المکتبة المکتبة
البحث

کورديپيديا أکبر مصدر کوردي للمعلومات بلغات متعددة!


خيارات البحث





بحث متقدم      لوحة المفاتيح


البحث
بحث متقدم
المکتبة
الاسماء الکوردية للاطفال
التسلسل الزمني للأحداث
المصادر
البصمات
المجموعات
النشاطات
کيف أبحث؟
منشورات كورديبيديا
فيديو
التصنيفات
موضوع عشوائي
ارسال
أرسال موضوع
ارسال صورة
استفتاء
تقييماتکم
اتصال
اية معلومات تحتاج کورديپيديا!
المعايير
قوانين الأستعمال
جودة السجل
الأدوات
حول...
امناء الأرشيف لکوردیپیدیا
ماذا قالوا عنا!
أضيف کورديپيديا الی موقعک
أدخال \ حذف البريد الألکتروني
أحصاء الزوار
أحصاء السجل
مترجم الحروف
تحويل التقويمات
التدقيق الإملائي
اللغة أو لهجات الصفحات
لوحة المفاتيح
روابط مفيدة
امتداد كوردییدیا لجوجل كروم
كوكيز
اللغات
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
حسابي
الدخول
المشارکة والمساعدة
هل نسيت بيانات الدخول؟
البحث ارسال الأدوات اللغات حسابي
بحث متقدم
المکتبة
الاسماء الکوردية للاطفال
التسلسل الزمني للأحداث
المصادر
البصمات
المجموعات
النشاطات
کيف أبحث؟
منشورات كورديبيديا
فيديو
التصنيفات
موضوع عشوائي
أرسال موضوع
ارسال صورة
استفتاء
تقييماتکم
اتصال
اية معلومات تحتاج کورديپيديا!
المعايير
قوانين الأستعمال
جودة السجل
حول...
امناء الأرشيف لکوردیپیدیا
ماذا قالوا عنا!
أضيف کورديپيديا الی موقعک
أدخال \ حذف البريد الألکتروني
أحصاء الزوار
أحصاء السجل
مترجم الحروف
تحويل التقويمات
التدقيق الإملائي
اللغة أو لهجات الصفحات
لوحة المفاتيح
روابط مفيدة
امتداد كوردییدیا لجوجل كروم
كوكيز
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
الدخول
المشارکة والمساعدة
هل نسيت بيانات الدخول؟
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 حول...
 موضوع عشوائي
 قوانين الأستعمال
 امناء الأرشيف لکوردیپیدیا
 تقييماتکم
 المجموعات
 التسلسل الزمني للأحداث
 النشاطات - کرديبيديا
 المعاينة
موضوعات جديدة
المکتبة
أضواء على الحركة الكردية في سوريا (أحداث فترة 1956-1983)
24-05-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
المکتبة
إتجاهات المجتمع الكوردي نحو التعایش السلمي (دراسة ميدانية في اقليم كردستان العراق)
24-05-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
المکتبة
الحياة بين الكرد.. تاريخ الايزيديین
23-05-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
المکتبة
زرادشت و الديانة الزرادشتية
20-05-2024
هژار کاملا
المکتبة
النخبة الكردستانية: الدولة الهوية المواطنة
20-05-2024
هژار کاملا
المکتبة
محاضرات عن مؤتمر لوزان وآثاره في البلاد العربية
19-05-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
المکتبة
ﺗﺎرﻳﺦ اﻟﺪول اﻟﻔﺎرﺳﻴﺔ في اﻟﻌﺮاق
18-05-2024
هژار کاملا
المکتبة
أوضاع الأكراد الاقتصادية والاجتماعية في ولاية الموصل في عهد السلطان عبد الحميد الثاني (1876-1909م)
17-05-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
المکتبة
إقليما الري و الجبال في العصر البويهي 330 - 420 / 942 - 1029 م : دراسة سياسية
17-05-2024
هژار کاملا
المکتبة
جهود التنويع الاقتصادي لمجلس التعاون الخليجي والدروس المستفادة لبغداد وأربيل
15-05-2024
هژار کاملا
أحصاء
السجلات 519,055
الصور 106,710
الکتب PDF 19,304
الملفات ذات الصلة 97,323
فيديو 1,392
السيرة الذاتية
عبد ألمصور سليمان عبدألسلام...
المکتبة
الأكراد ملاحظات و إنطباعات
بحوث قصیرة
​​​​​​​عائلة الشهيد سردم آك...
بحوث قصیرة
كوردستان وسياسة التوازن وال...
بحوث قصیرة
من تراث وفلكلور السليمانية ...
PIRSGIRÊKÊN LI SER RÊYA AVAKIRINA YEKÎTÎYA ÊZDÎYAN V
نَهدِفُ الى أمتلاك قاعدة لبيانات قومية ووطنية كأي شعبٍ آخر..
صنف: بحوث قصیرة | لغة السجل: Kurmancî - Kurdîy Serû
شارک
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
تقييم المقال
ممتاز
جيد جدا
متوسط
ليست سيئة
سيء
أضف الی مجموعتي
اعطي رأيک بهذا المقال!
تأريخ السجل
Metadata
RSS
أبحث علی صورة السجل المختار في گوگل
أبحث علی سجل المختار في گوگل
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

PIRSGIRÊKÊN LI SER RÊYA AVAKIRINA YEKÎTÎYA ÊZDÎYAN

PIRSGIRÊKÊN LI SER RÊYA AVAKIRINA YEKÎTÎYA ÊZDÎYAN
=KTML_Bold=PIRSGIRÊKÊN LI SER RÊYA AVAKIRINA YEKÎTÎYA ÊZDÎYAN V=KTML_End=
(Hevpeyvîna malpera Amîda Kurdê bi mamosta Ezîz ê Cewo re)

Amida Kurd: Dem baş, mamoste! 
Ezîz ê Cewo:Dem baş ji we û xwendevanên we r’a!  
Amida Kurd:Mamoste, di beşên hevpeyvîna me yên berî vê de me piraniya pirsgirêkên di nav civaka êzdîyanû êzdîtîyêde hene, nirxandin û sedemên gelekên ji wan jî destnîşan kirin. Lê, gelo mirov dikare bibêje, hemû hatine gotin, bersîvên hemû pirsan hatine dîtin? 
Helbet, em bi bawer in, tuyê bibêjî – na! Lewra tu tevahîya dijwarîya van pirsgirêkan, bi hemû sedem û bingehên wan va baş dizanî... 
Û, gelo, ji vir û pêve mirov dikare çi bike, van rastîyan çawa dikare di nava civakê de bide nirxandin û bala endamên wê vegerîne ser wan? Bi dîtina te, ji bo vê pêvajoyê çi rê û rêbaz dikarin pêkan bin?
