=KTML_Bold=Li paş tundiya siyasî ya li ser jinan çi heye?=KTML_End=
Hêvîdar XALID
Gelek caran em behsa tundiya siyasî ya li ser civakan dikin, nexasim civakên Rojhilata Navîn. Tundiya siyasî ew e ku ji bo zirarên nerewa bigihînin beşeke mezin a gelan siyaset bê bikaranîn. Ji sedan sal ve hikumet û desthilatdarên civakên cûrbecûr li ser jinan vê tundiyê didin meşandin, bi taybetî jî civakên Ereban.
Tundiya siyasî ya li ser jinan ew e ku ew ji beşdariya siyasî bên bêparhiştin û bi zanabûn di siyasetê de bên paşguhkirin. Rêjeya beşdariya #jinên# di siyasetê de li cîhanê di asta parlamento û seroketiyê de nêzî ji sedî 27 e. Li Rojhilata Navîn û derdora wê jî rewş xerabtir e.
Sedemên tundiya siyasî gelek in, herî zêde yên aborî û civakî ne. Jîngeha Rojhilata Navîn jîngeheke zilamperest e û jinan ji biryardayîn û qada siyasî bi dûr dixe. Heta niha jî di hilbijartinên parlamentoyê de rêjeya beşdariya jinan tê diyarkirin, ev jî binpêkirina mafên wan e, ji ber ku eger jin bi awayekî serbest beşdar bibin dê hejmara wan zêdeyî hejmara namzetên zilam bin. Lê belê ji ber hişmendiya civaka me jin li paş mane.
Lubnan dewleta Erebî ya yekemîn e ku tê de jin bûne xwedî mafên dengdayîn û namzetbûnê, ew jî di 1952'yan de bû. Di 1993'yan de jî jin derbasî parlamentoyê bûn, lê belê di qada siyasî de tenê bi nav, bêyî ku tiştekî pratîk hebe, beşdar in. Ji ber wê jî tundiya siyasî li ser wan jî tê kirin, tevî ku jinên Lubnanê xwedî asteke bilind a zanabûn û perwerdeyê ne nexasim ji ber pirrengiya çandî, zimanî, civakî û olî.
Her wiha li Sûriyeyê jî di 1953'yan de jin bûn xwedî mafên dengdayîn û namzetbûnê. Lê hîn jî paşguhkirina rola jinan serdest e û bi dehan qanûnên rewakirina paşguhkirina jinan hene. Mayîna jinan di rêveberiyê de tenê bi nav e û rola siyasî ya jinan di civakê de xurt nake. Bo nimîne qanûna Sûriyeyê ya ku qedexe dike jin nasnameya xwe veguhêze hevjînê xwe yê biyanî yan jî zarokên xwe yên ji wî mêrî. Ev jî nîşan dide ku tundiyeke siyasî ya mezin li ser jinên Sûriyeyê tê meşandin.
Bidawîkirina tundiya siyasî, aborî û civakî ya li ser jinan ji têkoşîna li dijî îdeolojiya gelêrî ya ku bi temamî li şêniyên herêmê kontrol dike, dest pê dike. Di encama vê îdeolojiyê de jin ji biryardayînê tên bidûrxistin û ji cihên pêşengtî û parlamentoyê tên bêparhiştin.
Pergalên niha dîktatoriyeke fikrî, siyasî û aborî didin meşandin, nezaniyê di nav civakan de belav dikin û zilamên ku tenê ji ber ku ew endamên aliyekî ya partiyekê ne erkdar dike, tevî ku ew ne li gorî asta tê xwestin in.
Roleke ragihandina wan pergalan jî heye. Ew tundiya siyasî li ser jinan teşwîq dikin û propagandayeke wiha belav dikin ku jin xwedî rolên qels û derfetên kêm bin. Ji ber wê jî pêwîst e jin asta têkoşîna xwe bilind bikin û rastiya têkoşîna xwe ya dîrokî veguhêzin.
Li aliyekî din, gelek jinên ku doza mafên jinan dikin diyar dikin ku pêwîst e dewlet pergala kota pêk bînin û jin di siyasetê de bên beşdarkirin.
Gelek lêkolînên civakî, siyasî û aborî hene nexasim li Hindistan û rojhilatê Afrîkayê piştrast dikin ku beşdariya siyasî ya jinan rê li ber gendeliya civakan digire, hilberînê zêdetir dike, aramî û ewlehiyê diparêze. Ji ber ku jin bingeha civakê ne û pêwîst e di hemû qadan de beşdar bin û tu carî neyên paşguhkirin. Hin caran jin xwe bi xwe paşguh dikin, ji ber ku ew wiha li gorî adetên kevneperest mezin bûye. Li vir jî pêwîst e jin rola dayika biyolojî di jiyanê de bilîzin û zarokên xwe xwedî bikin, lê di heman demê de pêwîst e di hemû qadan de jî beşdar bin.
Zehmet e civakek ku tê de jin paşguhkirî bin û dûrî siyasetê bin, bi pêş bikeve. Di sûcên şerên çekdarî, tundiya malbatî, binpêkirinên kar ji bo saetên dirêj de herî zêde zirar didin jinan. Mûçeyên jinan di piraniya civakan de ji yên zilaman kêmtir in. Zilam di astên bilind de tên erkdarkirin û mûçeyên bilind ji bo wan tên veqetandin. Ji bo çareserkirina van diyardeyan pêwîstî bi çareserkirina bingeha şaş heye. Ji bo vê jî em nikarin xwe bispêrin desthilatdarên ku rêbaza zayendperestî didin meşandin û tundiyê li civakan dikin, her wiha em nikarin xwe bispêrin pergalan ku ew bi xwe xwe sererast bikin û biryarên têkildarî jinan baştir bikin. Li hember van siyasetên zordest divê qanûnên parastina jinan bên sazkirin û jin di hemû komîte û desteyan de beşdar bibin.
Pêwîst e tevahî jin têkoşîna xwe bidomînin , pergalên siyasî yên niha biguherînin, ji bo beşdariya jinan di tevahî hikumetan de bixebitin û hevsengiyê di siyaseta cîhanê ya ku jin jê hatine bidûrxistin sererast bikin. Derfetên siyasî yên mezin li gel jinan hene, lê ji ber adet û kevneperestiyê ew nikarin bikevin vî warî. Pêwîst e ev bê derbaskirin û jin xwe ferz bikin.
Tevî ku di 50 salên dawîn de hin dewletan qanûn saz kirin ku tê de jin bikarin dengê xwe bi kar bînin, serokan hilbijêrin û namzetiya seroketiyê bikin, lê belê ev qanûn tenê li ser rûpelan man û neketin pratîkê.
Ji ber wê jî, pêwîst e hemû jin xwe li gorî bidestxistina mafên xwe yên siyasî xwe perwerde bikin, ji binpêkirin û sûcên li dijî wan xwe biparêzin û rola peşengtiyê bilîzin. Her wiha divê ew doza pergala hevseroketiyê bikin. Her wiha ew banga ew pergala ku îro di sîstema Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de tê pêkanîn bikin ku bi saya wê jinên hemû pêkhateyan destkeftiyên rastîn bi dest xistin.
(mh)
[1]