=KTML_Bold=Di salvegera Şoreşa ′#Jin# , Jiyan, Azadî′ de têkoşîna jinan di çi astê de ye?=KTML_End=
Hêvîdar XALID
Di 16′ê Îlona 2022′yan de şoreşeke mezin a jinan dest pê kir. Çirûska vê şoreşê bi qetilkirina jineke ciwan a Kurd li paytexta Îran Tehranê ji aliyê ′polîsên exlaqê′ ve pê ket. Hinceta qetilkirina jina Kurd ew e bû baş hîcab li xwe nekiriye.
Ciwana Kurd a bi navê Jîna Emînî ji bajarê Seqizê yê Rojhilatê Kurdistanê serdana xizmên xwe yên li Tehranê kir. Li Tehranê jî ′polîsên exlaqê bi hinceta ku hîcaba xwe baş girênedaye Jînayê digirin û bi dijwarî lê didin. Jîna ji ber lêdanê ji hişê xwe ve diçe û jiyana xwe ji dest dide.
Nûçeya qetilkirina Jîna Emînî wekî pêtên giran bi lez belav bû û wêneyê wê yê dema li nexweşxaneyê bû di medyaya dîjîtal hatin parvekirin. Şopên lêdanê ku li ser bedena Jînayê xuya bûn, piştrast dike ku ji aliyê desthilatê ve lêdan xwariye. Qetilkirina Jîna Emînê ya 22 salî di nava raya giştî, bi taybetî jin, saziyên cuda yên çandî û beş û pêkhateyên gelên Îranê de bû cihê nerazîbûnê. Gel bi girse daketin qadan û bertekên tund nîşanî siyasetên rejîma Îranê dan û li hemberî saziyên wê yên ewlehiyê qêriyan ku binpêkirinên wê yên li dijî azadiyan û kiryarên çewisandinê roj bi roj zêde dibin. Jinan bi dirûşma xwe ya dîrokî ya Jin, Jiyan, Azadî di rêzên pêşîn ên xwepêşandan de cih girtin.
Dirûşma Jin, Jiyan, Azadî ku li ser zimanê tevahî xwepêşandêran e û ketiye dilên wan, beriya niha ji aliyê Jinên Kurd ên Bakurê Kurdistanê, Tirkiye û Rojavayê Kurdistanê hat berzkirin. Ev dirûşma sereke ya xwepêşandanan e û ji tevahî jinên cîhanê re bû îlham. Dirûşma Jin, Jiyan, Azadî bûye jêdera hêz, bawerî, îrade û têkoşîna hevbeş a li hemberî pergala baviksalar a serdest. Felsfeya ′′Jin, Jiyan, Azadî xwe îsbat kir nexşerêya têkoşîna azad a sedsala 21′an e. Ev dirûşm bingeha xwe ji ramanê Rêber Abdullah Ocalan ên der barê jinan de digire.
Belê, jin bi vê dirûşma xwe hîna li eniyên pêş ên cenga azadiyê ne û vê heqîqetê diparêzin. Jinan bi çalakî û mîtîngên xwe diyar kir ku serdema pergala dîktator a desthilatdar û zihniyeta baviksalar êdî divê biqede. Her wiha diyar kirin ku şerê heyî şerê îdeolojiya rasteqîn a ji bo pêkanîna guhertina siyasî li welat e.
Jinên Kurd û yên Îranê yên leheng ji roja yekemîn a tevgera xwepêşandana ve di rêza pêş de têkoşîneke mzin nîşan didin. Di xwepêşandanan de rengên kesekesor hatin gel hev. Ev rengînbûn ji tevlêbûna çand, etnîk û pêkhateyên cuda tê. Jinan, hêz, îradeya azad, îsrara têkoşîna îdeolojîk a li hemberî tevahî binpêkirin û kiryarên li dijî îradeya wan azad, li xwepêşandanan zêde kirine. Tê zanîn ku jinan bi têkoşîna xwe ya domdar îradeya xwe ya azad bi dest xistin. Jin ji ber wêrekiya xwe û ji ber gavên mezin ku diavêjtin, her tim dibin hedefa pergala zilamê serdest ku hemû cûryên tundî û êrişan li ser wan dimeşînin. Lew ra pêwîst e jin bi rê û rêbazên cuda zexama şoreşa xwe ya cîhanî biparêzin.