Ezîz ê Cewo:Belê, di vê hevp’eyvîna me da gelek pirsgirêk hatin r’avekirin, nirxandin û danasîn. Heya mirov dikare bibêje, piştî vê hevpeyvînê gelek êdî bi ç’avekî dinê li r’astîya ola xwe ya kevnar dinihêr’in. Û heya r’adeyekê r’astîya gelek tiştan têgihîştine. Ez dibêjim, evê hevp’eyvînê wisa jî da xuyan, ku, her çiqas pêvajoya t’unekirinê ev 1350 sal e didome jî, lê bingehên r’esen ên vê olê heya îro jî di nav gel da hatine p’arastin, ku, eger mirov bi  baldarî li wan biger’e, dê bikaribe, gelekan bibîne û vejinîne! Bi evê gotûbêja me wisa jî gelek r’astîyên êzdîtîyê– vê ola kevnar a gelê k’urd, û wisa  jî bingehên wan r’astîyan ên dîrokî,  yên ku me di gotarên cuda û p’irtûkên xwe da destnîşan kiribûn û kiribûn mijara lêger’înên zanistî, jinûva di nava t’omerîyekê da hatin nirxandin û r’avekirin. Di wan bersîvan  da, yên ku min dabûn pirsên we û yên xwendevanan, t’erefên pirsgirêkan ên di sîyê da mayî jî hatin r’avekirin û derk’etin r’onahîyê. Dibe ku heya  astekê, ji bo vê demê, ji bo destpêkekê ev t’êrê dike, lê bi giştî, mirov dikare bibêje, ku pêvajoya têgihîştina civakî ya girseyîya  r’astîya êzdîtîyêdê hê nû destpê bibe. Hê divê gav bi gav ew astengîyên derûnî (p’sîkolojîk), yên ku di nava sedê salan da di nava civakê da hatibûne çandin, bên r’akirin. Bi r’astî, r’ewşeke p’ir’dijwar derk’etye holê, hemû nirx, pîrozî ûtêgehêngel ên net’ewî bi yên bîyanî va guhar’tine, ew li civakê dane p’ejirandin, û di demê r’a civak hînî wan kirine... Û ji bo ku ew astengîyana bên  derbazkirin, ev hevp’eyvîna jî wan bingehên zanistî, yên ku heya naha di lêger’înên me da hatibûn amadekirin, careke dinê bi xwendevanan r’a dike mijara govtûgoyê, û bi wê yekê li pêşîya têgihîştina wan r’êyekê vedike. Mirov dikare bibêje, li ser vê r’êyê em hê nû ji têgihîştina pirsgirêkan a zanistî ya teng gihîştine destpêka têgihîştin û wat’edarkirina wan a civakî.  
Ji bo destpêkeke weha ev amadekarîyek e.    
Lê, tiştê ku îro vekirî di nava civaka êzdîyanû bi giştî di nav gelê k’urdda pêk tê, li ser bingeha wan r’astîyan, ên ku me destnîşankirine, divê bên nirxandin û bik’evin xizmeta vê pêvajoyê.
Amida Kurd: Ango, mamoste, tu dibêjî, pey ewqas nirxandinên berfireh re, me karibûye hê nû xwe bigihînin destpêkê?
Ezîz ê Cewo: Belê, belê, hema wisa! 
Hûn dizanin, wek ku min êdî berê jî gotibû, ya ku anîne û îro jî tînin serê gelê me, ji t’evkujîya fîzîkî xerabtir e. Eger hinek dixwazin mirovekî, yan civakekê, an jî net’ewekê bi fîzîkî bikujin, r’astî berxwedana wan tên: ew li dijî fişar û êrîşên t’unekirinê serî hildidin. Û,  eger mêriv bi fîzîkî tê kuştin, jixwe ew diçe, ji holê r’adibe, êdî ji bo wî pirsgirêk namînin. Lê, eger mirov bi r’ûhî-r’ewanî, bi cîhana xwe ya hundur’în va tê guhar’tin, hemû nirxên wî, yên ku di hezarê salan da, bi r’êya hilbijartina xwezayî pêk hatine,  diguhêr’in, êdî ew mirov bi xwe ji xwe xerib dik’eve, bi xwe dibe bela serê xwe... Û ya ku anîne serê beşekî gelê me jî, hema ev e! Ew bêyî ku evê tê bigihîjin, bêyî daxwez û r’ayê xwe, beşdarî t’unekirina nirxên xwe yên r’uh û r’ewanî dibin! (Û mînakên vê yekê jî li ser her gavekê r’astî mirov tên!).   
Û, eger ev ji bo kesekî weha ye, lê ji bo gelekî, net’ewekê nikare pêkan be! Di  dîrokê da hîç tiştek jî bê şop winda nabe, hezarsal jî derbaz dibin, lê r’astîyên dîrokî bi hewlên zanîyar ûlêger’înerangav bi gav dertên r’onahîyê... Encamên lêger’înên zanistî yên di warê dîroka şaristanîyên Sûmerê, Mayayê, Êgyûptê (Misra kevnar)û gelekên dinê da govenîya wê yekê ne.  
Di r’êzê da hê gelek mijarên dinê jî hene – jîyan didome! 
Wek ku tê bîra xwendevanan, min di beşên berî vê da mînakên wê yekê anîbûn, k’a çawa, bi r’ê û r’êbazne cuda, bi delk’bazîyên cihêr’eng k’etine navaêzdîtîyê– vê ola gelê k’urd a kevnar, ew bi  berekêva, ji hundur’va wisa guhar’tine, ku ewê êdî ne ku t’enê şêwazekî nû wergirtye, lê wisa jî bûye antîpod-dijayetî ûdijwat’eyar’esenîya xwe ya destpêkî... Û mabesta min jî hema ev bû, dema min digot, ku ev, a ku anîne û îro jî tînin serê êzdîtîyê, ji êk’spansîyadema Umer bên Xettabû van êrîşên van salên dawîyê yên Daîşêxerabtir û xetertir e...
Di beşê berî vê da em li ser wan gotinên oldarekî êzdî, bihuştîyê kekê Xelor’awestyan, ên ku di p’irtûka wî ya “Ayîn û qirarê dînê  êzdîtiyê. Zargotina şêx Xelîfê Şemsanî”da li ser têgeha         “Tawisî Melek’”hebûn... Em careke dinê veger’in ser gotinên bihuştîyê kekê Xelo: “...Ew teyrê   
Enqer,  Dur` ser piştê Melekê Tav û Sîyê yanê Roj û Hîvê. Pêra dibêjin Tavûsî Melek. ...”  (r’ûp’el 13). Û: “Melek Adî Şemsanîyê ra bav e. Melek Adî di Lalişê da Şems, Ferx, Sica, Nasir ji nûra xa dîhar kir. (Eva nava  h`emû xeber û navê erebîne, sirmaniye.....”(rûpel 15). – Û evan gotinana ne mella û miftîyên îslamê û ne jî lêger’înerekî xaçparêz dibêje, van gotinan oldarekî ola êzdî dibêje (bila dilovanîya Xwedêli ser r’uh û r’ewanê wî be!), ê ku di malbeta şêxan da ji dêya bûye-gihîştye, li ber destê zaneyên olaêzdîyên navdar p’erwerdeye r’uhanîyê dîtye... Û li vira ya here girîng ew e, ku, her çiqas mejû û r’uhê vî oldarê bihuştî (wek ku yên hemû oldarên êzdîyan!) ji her hêlan va di bin fişar û bandor’a bîrûbawerîyeke bîyanî (sofîtîya îslamê!) da bûye, lêbelê ew bingehên r’esen ên êzdîtîyêdi nava wî da heya dawîyê nehatine t’unekirin û winda nebûne. Ango, ev govenîya wê yekê ye, ku di nava hinek oldarên êzdîda, her çiqas, kirasekî îslamî li stûyê bawerîya wan hatye danîn, zîlên bawerîya wan a r’esen di bin ber û kevirên ola bîyanî da benda dema xwe bûne –benda r’onahîyekê!... Û, eger r’onahî bigihîje wan zîlan, ew dê şit’il bidin, derên jîyanê û bi hemû r’esenîya xwe va li ber bawermendên xwe yên “windabûyî”vebin. 
