Pirtûka “Cilûbergên Gelêrî yên Jinên Kurd”
Îbrahîm GUÇLU
Beriya vê demekê Weşanxana Nûbiharê bi qelîteke gelek baş û wek ansîqlopedîkekê pirtûka “Cilûbergên Gelêrî yên Jinên Kurd” çap kir.
Nivîskarê pirtûkê, jina hêja ya kurd Nevîn Reşan Gungor a Sîweregî ye.
Pirtûk bi kurdî, tirkî û îngilîzî hatiye nivısandin.
Ez nivîskara pirtûkê û hevjînê wê Ayhan Gungor gelek baş nas dikim. Ew du dostên min ê baş in. Ez ji wan hez dikim. Ew du kesên gelek medenî û arîstokrat in. Ew di pêwendiyên xwe yê malbatî de gelek demokratparêz in. Birayê me yê hêja Ayhan Gungor ji bona ku Nevîn Xan di xebata xwe de serkeftî be, bi her awayî ji wê re alîkar dibe. Him jî di sewiyeke gelek bilind de alîkar e. Loma jî ez Birayê xwe Ayhan jî wek nivîskarê herdu pirtûkan; “Navdarên Kurd” û pirtûka nûha li ber destê me dihesibînim. Tê zanîn ku Birayê me Ayhan Di pirtûka “Navdarên Kurd” de birayê min Ayhan amadekarê bîyografiyan e.
Pirtûka “Cilûbergên Gelêrî yên Jinên Kurd”, pirtûka yekemîn ya xwişka delal Nevîn Reşan Gungör nîne. Ev pirtûka wê ya duyemîn e. Beriya vê pirtûkê di weşanmxaneya Dozê de pirtûka wê ya “Navdarên Kurd” har çapkirin. Ew pirtûka wê jî di kapasîteya ansîklopediyê de ye. Pirtûk 279 rûpel e, jiyana 112 navdarên Kurdistanê dide nasîn. Ev pirtûka jî wek Pirtûka “Cilûbergên Gelêrî yên Jinên Kurd” kurdî, tirkî, îngilîzî ye. Dema ew pirtûka jî pêşkêşî raya giştî hat kirin, min di derbarê wê pirtûkê de jî bi kurdî nivîsek pêşkêş kiribû.
*****
Ji bona xwendevan nivîsa min ya di derbarê pirtûka “Cilûbergên Gelêrî yên Jinên Kurd” de baş fahm bikin û şirove bikin, ez dixwazim destpêkê di derbarê nivîskara pirtûkê de agahdariyeke kurt bidim.
Nevîn Reşan Gungor, di sala 1965an de li Sîweregê tê dinyayê. Xwendina xwe ya despêkê li Sîweregê, dibistana xwe ya navîn li Stenbolê diqedîne. Du salan di warê stîlîstîkê de perwerde dibe. Qasî neh salana jî wekî sîtîlîst xebat dike. Di sala 1994an de li MED_KOMê di warê cil û bergên jinên Kurd de pêşanegehekê li dar dixe. Ew xebata xwe ya despêkê pêş dixe û didomîne. Ew xebata xwe li derveyî welêt û li hûndirê welêt xurt dike û pêşve dibe. Di 2008an de pirtûka xwe ya “Navdarên Kurd” dinivîsîne. Wê di sala 2009an de yekem kartonfîlma anîmsayon a resen bi navê “Masiya Lêvsor” çêdike.
Nevîn Reşan Gungor li ser “Cilûbergên Gelêrî yên Jinên Kurd” 25 salan xebat dike. Pişt re ev xebata xwe wek pirtûkê amade dike û ji raya giştî re pêşkêş dike.
Pirtûk di weşanxaneya Nûbiharê de hatiye amade kirin û weşandin. Di kapasîteya ansîklopediyê de ye. Bi kaxizeke gelek bi qelîte hatiye amade kirin. Çapeke wê ya gelek xweş heye. Dema ku mirov pirtûkê mêze dike û dixwîne jê hez dike û kêyf digre.
Tirkî ya pirtûkê, ji aliyê nivîskarê de tê amade kirin.
Wergera kurdî, ji aliyê Melahat ûlûç, Sewîm Qoser, Kenan Sûbaşi ve pêk hatiye.
Wergera îngılîzî ya pirtûkê, bi destên Rojda Ozden û Keya Berkay hatiye li dar xistin.
Pirtûk, ji 200 rûpelî pêk tê.
Di 7emîn rûpela pirtûkê de bi tirkî, di rûpela 9emîn de kurdî, di rûpela 11emîn de îngilîzî sipasdarname heye.
Di rûpela 13emîn ya pirtûkê de bi tirkî, di rupela 25emîn ya pirtûkê de kurdî, di rûpela 37emîn a pirtuk de îngilîzî beşa destpêkê heye.