Desthilata Îran hemû rê û rêbazên xwe xistine dewrê de da ku dawî li xwepêşandanên bi pêşengiya jinan bînin. Bi taybetî jinên xwendekar li hemberî zextên rejîma çewsîner ên li dijî xwepêşandêran rabûn. Li hemberî vê yekê desthilata Îranê xwendekarên jin ên li zanîngehê jehrî kirin û ew girtin. Rejîma desthilatdar bi van zextên xwe rûyê xwe rast ê xwedî pergala baviksalar û binpêkirinên xwe yên li dijî muxalifên xwe nîşan dide. Bi van zextan jî dixwaze tirs û xofê bixe dilê xwepêşandêran. Rejîmên serdest di her sûcekî ku li dijî jinan de ′guneh′ wekî hincetê nîşan didin û her tim jinên têkoşer wekî xetereyekê li ser xwe dibînin, ji ber vê yekê hewl didin têkoşîna wan û hebûna wan ji kokê de rakin û berxwedana wan têk bibin.
Şoreşa jinan a li Îran û Rojhilatê Kurdistanê rêgeha jiyanê ya gelek kesan da guhertin û asoyên berfireh li pêşiya wan vekir. Bangên pêkanîna guhertinên radîkal û rasteqîn di pergala siyasî ya heyî de bi awayekî şênber zêde bûne. Her wiha xebat û têkoşîna ji bo avakirina çanda diyalogn a li ser hîm û bingehên bîrdozî û demokratîk ji her demê bêtir li pêş in, ji ber ku cudahiya nêrînan nayê wateya nakokiyan. Piştî ku jinan dîwarê tirsê şikandin û karîn û xwe birêxistin bikin û helwestên xwe bikin yek pir guhertinên civakî û çandî di nava civaka Îranê de pêk hatin.
Têkoşîna jinên Kurd û yên Îranê ya li hemberî qanûnên desthilata Îranê, bi taybetî qanûnên hîcaba bi zorê, di bingehê xwe de têkoşîna li hemberî tevahî qanûnên ku rejîma serdest li ser jinan ferz dike ye. Di heman demê de têkoşîna ji bo azadiya fikrî, siyasî û derbirînê ye. Mafên rewa bê berxwedan û têkoşînê tên bidestxistin. Jin hêz û dînamîka sereke ya guhertin û veguhertinê ye, ji ber vê yekê jin tenê dikarin azadiya civakê pêk bînin û mîsoger bikin.
Di salvegera şoreşa Jîna, şoreaş Jin, Jiyan, Azadî de, lazim e her kes ji her demê bêtir piştgiriyeke xurt bide xwepêşandanan ku dê bi vê boneya mezin werin lidarxistin û li hemberî siyasetên qedexekirinê bisekinin. Şoreşa azadiyê ya di kesayeta jinê de şoreşa hemû ferdên civakê ye. Ji malzaroka êşan jiyan tê afirandin û ji êşê hêvî çêdibe. Piştî ewqas zilm, koletî û serdestiyê, êdî bila rûyê jinan di qadên têkoşînê de geş û bedew xuya bibin.
Belê têkoşîna jinan gihaştiye qonaxeke girîng. Ji hemû jinan tê xwestin ku kedeke mezintir bidin da ku armanca xwe ya guhertina pergala siyasî ya olperestiyê bi cih werînin. Divê jin ji bo pêkanîna demokrasiyê di civakê de û mîsogerkirina mafên hemûyan bixebitin. Di serî de jin, daxwazeke rasteqîn a gelê Îranê heye ku têkoşîna ji bo afirandina zemîna demorasiyê were domandin da ku hêmanên jiyana bi rûmet, rêgezên hevjiyana azad werin danîn û di encamê de zemîna proseya guhertinê li Îranê were danîn.
Jîna ku wateya navê wê jiyan e, bûye sembola têkoşînê. Bûye ronahiya ku rêya şopdarên azadiyê ronî dike. Şoreşa Jin, Jiyan, Azadî′′, ne tenê li Îranê, di hema demê de li tevahî Rojhilata Navîn rê li ber pêkanîna şoreşa bîrdozî vekir. Şoreşa Jînayê rêya rizgarkirina civakê ji polîtîkayên rejîmên totalîter e ku îradeya gelên azadîxwaz, jiyaneke birûmet û daxwazên jinan kontrol dikin.
(bb)
[1]