Amida Kurd: Ango, mamoste, tu dixwazî bibêjî, ew çend gotinên bihuştîyê kekê Xelo ji bo mijara me ewqas girîng in?
Ezîz ê Cewo: Belê, ew girîngtirîn govenîya r’astîyên ola gelê k’urd a kevnar – êzdîtîyêdestnîşan dikin, ên ku hatine û îro jî tên lêpovajîkirin! Eger mirov wan gotinan r’ast têbigihîje, ew t’evahîya wan delk’û dolaban vala derdixin, ên ku  qewalên (missioner) t’erîqata îslamê ya sofîtîyêli hember êzdîtîyê hûnandine, bi şer’û buxdanên cihêr’eng ew r’eş kirine, û berê bawermendên wê berbi cîyekî dinê va guhar’tine... Ev gotinên bihuştîyê kekê Xelo wê dîtina me piştr’ast dike, ku êzdîtî ûêzîdîtîne yek ol in, ku ew bi bingeha felsefeya bîrûbawerîya xwe va du bawerîyên ji hev cuda ne, ku ew tiştana, ên ku di “Meshefa R’eş” da hatine nivîsîn, t’u p’êwendîya xwe bi êzdîtîyêr’a nînin, ku ew hemû têk’ilîya xwe bi êzîdîtîyêr’a hene (wek t’erîqeteke îslamê!), û bila erkdarên wê t’erîqetê jî hewl bidin, wan ji bawermendên xwe r’a ravebikin.
Amida Kurd:Mamoste, te bikaribî, li vira hinekî bi hûrbînî evê ji bo xwendevanên me ravebikî?
Ezîz ê Cewo:Belê, fermo! Ev tiştê ku kekê Xelo dibêje, r’asttir dibû, mirov bigota, şêwazdar (formûle)dike, di nav gel da jixwe (biaprîorî)jîyana xwe didomînin – di nava zargotina gelêrî da, di nava jiyana gel a r’ojane da.Wek ku min di beşê berî vê da gotibû: “... di nav gel da dihat gotin û îro jî tê gotin: Mêr-milyak’etê Tav û Sîyê, Mêrê Tav û Sîyê, Xwedayê Şev û R’ojê, Mêr-milyak’etê Şev û R’ojê. Piştî demekê, 15 sal berê min hem di nava k’urdên Bakûr da, hem jî di nava yên R’ojava da ev gotinana û yên weke van bihîstin – û ew jî di nava kurdên misulman da! Lê, bi r’astî, çi gunehê xwe veşêrin, wê demê wan gotina zêde bala min nek’işandin, û min zêde wat’e neda wan... Paşê, dema ku ez bi pirsên ola êzdîva mijûl bûm, ev pirsa dem bi dem hişyar dibê: “Melek’î Tawis û Melek’ê Tav û Sîyê, Xwedayê Şev û R’ojê û têgehên dinê yên bawerîyê, gelo di êzdîtîyê da heman pîrozî nînin?”– Lêger’înên êtîmolojî, û yên pirsên erka pîrozîyên olî her ez berbi bersîvekê va dibirim – belê, ew hemû yek in! Û ez bê r’awestan, bi baldarî di nava civakê û zargotina gelêrî da govenyekê diger’yam...” – Ango, dertê holê, ku Mêrê Tav û Sîyêt’u p’êwendîya xwe bi Tawisî Melek’ê“Meshefa r’eş” r’a nîne, ê ku wekEzrailêmelek’ê mirinê (r’uhistîn) r’aberî me dikin, li me ferz dikin û me didin p’ejirandin...
Û min govenîya wan dîtinê xwe di p’irtûka kekê Xeloyêbihuştî ya navborî da dît!
Û ev p’ir’girîng e! Lewra ku, ev govenîya wê yekê ye, ku, her çiqas di sedê salan da hewl hatye dyîn, ku bingehên êzdîtîyêyên r’esen t’une bikin, an wan bi yên xerîb biguhêr’in jî, lê dîsa her tişt winda nebûye, gelek tişt hatye p’arastin. Û eger em baş lêbiger’in, emê di nava zargotina gelêrî da (wisa jî ya r’uhî-r’ewanî da!) bingehên ola xwe yên r’esen bibînin û vejinînin.
Amida Kurd: ...Dizanî, mamoste, dema mirov gotinên te dibihê, ji hêlekê va tevahîya wê malwêranîyê tê ber çavê wî, ya ku anîne û îro jî tînin serê êzdîtîyê, ji hêla dinê ve pirîskek a hêvîyê li ber mirov vedibe, ronahî dide – ku her tişt winda nebûye! Gelo ev çiqas rêal e?  
Lê ji hêla dinê ve, wek ku tu jî dibêjî, dema hinek ewqas bi rêkûpêk, bi tevger, ji bo heya dawîyê îslamîkirina êzdîtîyê, ji bo tunekirina bingehên wê yên resen hewl didin, hemû hêz û derfetên xwe dikin tevgerê, li ser rêya têgihîştina rastîya vê olê ewqas astengî û tevlihevîyan derdixin, gelo çiqasî rêal e, ku mirov bikaribe rojekê bigihîje encamên pêwîst?
Ezîz ê Cewo: Belê,bi r’astî jî wisan e! Ew hemû, ya ku anîne û îro jî tînin serê êzdîyan û êzdîtîyêji t’evkujîya fîzîkî jî xirabtir û xetertir e, lê ji hêla dinê va jî pirîskek a hêvîyê heye, ku her tişt winda nebûye... Her dimîne, ku mirov bikaribe hem vê malwêranîya bi xeter, hem jî wê pirîska hêvîyê bibîne û bide dîtin... Ev – wek prênsîp!  
