa dewleta Tirk a mêtinger. Gelê me yê ku bi polîtîkayên înkar, îmha û asîmîlasyonê hewl hat dayîn ji têkoşînê wer dûrxistin, tevî hemû êrîşên dagirkeran jî xwe li kevneşopiya berxwedanê girt. Partiya me PKK ya ku di pêşengtiya Rêber Apo de derkete holê di nava gelê me yê Çewlikê de kelecanek mezin çêkir û gelê me yê Çewlikê ji roja destpêkê ve bi awayekî aktîf di nava têkoşîna azadiya gelê me de cih girt. Hevrêya me Seran ku di malbateke ji Çewlikê de welatparêz bû û tevlî nava refên têkoşînê bû, di nava vê çanda berxwedanê ya xurt de mezin bû. Ji ber ku dewleta Tirk a dagirker bira û xalê wê girt, bû sedem ku heval Seran rûyê rastîn û tarî yê dewleta Tirk a dagirker bibîne. Hevrêya me yê ku di dema xwendina zanîngeha Bedlîsê de dest bi şopandina Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê kir û ji nêz ve nas kir, fikrên Rêber Apo baştir fêm kir û biryar da ku di nava têkoşîneke aktîf de cih bigire. Hevrêya me ku di sala 2013’an de beşdarî xebatên ciwanan bû, ji bo hişyarkirina ciwan û jinên Kurd li dijî polîtîkayên qirêj, polîtîkayên înkar û îmhayê yên dewleta Tirk a dagirker, demeke dirêj di nava gel de xebitî. Hevrêya me Seran ku di vê pêvajoyê de gerîlayên yekemîn dît û gelekî bi kelecan bû, gihiştiye îradeya têkoşînê ya zêdetir. Weke jina ciwan a Kurd rastiya gerîlaya jin a li çiyayên Kurdistanê li ber xwe dide û li hemberî dagirkeran şerê gerîla dimeşîne dît. Hevrêya me li ser vê bingehê asta çareseriyê derxist asta herî jor, di sala 2015’an de dema ku dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe yên îmhayê zêde kir, ew jî tevlî nava refên gerîla bû.
Hevrêya me Seran ku bi kêfxweşiya tevlîbûna nava refên gerîla li herêma Garzanê, partiya me nas kir û bi tevlîbûna pratîkê xwe pêş xist. Hevrêya me Seran ku piştre derbasî herêma Wanê bû, tevî hemû zehmetiyên fizîkî bi îradeya xwe zehmetî derbas kir û ezmûnek mezin bi dest xist. Hevrêya me ya ku li Bakurê Kurdistanê yekemîn pratîka gerîlatiyê bi serkeftî bi dawî kir, ji bo ku tecrubeyên xwe ragihîne û ji aliyê îdeolojîk ve jêhatîtir bibe derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Bi perwerdehiya bîrdozî ya ku dît, di xeta PKK û PAJK'ê de û di felsefeya Rêber Apo de kûr bû. Hevrêya me Seran ku bala wê li ser qada leşkerî bû û meyla wê li ser vî tiştî bû, bi perwerdeya xwe ya akademiyê di gelek taktîkên gerîla de pispor bûye. Hevrêya me ya ku xwedî baweriyeke mezin e, di vê pêvajoyê de guhertinên mezin di xwe de çêkir û bû mîlîtaneke mînak a Îdeolojiya Azadiya Jinê. Hevrê Seran ku serpêhatiya xwe ya gerîlatiyê bi hevrêyên xwe re parve kir û di demeke kin de bi fermandariyê hevrêyên xwe kir û ruhê serketinê yê serdemê di kesayeta xwe de afirand û veguherand pratîka xwe. Hevrêya me Seran ku bi tevlîbûna xwe ya ji dil, bi heyecan û bênavber a jiyanê tê naskirin, piştî pratîka li Heftanînê pêk anî xwest tevlîbûneke tund a di xeta Zîlan de pêk bîne. Li ser vê bingehê hevrêya me Seran a ku tevlî Hêzên Taybet bû û bi bilindkirina xeta têkoşînê, xwestiye xizmeta gelê me bike. Hevrêya me Seran ku li hemberî dagirkeran xwedî hêrseke bêdawî ye, hêrsa xwe bi rêxistin kiriye û veguherandiye qada têkoşînê ya xurt. Hevrêya me Seran ku her kêliya jiyana xwe ji bo pêşeroja azad a gelê me yê bindest bê teredut feda kir, di sala 2017’an de şehîd bû. Mîrateya têkoşînê ya hevrêya me Seran ku di nava refên PKK'ê de yek ji mînaka herî xurt a jina Kurd a leheng e, wê her tim ronî bike.
[1]