Wesiyetnameya #Pîremêrd#
Dîrok: 27-06-2023 Beş: Serbest
Ji Soranî: Shaswar Mame
Vê carê ez dimirim. Ji mirinê natirsim, min jiyaneke baş û temenekî dirêj derbas kir. Ez li gelek bajar û welatan geriyam, min gelek mezin û padîşah dîtin, gelek talî û şorî tam kirin. Ez bi nîv-xwendeyî ji Silêmaniyê derketim û bi xwendinek bilind vegeriyam. Ez wekî serbilindî lê dinêrim ku di rêya baweriyên xwe de gelek di zindanê de mame.
=KTML_Bold='MIN MALÊ KESÎ NEXWARIYE'=KTML_End=
Li vî welatî du çavên min hebûne; yek “Zanistî” ya din jî “Jîn”. Niha ku dibe êdî bi kêrî xizmetê neyêm û bibim bar li ser milê xelkê, berê xwe didim ber qapiyê ebedî. Berê xwe didim qapiyê ebedî bê ku min mala tu kesî xwaribe, bê ku muhtacê tu kesî bûbim. Min tu tişt daneniye alî, û min tu tişt jî li pey xwe nehiştiye. Li pişta xwe nanêrim,
xwe wekî axir xêr dizanim.
=KTML_Bold='MILETÊ XWE ASTEK BILINDTIR BIBÎNİM'=KTML_End=
Tekane hêvîya min ew bû qewm û miletê xwe bibînim ku astek ji vê bilindtir û xwendetir û pêşkeftîtir be, lê min nedît û bû kul di dilê min de. Tevî vê jî, ez bextiyar im, ji ber ku ez pê hesiyam qewm û miletê min di pêşkeftinê de ne û hemû cureyên şiyan û hêjayî di wan de hene.
=KTML_Bold='KEÇ Û XORT BIXWÎNIN'=KTML_End=
Amojgariya min ev e; bixwînin. Xort û keçik heya ku nexwende bin, bêsûd e. Her tişt girêdayî zanist û fenê ye çawa ku min gotiye:
“Lay min be xwêndewarî ye, ah xwêndewarî ye
Her mîlletê ke fenî nebê derdî karî ye
Ax xozge xwêndinîş wekî min arezû ekem
Bîbînim û nebête girêy qursî kifinekem”
=KTML_Bold='XIZMETA QEWM, ZIMAN Û WELATÊ XWE BIKIN'=KTML_End=
Amojgarîyên min ev in, li pey madeyê nebin, dinyayê pir bigiranî negirin. Heya dikarin xizmeta rast û bê hember a qewm û ziman û welatê xwe bikin. Destê feqîran bigirin û ji dînê dernekevin, Xweda û pêxemberê xwe nas bikin û rewişta we bila paqij be.
=KTML_Bold='ÇAPXANEYÊ JI DEST NEDIN'=KTML_End=
Amojgariya min ev e ku çapxaneyê ji dest nedin, vê Qelenderxaneyê xira nekin, van du kesan bênaz nekin ku vê dawîyê li vê Qelenderxaneyê pena anîne ber min, heqê wan li ser min heye. Rojnameyê jî ji dest nedin û kar bi çapxaneyê bikin. Ji ber ku ji aliyekî ve namire û xizmeta xwe dike, hem jî aliyê ku min alîkariya wan kiriye belkî bi sedema xebitîna çapxaneyê alîkariya wan qut nebe.
Amojgariya min ev e dema ku helbest û nivîsên min hatin komkirin, wan wenda nekin, dê fayde jê bên girtin.
=KTML_Bold='MIN LI GIRÊ MAMEYAREYÊ VEŞÊRIN'=KTML_End=
Amojgarîya min ev e ku li Girê Mameyareyê min veşêrin, ji min re negirîn, eger we pir bêriya min kir car caran serdana min bikin.
———-
Nivîskar, rojnameger û helbestvanê kurd Hacî Tofîq Beg (Pîremêrd) sala 1867'an li Silêmanî ji dayik bûye. Xwendina olî li Başûr û Rojhilat xwendiye. Piştre çûye Stenbolê û li wir hem li fakulteya qanûnê xwendiye hem jî di saziyên dewleta Osmanî de çend peywir girtine.
Pîremêrd sala 1925'an vegeriyaye Silêmanîyê û li wir xebatên wêjeyî û rojnamegerî pêş xistiye. Gelek berhemên Pîremêrd hene ku nemir in. Berhem û xebatên wî heta îro jî di nava me de gelek zindî ne.
Roja 19-06-1950 Pîremêrd koça dawî kir. Berî ku bimire, ev wesiyet nivîsandibû.[1]