Nevîn Reşan Gungor, di sipasnameya xwe de di derbarê rewşenbîrî, huner hunermend de nêrînên xwe diyar dike.
Dibêje ku:
“Huner,mrewşenbîrî mîsyoneke cuda li mirov bar dike, ku mirov li hemberî civaka xwe , xwe berpirsiyar bizane. Qelem, firçe, reng, neqş, nîgar, xêz û motîf tev di gel hev vediguherin xîmê sêwirandina ku hatiye xeyalkirin. Çend erkên hunerê hene ku şahîdî, şirovekirin û dayîna peyaman bo dahatûyê hin ji wan in û ev yên bivênevê ne.”
Didomîne di derbarê rewşenbîrî de jî nêrînên xwe tîne ser zimên
Nivîskar Nevîn Xan, li hemberî ew hêjayiyên kurdî Kurdistanî ku li ber qedandinê ne jî, xesasiyetekê nîşan dide. Bi vê xesasiyetê li ser cilûbergên jinên kurd dest bi xebatê dike. Biryar dide ku ev xebata xwe bike pirtûk. Di sala 2021 an de derfeta wê dibe ku pirtûka xwe pêşkêşî raya giştî ya Kurd û Kurdistanê bike.
Diyar e ku xebateke gelek zehmetî û derveyî dorê dike.
Nevîn Xan di derbarê vê mijarê de jî di pirtûka xwe de gelek nêrînên balkêş pêşkêş dike.
Di ev pirtûka gelek hêja da beşeke dirêj ya destpêkê heye. Ji 10 rûpelan pêk tê.
Di beşa destpêkê de ev beşên li jêr hatine pêşkêş kirin:
1-Hewcedarî û geşedana lixwekirinê,
2-Erkên lixwekirinê,
3-Nîsaneyên çandî û neteweyî yên li xwekirinê,
4-Li ser modeyê,
5-Xişir; jina kurd û xişrên wê,
6-Dîroka ciûbergên jina Kurd,
7-Mebest û armanca vê xebatê.
Hemû ev 7 xalan hêjayiyên xwendinê ne. Lê bi taybetî jî beşa “Mabest û armanca vêxebatê” pir zêde hêjayê ye ku bê xwendin.
Di naveroka pirtûkê de:
1- Cilûberg (49.sayfa),
2- Kofî (125.sayfa),
3- Aksesûwar û Xişr (159.sayfa),
4- Gore û Sol (167.sayfa),
5- Nîgarên Destî yên li ser Qûmaşan (173.sayfa)
6- Makîneyên Tevnê û Aletên Destî (177.sayfa),
7- Qalibên Cilan (185. Sayfa)
8- Xişr (189. Sayfa) pêk tê.
Di pirtûkê de 72 model cilûbergên jinên Kurd hene.
Di pirtûkê de 90 modelên serîgirêdanên jinên hene.
Di pirtûkê de 11 Aksesûwar û Xişr hene.
Di pirtûkê de 11 modela goran û solan hene.
Di pirtûkê de 13 adet Makîneyên Tevnê û Aletên Destî hene.
Di pirtûkê de du Qalibên Cilan hene.
Di pirtûkê de 39 Xişr hene.
Pirtûk pir pir hêja ye ku bi her awayî bê xwendin û bê lêkolîn.
Pirtûk bes aliyekî dewlemendiya çanda kurd pêşkêşî me nake, di hemandem de aliyekî civata Kurd ya nayê naskirin û biçûk tê dîtin pêşkêşî me dike.
Ev jî diyar dike ku ev pirtûka nivîskar, ji pirtûka wî ya yekemîn “Navdarên Kurdan” girîngtir û encama xehmeteke mezin ev pirtûka hatiye nivîsandin.
Ev beşa çanda kurd jî diyar dike ku civaka Kurd çiqas pêşketî û arîstokrat e. Di hemandem de diyar dike ku jinên Kurdan jî xwediyê wîzyoneke fireh in û xwediye zewkeke mezin in.
Di civakekê de tiştên tên zanaîn nivîsandin gelek hêsan e. Lê mijara zehmet ew e tiştên civatekê yên hatine bîrkirin û wenda kirin, derxistina holê û nivîsandin gelek zehmet e.
Nivîskara delal Nevîn Reşan Gungor ev yeka kiriye. Loma jî divê em ji wê sipasdar bin.
Pirtûk bi her awayî gelek balkêş e. Her beşeke pirtûkê dema were lêkolîn û xwendin tê dîtîn ku nivîskara delal Nevîn Reşan Gungorê karekî gelek mezin û piroz pêk aniye.
Loma ez dibêjim ku, ji bona ku Kurd xwe ji nêzik ve nas bikin, ji bona şiûra neteweyî pêş bikeve û xurt bibe divê ev pirtûka bê xwendin. [1]