Dizanin, min berê jî gotibû, ku mirov divê hewl bide, bingehên vê ola kevnar bi zanistî  r’avebike, vejinîne, eger ne ji bo bi praktîkî bik’aranîna wê be jî, hîç nebe, wek prênsîp, bi zanistî – ji bo dîrokê, ji bo ku nivşên pêşer’ojê bizanibin, ku demekê oleke wisa hebûye! Ev ji bo çi wisa  girîng e? – Lewra ku, her çiqas em r’ehên xwe yên r’uhî-r’ewanînas bikin, emê ewqasî nirx û hêjahîyên xwe yên net’ewî nas bikin, qîmetê wan bizanibin, li wan xwedî derk’evin û hema bi wê jî, r’esenîya xwe ya net’ewî bip’arêzin! Lêbelê, ev tişt, ên ku r’oj bi r’oj r’û didin, dertên r’onahîyê, hêvîya mirov di vî warî da mezintir dikin. Yek ji wan jî, ew dîtin û şiroveyên kekê Xeloyêbihuştî yên navborî ne, ya dinê jî, ew e, ku hinek kes û derdorên di xizmeta t’unekirina bingehên êzdîtîyê (û, wisa jî, t’evahîya k’urdîtîyê!) da piştî weşan û govtûgoyên me digihîjin asta harbûnê, hewl didin r’astîyên vê olê biderwînin, lê ji talebextê wan r’a, bêyî daxwez û r’ayê xwe, ew  dik’evin xizmeta têgihîştina wan r’astîyan.
Amida Kurd: Balkêş e, çawa?
Ezîz ê Cewo:Bala xwe bidinê – hema mînakeke vê dawîyê! Çendekî berê di Fêysbûkê da (Facebook) vîdêoyek bi sernavê “Yusuf Berhudar – Yezidi kine?”hatibû p’arvekirin... Xwendevanan p’ir bi t’undî ev vîdêo r’exne kiribûn, heya di p’eyam û şiroveyên xwe da gotinên bêr’êz ûbêr’êjî ji xudanê wê r’a nivîsîbûn. Xwendevnekî me, K’eleşê Serdarê hêja ew hemû ji ber girtibûn û ji min r’a şandibûn (spas ji bo wî!), û ev daxweza xwe lê zêde kiribû:“Ca bala xwe bidinê! Ev çi ji me dixazin?” 
Bi r’astî, min di sêrî da şrove û p’eyamên beşdarên Fêysbkêbi baldarî xwendin, û heya r’adeyekê ez matma û bînteng jî bûm, ku gotinên wisa ji wî mirovî r’a nivîsîne. Paşê ez veger’yame ser vîdêoyê bi xwe, bi wê mabestê, ku tê bigihîjim, k’a di wê da çi heye, ku wisa dilê wan êşandye û ew wisa hêrs kirine, ku destûrê dane xwe, wan gotinên bêr’ê binivîsin.
Min bi baldarî li wê vîdêoyê nihêr’î (hûn jî dikarin wê li vir bibînin – https://www.youtube.com/watch?v= qKAW02GdME, eger bi vê venebe, hema di Youtube da nivîsa “Yusuf Berhudar – Yezidi kine?”daynin û lê bitikînin!)... 
Di sêrî da bibêjim, hema di destpêkê da tiştê ku di vê vîdêoyê da bala mirov dik’işîne, ev dîmen e: mirovekî bi r’û li hember r’ûniştye, û r’ûyê wî jî, wek ê mela an miftîyên misulmananên selefî ye, û li pişt wî va jî “dîwarekî”bi p’irtûkên îslamî heye...Û, dema min ev dîmena dît, ev hat ber heşê min – eger ev mirova erkdarekî îslamê ye, bizanibe, di p’erwerdeyeke olî r’a derbaz bûye (li dû wî va ewqas  p’irtûk r’êzkirî ne!), hîç nebe dê hinekî t’erbîye jî girtibe û hinek r’astî jî dê ji wî derên. Û bi r’astî jî, eger mirov di nava axavtinên wî da hinek r’astîyên  nivîşkan û nîvhero û berovajîkirî dibihê jî, (ezê paşê bêm ser wan!), lê ji hêla t’oreya axavtina erkdarekî olî yê xwedî t’erbîye va, ew mirov matma û xemgîn dike, û mirov bêzar dibe, nizane çi bibêje, bi t’aybet jî, ew, ên ku erkdarên k’urd ên dinê naskirine! 
... Ez di dema xwe da li WelêtûEwropayêr’stî hinek erkdarên ola îslamê yên bi net’ewa xwe va k’urd hatime, min bi wan r’a li ser pirsên cuda galegal kirye, û ez hem bi dewlemendîya zanebûnên wan dilşad bûme, hem jî  dilê min p’ir’baristan bûye, ku ew gelek pirsên dîroka gelê xwe ya serdemên kevnar û ya berî û pîştî îslamê r’ast têdigihîjin... Ji bilî wê, eger ewan tiştek nap’ejirandin jî, bi mominî, anegorî t’oreya danûstandinên şaristanî, wek mirovne xwedî t’erbye, bi dana ûzanîyarîyêndîrokî gotinên r’ikberê xwe an serer’ast dikirin, an jî gotina xwe datanîn ber wî... Lê ya vî mirovî, tuyê bibêjî ew hema nû ji nava r’efên daîşîyan veqetyaye, ç’eka xwe danye hêlekê û bi gef û gur’vediper’ike ser bînêranan: “...  Merivê ku divêje – eslê me, em êzîdî ne, êzîdî ser  dînê xwe  mane, ew em bin tirsa şûr da ketine îslamyetê da, ew meriva ehmeq e, heşê wî jî tune, ew cahîl e jî, ulma terîqê  jî nizane!...” – Hema wisa, ne kêm, ne zêde! 
Helbet, eger evî mirovî k’omeke misulmamên fanatîk di cîyekî da bervkiribûna (û dem jî sedsalên navîn bûna) û ji wan r’a ev gotinana bigotana, wê demê mirovê tê bigihîşta. Lê di civakeka k’urdî ya îroyîn da, ya ku, wek ku di  nava gelê me da tê gotin, wek gulistanekê ye,  ya ku bi gul û kulîlkên cuda va dewlemend e – di wê da hem yên misulman hene (sunnî, şiîû  hwd), hem jî yên ne misulman (êzdî, yarasanî, elewî, xrîstîyan, yehûdî!), ev mirova weha diaxive (ew jî di sedsala XXI da!), hinekê bibêjin, ku ewî yan heşê xwe xwariye, yan jî dîn bûye (û, dibe ku lewra jî di Fêysbûkêda ewqas gotinên hişk ji bo wî hatibûn p’arvekirin!)... Lêbelê, divê bê gotin, ewî ne heşê xwe xwarye, ne jî dîn bûye, ewqasî, ew di pûngala Erdoxanda wek milîtanekî wî pêk hatye û givrik bûye, ew bi r’uhê îslamîya r’adîkal a AKP hatiye p’erewerdekirin, ewî di nava hewa wê partîya îslamîst da r’eng û şêwazê xwe girtye... Govenî? – Fermo, bala xwe bidine van gotinên wî: “başkenta dewletê”, “ehmeq”, “cahîl”, “helbetekî”, “dêmekî”..., û heya navê xwe jî bi şêwaz û qalivê t’irkî-AKPî nivîsye: ji ber ku ‘X’ê k’urdî di T’irkîyayê da qedexe ye, di navê wî da p’eyva k’urdî ya ‘Berxwedar’ şêwazê t’irkî wergirtye û bûye ‘Berhudar’... Ji xwe ji destpêkê heya dawîyê ew “nêr’înên” xwe bi gotinên  “eleyî esselam!” û“el hemdullah!”govendar (îzbat) dike... Û, eger mirovek, ê ku hema piç’ekî ji prênsîpên zanistê agahdar be, van gotinên wî bibihê, dê bipirse: “Zanist, dîrok û dua, çi têk’ilîya xwe bi hev r’a hene? Ev çawa dibe?!”– Ev her t’erefekî pirsê ye, lê ya sereke, axavtina wî bi şêwazê pêşk’êşkirinê va dîjî prênsîpên Qurana pîroz bi xwe ye jî. Eger mirovek li ser dîmenê p’irtûkên olî û oldarîyê û bi gotinên xwe ji p’irtûka pîroz destpê bike û dawîyê jî digihîje asta k’ufurîyê, gelo mirov dikare wî bawermend bihejmêre? Êdî ez di derbarê erka olî da nabêjim – ew ji çi olê dibe, bila bibe. Lê ya vî mirovî dikare bibe, lewra ku ew, wek peyayekî AKPî t’evdiger’e.    
