Firat Cewerî
Stockholm: 1999
Éditeur : Nûdem
ÇÎROKA MALBATA EVDO
Çîroka Malbata Evdo ji çavkaniya bûyereke rastî hatiye hûnandin. Min di sala 1979an de li welêt dest bi nivîsandina vê çîrokê kir û ew di sala 1981ê de li Swêdê xelas kir. Min heta niha ev çîroka ha li tu derê çap û belav nekiriye, lê min ew mîna rohniya çavên xwe parastiye. Ji ber ku ez yek ji şahidê trajediya gernasên çîrokê me, her ku min ev çîrok xwendiye dilê min ewçend perçe bûye, ez ewçend li ber wan ketime û bîranînên salên buhurî di serê min de ewçend zindî bûne. Ji xwe armanca min bi çapkirina vê çîrokê ew e ku ez gernasên vê çîrokê di bîranînan de zindî bihêlim û rewşa karkerên welêt ya kambax raxim ber çavan.
Bêguman, ger min îro ev çîrok binivîsanda, min ê ew bi celebekî din, bi uslûbeke din a edebî, bi nêrîn û felsefeyeke din binivîsanda, lê ez bawer nakim ku ez ê evqasî realîst nêzîkî mijarê bibûma û dîsan bawer nakim ku min ê bikarîba zimanekî weha zindî û hêsan bi kar bianiya.
Firat Cewerî
Kitabı okuyun: Çîroka Malbata Evdo
Toplam indirme:
1,152 kez
Tüm yazar, çevirmen ve yayıncılardan, kitaplarınız sizin izninizle indirilmediyse, bizimle iletişime geçmenizi rica ediyoruz.
Bu makale (Kurmancî) dilinde yazılmıştır, makaleleri orijinal dilinde açmak için
sembolüne tıklayın!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Bu başlık 7,271 defa görüntülendi
Bu makale hakkında yorumunuzu yazın!