Li Ser Pirtûka Rêziman û Rastnivîsa Zaravayê Kurmancî Nirxandinek -I-
#Bahoz Baran#
Dema ku em bala xwe didin pirtûkên rêzimanê yên Kurmancî, em rastî gelek kêmasî û çewtiyên berbiçav tên. Divê amadekarê wan pirtûkan, wan çewtiyan bibînin û di pirtûkên xwe yên din de, wan serast bikin. Lewre çewtî belav dibin û êdî weke tiştekî rast tên pejirandin. Par, di heqê pirtûka Samî Tan ya rêzimanê de, du nivîsên min di azadiya welat de hatin weşandin. Birêz Samî Tan bersiva herdu nivîsan jî da. Hinek tişt qebûl kirin, hinek qebûl nekirin û ji hinekan re jî got, mirov dikare li ser wan bifikire. Li ser pirtûka wî şeş nivîs li ber destê min hebûn. Min nivîsa sêyemîn jî şand, lê ji ber çi egerê bû ez nizanim, azadiya welat got, “em nikarin nivîsa te biweşînin, polemîk derdikevin.” Gelo em ê nikaribin nîqaşa mijarên xwe yên rêzimanî bikin?
Îsal pirtûka bi navê “Hînker” jî derket. Dema ku min bala xwe da wê pirtûkê, min dît ku, tiştên ku hatibûn rexnekirin, hê jî weke xwe mane. Nivîskarên me carinan kêmasiyan qebûl jî dikin; lê rast nakin. Dîsa min berê xwe da pirtûka Samî Tan û kêmasî û çewtiyên berbiçav tespît kirin. Armanca min ew e ku, bi çavekî rexneyî û zanistî li rêzimana kurmancî bê nihêrtin û avahiya ku hatiye lêkerin, bê xurtkirin û bilindkirin. Lewre li bakur, di warê rêzimanê de gelek tiştên kêm û çewt hene. Rexneyên me dikevin qada zanistê û xwedî îspat in. Ev pirtûkên ku ez qala wan jî dikim, li her ciyî hene û mirov wan dixwînin, ji ber vê yekê divê li ser kêmasî û çewtiyan bê sekinandin. Divê nivîskarên me jî guh bidin van tiştan, xwe neqehirînin, careke din li ser van mijaran bifikirin.VEQETANDEK Û QERTAFÊN NEDIYARIYÊ-NEBINAVKIRINÊDi pirtûka Samî Tan de mijar wiha hatiye vegotin:Qertafên raveberê ev in(veqetandek): -a(mê), ê(nêr), ên(pirj.)Mînak:Hevala min hevalê min hevalên minQertafên nediyariyê(nebinavkirinê) ev in: -ek(yekj.), -in(pirj.)-ek ji ‘yek’ê tê; -in jî ji ‘hin’ê têVeqetandekên nebinavkirî ev in: -eke(mê), -ekî(nêr) -ine(pirj.)Hevaleke min hevalekî min hevaline min Qertafên -eke, -ekî, -ine, weke qertafên veqetandekê yên nebinavkirî hatine dayîn. Ev tiştekî ne di cî de ye. Ji ber ku -ek û -in tiştekî din in; -î, û -e tiştekî din in. Mirov nikare, wan weke yek tiştî nîşan bide. Rêbaza rêzimanî ya veçirandina qertafan jî destûrê nade vê yekê. Her qertaf xwedî peywirekê ye. Mirov nikare du qertafan bi hev ve bikelijîne. Dema ku mirov peyvê ji hev veçirîne her tişt derdikeve holê:
Mînak: Hev-al-ek-î min hev-al-ek-e min hev-al-in-e minHev= koka peyvê al= qertafa çêker ek= qertafa nediyariyê ya yekjimar î= veqetandeka nêr ya ku piştî nediyariyê tê.Mirov dikare bibêje, dema ku qertafên –ek û –in di ravekê de cî bigirin(bên raveberê) wateya nediyariyê didin wê û qertafên veqetandekê jî diguherin dibin: -î, -e, -e. Ango her du qertaf ji hev cuda ne.