Ev li ser wê pirsê, k’a dema li bal mirovekî dêfît’sîta t’erbye-t’oreyî(kêmasîyek a heya asta t’unebûnê!) hebe, dikare bigihîje çi r’ewşeke nebînayî!... 
Naha em bên ser pirsa êzîdîtîyê, ya ku ew mirova weke xwe şirove dike. 
Li vira jî sîndroma nezanîya dîrokîû, bi giştî, dêfît’sîta zanistê li bal vî mirovî xwe didin der. Belê, ew, ya ku ew di derbarêêzîdîtîyêda dibêje, heya r’adeyeke r’ast e, lêbelê, ew hemû hîç p’êwendîya xwe bi êzdîyanûêzdîtîyêr’a nîne! Lewra ku, egerêzîdîtît’erîqeteke îslamê ya sofîyan e, û navê wê ji navê Yezîd bên Muawî ebî Sifyantê, lê êzdîtîola gelê k’urd a kevnar e, û navê wê jî, ji p’eyva Êzdî/Ezda, ango, Xwedêtê... Û ev r’astîya wê jî di nava vê olê bi xwe da hatye p’arastin. Di nava bawermendê êzdî da gotinek heye, dibêjin, ku “...hezar û yek navên Xwedê hene, Êzdî jî (ne Êzîd, ha! – E.C.)navekî Xwedê ye!”Û ev p’eyva jî ji p’eyver’êza “yê ez dayî”pêk hatye – ango, “yê ku ez dame”!Hemû navên Xwedê jî di k’urdî da fûnkt’sînal in (erkî ne), û ji bo navê Xwedê jî, dîsa di nav bawermendên êzdîda tê gotin: “Xwedê cîhan sêwirandye, lê kesekî Xwedê nesêwirandye, Xwedê xwe daye!”– (Bala xwe bidinê – “yê ku ez dame!” û“...yê ku xwe daye!”). Û wisa jî hemû navên Xwedê yên dinê jî wat’eyên xwe hene... 
Û ya dinê jî ew  e, ku êzîdîtî ne ola gelê k’urd e, wek ku P’îr Dîmadibêje, “... ezditi ne tene bawerya kurmaciaxevan bu, le bele gelek erebiaxev u aramiaxev ji bune ezdi...”(bi hûrbînî: Rojnameya“Pênûsa nû”, hejmarên 33 – www.penusanu.com, r’ûp’el: 12 – 15). – Helbet, li vira divê bê gotin, ev ku P’îr Dîmaêzdîtînav dike, t’u p’êwendîya xwe bi êzdîtîyêr’a nîne, ew êzîdîtîye – ola hevbeş a kurmaciaxevan ûerebiaxev u aramiaxevan,û ev jî tê wê wateyê, ku r’êya îslamîkirina êzdîtîyêhinek îro jî dişopînin û wê didomînin! Ji bilî vê, hê jî di Başîka û Bahzan da zar’okên êzîdîyan, wek ku Hoşeng Birokagovenîyê dide, bi erebîya Şamê(?!) diaxivin... Çima, ev çawa pêk hatye? Lewra ku di demên dîrokî yên aloz û t’und û dijwar da, erebê êzîdî-sofîjî bi Şêx Adî r’a hatine navaêzdîyan. Hatine, hinek ji wana di nav k’urdên êzdîda ji hêla zimên va întêgre bûne (hatine bişavtin), bi k’urdî diaxivin, û paşê, bi  berekê va, ji  hindur’va êzdîtîwerguhêr’î êzîdîtîya sofî-îslamîya xwe kirine. Û ev jî bûye sedem, ku di şer’ê di navbera t’erîqetên îslamê da êzdîyanbidin kuştin û gorî bikin. Û, wek ku Hoşeng Birokadinivîse, hemû fermanên êzîdîyandi serdema pey Şîxadî r’a pêk hatine! Wê demê pirs dertê holê, ev fermanana çiqasî yên êzdîyan û êzdîtîyê bûne? T’erîqetên îslamê di nav hev da şer kirine, û êzdî jî di nav şerê wan da dane gorîkirin – di şer’ên di navbera êzîdîyên sofîyên û t’erîqetên dinê yê îslamêda!... Helbet ev nayê wê wat’eyê, ku fermamnên êzdîyan nînbûne! Ew hebûne û dijwartir jî bûne, lêbelê hinek bi “fermanên”navxweyî yên t’erîqetên îslamê fermanên r’astînli êzdîyan didin jibîrkirin (bi hûrbînî li vira bixwînin –  http://amidakurd.org/ku/tekst/çima_divê_yên_êzdî_bibin_êzîdî_sofî_û_êzdîtî_bê_t_unekirin_û_ji_holê_r_abe).   
Belê, bi dîrokî wisa li hev hatye, ku îro di nava gelê k’urd da çend olên cuda hene, lê p’ir’anîya k’urdan misulman in. Lê, gelo ev dikare îro ji bo hinek nûnerên k’urdên misulman bibe bingeh û sedem, ku ew serdestîya xwe li hember k’urdên dinê bidin xuyan û li wan ferz bikin, helbet, eger têgihîştina wan ne ku olî, lê netewî be? 
Û, binihêr’in, eger vî mirovê bi navê “Yusuf Berhudar”dîrok zanibûya, an di nava wî da têgihîştina xwe ya mirovî û net’ewî hebûya, gelo dê ev gotinana bigota: “... Tabî, eva tiştê ez dibêjim, tarîxak min xandye, min geryaye, min lê nihêrye, kitabê hêna berê, min alima pirsye, ... min pirs kirye, ... , zef gelek cahîl hene, her yek întêrnêtê da tiştekî divêje, hinek miletê meyî misilman ra dibêjin, dînê me, kal-bavê me êzîdî ye, sondê wan, edetê wan dikin nav me. Helbetîkî tiştekî wisa tune, dînê me jî, edetê me jî îslamyet e, elhemdilûllah, me ... eşqa dilê xwe îslam qebûlkirye, elhemdulûllah em gelekî şa ne”.
Amida Kurd:Bi rastî tiştekî ecêb û matmayînê ye!
Ezîz ê Cewo:Belê, wisa ye! Heya mirov ji guhê xwe bawer jî nake, ku di sedsala XXI da... Nizanim, mirov tu gotinan nabîne!
Lê, her çi jî hebe, mirov li vira dikare çi bibêje?  
Helbet, r’êza me bi nûnerên hemû olan r’a heye, ew ji çi net’ewê dibin, bila bibin. Lê r’astîyeke dîrokî heye, ya ku her mirovek, ê ku behsa r’astîyên dîrokê dike, ewê r’astîyê dizane. Ew jî ev e: hîç gelekî di dîrokê da bi t’acên gulan oleke bîyanî pêşbazî nekiriye, hîç kesekî bi r’ezadilîya xwe dest ji ola xwe ya kal û bavan bernedaye û oleke bîyanî  nep’ejirandye (ji bilî çend heb bêbav, xayîn û xwefiroşan!), t’imê jî di destpêkê da hemû olan jî, ji bo ku xwe li gelekî bîyanî bidin p’ejirandin, li hember wan wisa jî zordarî pêk anîne, û ji bo wê jî, heya bi dewletê r’a bûne yek û hêza dewletê jî ji bo armancên xwe pêk anîne. Ev e r’astîya dîrokê! Û di dîroka hemû gel û bawerîyan da t’imê jî ev r’astî hatye dîtin û di wê derbarê da di dîrokên wan da hatye nivîsîn. Û di nav dîroka gelê k’urd da jî di vê derbarê da govenîyên pêbawer hatine p’arastin. Yek ji wan jî p’arç’eyekî  helbesteke bi zimanê k’urdî ye, ya ku di sedsala VII da li ser ç’ermkaxetê (pêrgamênt) hatibûye nivîsîn, û p’arç’eyekî wê ç’ermk’axetê destpêka sedsala XX di şkevteke li r’ex Silêmanîyê da hatibûye dîtin. Weha têk’sta wê helbestê – bê şirove:  
Hormozgan reman, atûran kujan,
Wisan serdewe gewreî gewrekan,
Zorkar arap kerdina xapûr,
Guneî pale heta Şarêzûr.
Jin û kenîkan wê dîl beşînia,
Merd azad li ve rûî hwîna…!
Amida Kurd:Lê ew ferman, ên ku ewqas di derbarê wan da tê gotin, mamosta?
Ezîz ê Cewo:Ev bi serê xwe, wek ku min li jorê jî got, tiştekî dinê bûye! 
Eger k’urd (êzdî-ne êzdî!)îro di derbarê fermanên êzdîyanda diaxivin, an dinivîsin (hinek dibêjin ew 72 bûne, hinek heya wan digihînin 97an!), divê wê jî bizanibin, ku hê di dîrokê da hîç kesekî fermanên ser t’u gelekî nehejmartine, ku 72 di nava gel da hejmareke sembolîk e, û tê wat’eya “p'ir'”, “gelek”,  ku gelek ji wan “fermanan”di r’astîya xwe da şer’ên di navbera t’erîqatên îslamî da bûne, û gelek caran di wan şer’an da di bin navê êzîdîyênsofîyên îslamî da êzdîjî dane gorîkirin... Û, r’ast e, di van şer’ên navxweyî yên t’erîqetên îslamê da êzdîhatine kuştin (r’asttir dibe, mirov bibêje, ew dane kuştin!), lê, wek ku min êdî li jorê gotye, fermanên êzdîyan cuda bûne, ew ji van girantir bûne, lê ya here mezin, ew bûye, ya ku di derbarê wê da di helbesta navborî ya sedsala VII da tê gotin!... Ji wê mezintir nînin! Û qewalên (mîssîonêr) êzîdîtîya sofîya îslamî, van şer’ên navxweyî yên t’erîqetên îslamî didin pêş û bi wan t’evkujî û fermanên gelê  me yên dinê didin jibîrkirin. T’evkujîya êzdîyan (û ya t’evahîya gelê k’urd, bi giştî) ya Mezin di sedsala VII da pêk hatye, dema dest bi êk’spansîya ereban a li ser K’urdistanê bûye, û di derbarê wê da jî di helbesta navborî da tê gotin, a ku li ser ç’ermk’axeta Silêmanîyê hatibûye nivîsîn...Wekî dinê, ew çi ku tê serê êzdîyanû t’evahîya k’urd ûK’urdistanêdûmahîya wê T’evkujîya Mezin in.
Amida Kurd:Ma ewqas jî dibe, mamoste? Ma ne, hewlên tevkujîyan hê jî didomin, divê rojekê ev bêdadî bê rawestandin, ma ji bo vê çareyek nîne!? 
Ezîz ê Cewo:Helbet, hûn (wek ku t’evahîya gelê me) ji bo vê helwesta xwe ya li hember vê r’ewşa dîrokî (ez ji wê ç’arenûsnavnakim!) mafdar in. Ji bo ku t’evkujîyên weha di dîrokê da êdî dubare nebin, dem e, ku êzdî (wisa jî, t’evahîya gelê k’urd!) li bingehên xwe yên net’ewî veger’in, li şûna ku bidin dû t’erîqetênbîyanî, yên ku her t’enê dikarin wan berbi mirinê û t’unebûnê va bibin, yekîtîya xwe ya net’ewî ava bikin, û li ser bingeha nirxên net’ewî hem hebûna xwe ya fîzîkî, hem jî ya r’uhî-r’ewanî misoger bikin. Dîroka mirovahîyê hê r’êyeke dinê nedîtiye. 
Û tiştekî dinê yê balk’êş jî, yê ku ne r’astedêr be jî, bi vê mijara me r’a têk’ilîdar e! Dema êdî ev beşa amade bû, xwendevaneke me ji Îşmîrê – Şengul Seferêvîdêoyek ji min r’a r’ê kiribû, û di p’eyama xwe da nivîsîbû: “Mamoste, ca bala xwe bidê, ev êzîdîyênme çawa her tiştî didin bin nigê xwe!” Min ew vîdêo vekir, amadekarê wê nivîsîbû: “ mixabin ji hinek Êzidîyan re!!! ??? - مخابن بۆ هەنێک لە ئێزدیەکان !!! ؟؟؟” – Min bala xwe dayê, yê ku ev vîdêo p’arvekiribû – Qehreman Sozdar, ji êşa dil diqîr’e: “...Ya ku hûn dibînin, eva k’omeka kur’û kiç’ên êzîdî ne... li K’urdisatanê nîva bajarê Dihokê sirûda Îraqê lêxistîne, alayê alemê Îraqê bilind kirine ... bi r’astî jî heyf û  mixabin!...” – Wekî dinê, çêtir dibe, ku xwendevan bi xwe li vê vîdêoyê binihêrin:  (https://www.facebook.com/qehremansozdar/videos/2220865198002072/) – Helbet, bi rastî jî dilê mirov dêşe, dema mirov r’astîyên dîrokî û r’ewşa îroyîn di Başûr da nizanibe. 