RAVEKÊN NAVDÊR Û RENGDÊRAN Û YÊN RÊZIKÎ-ZINCÎRÎDivê mijarê de jî, hin tişt hatine tevlihevkirin. Ravekên navdêran, di nava mînakên ravekên rengdêran de hatine dayîn. Mînakên raveka zincîrîn jî çewt hatine dayîn, bi ravekên rengdêran re jî hatine tevlihevkirin.Ji bo raveka rengdêran ev mînak hatine dayîn:Mînak: Mala vî hevalî, Xwedina wî bilbilî, Hatina çar hevalan Axaftina çend karkeran, Xebata du destbirayan, Roniya kîjan malêEv mînak ravekên navdêran in, ne ravekên rengdêran in, tenê rengdêrek ketiye nava wan. Mirov nikare vana weke ravekên rengdêran nîşan bide. Ji bo em karibin wan bikin ravekên rengdêran divê wiha bên nivîsîn:Çareserî: Vî hevalî, wî bilbilî, çar hevalan, çend karkeran, kîjan mal Ev heval ew bilbil çar heval çend karker
Ji bo raveka zincîrîn jî ev mînak hatine dayîn:Mînak: Hevala çavşîn û porzer Dayika dilşewitî û keserkûr
Raveka zincîrîn di rengdêran de tune ye. Çima ev mînak hatine dayîn, min fam nekir. Ev her du mînak jî çewt in. Raveka zincîrîn wisa nayê çêkirin. Divê du heb ravek têkevin nav hev. Lê di mînakê de raveber û ravekerek heye. Di ser de, li şûna navdêrê, rengdêr hatine bikaranîn. Ev jî çewtiyeke din e.Hevala çavşîn û porzerRaveber RavekerRaveker ji du hêmanan pêk hatiye û ev jî weke raveka zincîrîn hatiye dayîn. Raveka zincîrîn ne wiha ye û ji rengdêran jî çênabe.
Çareserî:Di raveka zincîrîn de, du ravek bi hev ve tên girêdan; Mînak: Kulîlka çiya+çiyayê zagrosê= Kulîlka çiyayê Zagrosê Mifteya derî+ mala zînê= Mifteya deriyê mala zînê HOKERÊN ŞANÎDANÊDi mijara hokerên şanîdanê de jî, çewtiyeke berbiçav heye.Samî Tan gotiye hokerên şanîdanê ev in: Wisa, wilo werê(dûr) Wiha, halo, hanî(nêz)Ev tiştên ku hatine rêzkirin, ne hokerên şanîdanê ne, hokerên çawaniyê ne; pirsa “çawa”yê dibersivînin û teşeyê kirina tiştekî nîşan didin.Mînak: Min ji te re wisa got.(çawa got-teşeyê gotinê ) Wiha kir û wisa xwar.(çawa kir û çawa xwar-teşeyê kirinê û xwarinê)Çareserî: Hokerên şanîdanê ev in: wa(dûr), va(nêz)Mînak: Wa nan dixwe.(xwarinê nîşan dide, aresteyî lêkerê dibin hoker) Va diçe malê.(çûyîna malê nîşan dide, aresteyî lêkerê dibin hoker)Carinan weke pêveber jî tên nivîsîn û qertafa(-e,-ye) kesê sêyem ya ku di şûna lêkera “bûn”ê de jî tê bikaranîn distînin.Mînak: Va ye, nan dixwe. Wa ye diçe malê.
CUREYÊN BÊJEYANSamî TAN di pirtûka xwe de “veqetandek û jimarnavan” jî xistiye nav cureyên bêjeyan. Ev ne di cî de ye. Mijar jî tevlihev dibin. Veqetandek jixwe ravekan çêdikin û dikevin beşa navdêr û rêngdêran. Jimarnav jî hem di nava rengdêran de cî digirin; hem jî ji bo diyarkirina wan, em di nava mijara navdêran de dikarin cî bidin wan, ji ber ku ew jî navdêr in.Li gorî dabeşkirina pirtûka Samî TAN:Cureyên Bêjeyan Ev in:Veqetandek, navdêr, cînavk, hevalnav, hoker, daçek, gihanek, baneşan, jimarnav, lêkerDema ku em rexneyan li hinek mijarên wiha dikin bersiv ev e: Celadet Elî Bedirxan jî wisa gotiye.Belê, we gelek tiştên Celadet Elî Bedirxan guhertiye, wê çaxê ev bersiv çi ye?. Divê mirov bi awayekî neguherbar li Celadet Elî Bedirxan nenihêre. Avahiya ku wî lêkiriye xurt û bilind bike. Çareserî:Peyv ji aliyê binyadê ve, yan nav in yan jî lêker in, ji ber ku li xwezayê jî tevger(lêker) û hebûn(nav) hene, ev wiha ye; lê li gorî peywira xwe dibin hoker, rengdêr, daçek, gihanek, cînavk.Li gorî dabeşkirina me:Li gorî binyada xwe peyv dibin: Navdêr û lêker, peyvek dema ku bi tena serê xwe be, yan navdêr e, yan jî lêker e.Li gorî peywira xwe peyv dibin: Cînavk, rengdêr, hoker, daçek, gihanek, baneşan.Di nivîseke din de, ez ê li ser hin kêmasî û çewtiyên din, ramanên xwe bînim zimên. Lewre gelek tiştên ku em ê qala wan bikin hene. Mijara hêmanên hevokê, mijara tewangê, mijara raderê, mijara qertafên navgir, mijara rengdêran, mijara lêkernavê, mijara hevoksaziyê, mijara xalbendiyê.Kaynak: Li Ser Pirtûka Rêziman û Rastnivîsa Zaravayê Kurmancî Nirxandinek I - Amîda Kurd[1]