Ez dixazim, hem ji xwendevana hêja Şengulê r’a, hem jî ji hêja Qehreman Sozdar r’a bibêjim, ku di sêrî da divê bê zelalkirin, k’a ew xort û kiç’anak’urdên êzdîne, yan erebên êzîdî-sofîne (yên ku hê jî di K’urdistanê da bi erebîya xwe ya Şamê diaxivin!)? Ya dinê  jî, ma Dihok bajarekî Başûrê K’urdistanê nîne? Ma ewan bêyî destûra r’êvebirîya Herêmê (a PDK) û bêyî helandana wan, dikaribûn ev çalakî pêk banyana? – Helbet, ev pirsên min hr’êtorîk in, û bersîvên wan jî di wan bi xwe da hene. Divê mirov hê hewl bide bizanibe, k’a, gelo di  Lalişê û Şengalê da êzdîyên k’urd mane, yan hemû bûne êzîdî-sofîyên ereb? Û, eger hinek êzdî mabin jî, yên ku êzdîtîya xwe p’arastine, divê bidin heşê xwe, k’a çawa bikin, ku wan ji îslamîbûn-erebbûnêbip’arêzin... Ê, gelo k’îyê bi vî k’arî r’abe, r’êvebirîya Herêmê, ya ku bi siyaseta xwe wêrekîyê dide wan êlêmêntên ereb ên îslamî-sofî, ku hem êzdîtîyê ji hindur’va biher’ifînin, hem jî ji navê êzdîyançalakîyên vî r’engî pêk bînin? 
Û ya dawîyê, eger Qehreman Sozdarê hêja an kesekî dinê yê ji Başûrê K’urdistanê vîdêoyek di wê derbarê da amade bikira, k’a çawa bi destûr, piştgirî û alîk’arîya r’êvebirîya Herêma otonom a Başûrê K’urdistanê (PDK) bi dehan baregehên sîxurîû-leşkerî yên  dewleta t’irk di herêmê da bi cî bûne û li dijî T’evgera Net’ewî û gelê herêmê yê sivîl êrîşên leşkerî-hewayî pêk tînin, k’a çawa nîvekî xaka Başûrê K’urdistanê di bin silogana “serxwebûnê”da r’adestî Bexdayê kirine (û Şengal jî di nav da!), û wisa jî ji êşa dil biqêrîya, bigota: “R’awestin, hûn çi dikin, ma hûn çima bûne hevk’ar û hevp’arên êrîşên dijmin, çima  we welatê me di bin p’êyên  dagerkeran da r’axistye û ew kirye baregeha wan a leşkerî – li dijî gel û welatê xwe?”
Û, eger helwesteke weha di herêmê da hebûya, eger r’êvebirîya herêmê siyaseta îslamî ya bi AKPê r’a hevp’ar nemeşanda, dibe, ku ev êlêmêntên erebî-îslamî, yên ku k’etine nava civaka êzdîya, dê wêrekî negirtana û wisa bi hêsanîêzdîtîji hundur’ va nexwarana û t’une nekiriana!
A, ji bo vê, bi r’astî sed heyf û mixabin!
Amida Kurd:Spas, mamoste, ji bo bersîv û şiroveyên te yên hêja û kêrhatî. Em di wê bawerîyê de ne, ku xwendevanên me wê ji xwe ra agahî û zanîyarîyên pêwîst jê derînin, û, eger pirs û dîtinên wan ên cuda bibin, ew ê ji me ra binivîsin!
Ezîz ê Cewo:Spas ji bo we, ji bo pirsên we yên balk’êş, ên ku bûn bingeh, ku govtûgoya me dewlemendtir û balk’êştir bibe.
Em ê li benda pirs, nêrîn û pêşnîyazên xwendevanên hêja bin
.
Slav û r’êz!
[1]
دون هذا السجل بلغة (Kurmancî - Kurdîy Serû)، انقر علی ايقونة لفتح السجل باللغة المدونة!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
تمت مشاهدة هذا السجل 927 مرة
هاشتاگ
المصادر
[1] موقع الكتروني | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://www.amidakurd.net/ - 04-08-2023
السجلات المرتبطة: 42
الامثال والعبارات
المکتبة
الکلمات والعبارات
1. êzdî
بحوث قصیرة
لغة السجل: Kurmancî - Kurdîy Serû
تأريخ الأصدار: 14-06-2019 (5 سنة)
الدولة - الأقلیم: کوردستان
اللغة - اللهجة: ک. شمال ح. لاتين
تصنيف المحتوى: الدين والألحاد
تصنيف المحتوى: مقابلة
نوع الأصدار: ديجيتال
نوع الوثيقة: اللغة الاصلية
البيانات الوصفية الفنية
جودة السجل: 99%
99%
تم أدخال هذا السجل من قبل ( اراس حسو ) في 04-08-2023
تمت مراجعة هذه المقالة وتحریرها من قبل ( زریان سەرچناری ) في 07-08-2023
عنوان السجل
لم يتم أنهاء هذا السجل وفقا لالمعايير کورديپيديا، السجل يحتاج لمراجعة موضوعية وقواعدية
تمت مشاهدة هذا السجل 927 مرة
کورديپيديا أکبر مصدر کوردي للمعلومات بلغات متعددة!
صور وتعریف
زركة محمد علي سوركلي
بحوث قصیرة
موقف سنجار السياسي من الموصل خلال كتاب زبدة الحلب لأبن العديم (ت660ﮪ/1262م)
السيرة الذاتية
فرست زبیر محمد روژبیانی
المواقع الأثریة
قصر حسين قنجو في محافظة ماردين، 1705م
السيرة الذاتية
أسما هوريك
بحوث قصیرة
مهمة ألمانیة خطیرة فی كوردستان العراق عام 1943 : عملیة ماموت
المواقع الأثریة
قلعة خانزاد في أقليم سوران 1825م
المواقع الأثریة
قلعة جوامير آغا في مدينة قصر شرين
السيرة الذاتية
حسين الجاف
بحوث قصیرة
تداعيات الغزو المغولي على إمارتي ماردين والموصل وتأثيراته على أحوالها الاجتماعية والفكرية
صور وتعریف
صورة نادرة للشاعر الكردي الكبير – بيره ميرد – أيام شبابه في إستنبول
السيرة الذاتية
شكري شيخاني
السيرة الذاتية
هيفين عفرين
صور وتعریف
عائلة ايزيدية من مدينة غازي عنتاب
المواقع الأثریة
ناعورة الرشيدية في الشدادي حضارة عريقة وتاريخ يشهد
السيرة الذاتية
فؤاد الشيخ عبدالقادر بن الشيخ محمد شريف الصديقي القادري الأربيلي
المواقع الأثریة
قلعة كركوك
المکتبة
إتجاهات المجتمع الكوردي نحو التعایش السلمي (دراسة ميدانية في اقليم كردستان العراق)
صور وتعریف
صورة نادرة تجمع مابين الشاعر الكردي الكبير – بيره ميرد – والمعلمة النهضوية الكردية – حبسة خان النقيب
السيرة الذاتية
جوردي تيجيل
المکتبة
زرادشت و الديانة الزرادشتية
السيرة الذاتية
حليمة شنگالي
بحوث قصیرة
العشائر الإيزيدية في جبل سنجار: دراسة تاريخية
المکتبة
الحياة بين الكرد.. تاريخ الايزيديین
المکتبة
النخبة الكردستانية: الدولة الهوية المواطنة
المکتبة
شهدائنا في حرب ضد الدولة الاسلامية - داعش، الطبعة 2
السيرة الذاتية
منى بكر محمود
المکتبة
دور احداث شنكال في تطوير القضية الكردية
بحوث قصیرة
الدور العسكري للقبائل الكردية في بلاد الشام خلال الثلاثين سنة الأولى من حكم دولة المماليك البحرية (648- 678ﮪ/ 1250- 1279 م)
صور وتعریف
صورة من مراسم توديع العلّامة الكردي الراحل موسى عنتر
السيرة الذاتية
جوهر فتاح
المکتبة
أضواء على الحركة الكردية في سوريا (أحداث فترة 1956-1983)

فعلي
السيرة الذاتية
عبد ألمصور سليمان عبدألسلام ألبارزاني
04-01-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
عبد ألمصور سليمان عبدألسلام ألبارزاني
المکتبة
الأكراد ملاحظات و إنطباعات
25-04-2022
ڕۆژگار کەرکووکی
الأكراد ملاحظات و إنطباعات
بحوث قصیرة
​​​​​​​عائلة الشهيد سردم آكري تطالب الجهات الحقوقية بفتح دعوى قضائية ضد دولة الاحتلال التركي
31-10-2022
أفين طيفور
​​​​​​​عائلة الشهيد سردم آكري تطالب الجهات الحقوقية بفتح دعوى قضائية ضد دولة الاحتلال التركي
بحوث قصیرة
كوردستان وسياسة التوازن والتضامن
11-02-2023
اراس حسو
كوردستان وسياسة التوازن والتضامن
بحوث قصیرة
من تراث وفلكلور السليمانية .... المطبخ الكوردي ... الجزء الثاني
19-02-2023
هژار کاملا
من تراث وفلكلور السليمانية .... المطبخ الكوردي ... الجزء الثاني
موضوعات جديدة
المکتبة
أضواء على الحركة الكردية في سوريا (أحداث فترة 1956-1983)
24-05-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
المکتبة
إتجاهات المجتمع الكوردي نحو التعایش السلمي (دراسة ميدانية في اقليم كردستان العراق)
24-05-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
المکتبة
الحياة بين الكرد.. تاريخ الايزيديین
23-05-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
المکتبة
زرادشت و الديانة الزرادشتية
20-05-2024
هژار کاملا
المکتبة
النخبة الكردستانية: الدولة الهوية المواطنة
20-05-2024
هژار کاملا
المکتبة
محاضرات عن مؤتمر لوزان وآثاره في البلاد العربية
19-05-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
المکتبة
ﺗﺎرﻳﺦ اﻟﺪول اﻟﻔﺎرﺳﻴﺔ في اﻟﻌﺮاق
18-05-2024
هژار کاملا
المکتبة
أوضاع الأكراد الاقتصادية والاجتماعية في ولاية الموصل في عهد السلطان عبد الحميد الثاني (1876-1909م)
17-05-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
المکتبة
إقليما الري و الجبال في العصر البويهي 330 - 420 / 942 - 1029 م : دراسة سياسية
17-05-2024
هژار کاملا
المکتبة
جهود التنويع الاقتصادي لمجلس التعاون الخليجي والدروس المستفادة لبغداد وأربيل
15-05-2024
هژار کاملا
أحصاء
السجلات 519,055
الصور 106,710
الکتب PDF 19,304
الملفات ذات الصلة 97,323
فيديو 1,392
کورديپيديا أکبر مصدر کوردي للمعلومات بلغات متعددة!
صور وتعریف
زركة محمد علي سوركلي
بحوث قصیرة
موقف سنجار السياسي من الموصل خلال كتاب زبدة الحلب لأبن العديم (ت660ﮪ/1262م)
السيرة الذاتية
فرست زبیر محمد روژبیانی
المواقع الأثریة
قصر حسين قنجو في محافظة ماردين، 1705م
السيرة الذاتية
أسما هوريك
بحوث قصیرة
مهمة ألمانیة خطیرة فی كوردستان العراق عام 1943 : عملیة ماموت
المواقع الأثریة
قلعة خانزاد في أقليم سوران 1825م
المواقع الأثریة
قلعة جوامير آغا في مدينة قصر شرين
السيرة الذاتية
حسين الجاف
بحوث قصیرة
تداعيات الغزو المغولي على إمارتي ماردين والموصل وتأثيراته على أحوالها الاجتماعية والفكرية
صور وتعریف
صورة نادرة للشاعر الكردي الكبير – بيره ميرد – أيام شبابه في إستنبول
السيرة الذاتية
شكري شيخاني
السيرة الذاتية
هيفين عفرين
صور وتعریف
عائلة ايزيدية من مدينة غازي عنتاب
المواقع الأثریة
ناعورة الرشيدية في الشدادي حضارة عريقة وتاريخ يشهد
السيرة الذاتية
فؤاد الشيخ عبدالقادر بن الشيخ محمد شريف الصديقي القادري الأربيلي
المواقع الأثریة
قلعة كركوك
المکتبة
إتجاهات المجتمع الكوردي نحو التعایش السلمي (دراسة ميدانية في اقليم كردستان العراق)
صور وتعریف
صورة نادرة تجمع مابين الشاعر الكردي الكبير – بيره ميرد – والمعلمة النهضوية الكردية – حبسة خان النقيب
السيرة الذاتية
جوردي تيجيل
المکتبة
زرادشت و الديانة الزرادشتية
السيرة الذاتية
حليمة شنگالي
بحوث قصیرة
العشائر الإيزيدية في جبل سنجار: دراسة تاريخية
المکتبة
الحياة بين الكرد.. تاريخ الايزيديین
المکتبة
النخبة الكردستانية: الدولة الهوية المواطنة
المکتبة
شهدائنا في حرب ضد الدولة الاسلامية - داعش، الطبعة 2
السيرة الذاتية
منى بكر محمود
المکتبة
دور احداث شنكال في تطوير القضية الكردية
بحوث قصیرة
الدور العسكري للقبائل الكردية في بلاد الشام خلال الثلاثين سنة الأولى من حكم دولة المماليك البحرية (648- 678ﮪ/ 1250- 1279 م)
صور وتعریف
صورة من مراسم توديع العلّامة الكردي الراحل موسى عنتر
السيرة الذاتية
جوهر فتاح
المکتبة
أضواء على الحركة الكردية في سوريا (أحداث فترة 1956-1983)

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| اتصال | CSS3 | HTML5

| وقت تکوين الصفحة: 1.875 ثانية