Nivîskar: #Abdusamet Yigit#
Şêwe: Felsefe
Ziman: Kurdî
Dîrok: 2015
Weşanxane: Soran
Rûpel:130
Li ser têgîna estetîsmê , pirtûka nivîskarê kurd Abdusamet Yigit a li ser felsefeya estetîzmê ye. Di destpêka sala 2015an de ji weşanxaneya Soran hat weşandin. Pirtûk, pirtûkeka felsefîkî ye. Felsefeya estetîzmê, di vê pirtûkê de tê nivîsandin. Pirtûk, weke pirtûka ku ast û pîvanên estetîzmê bi felsefeya wê re tînê ser ziman. Nêzîkatîya estetîkî û felsefeya wê, di pirtûkê de tê ser ziman. Mirov, divê ku çawa estetîsmê fahm bike û estetîsm weke ´nirxekê´ çawa ya, pirtûk li ser wê dirawastihê. Di vê çerçoveyê de pirtûk, xwediyê nerîneka bi têgînî a li jîyanê, hewirdor û hebûnên di jîyanê de ya. Pîvan û nirx, darêjk û pêşnûma, aqil û felsefe, çand û hûner, ziman û jîyan, xweşikatî û aqil, weke çend ji wan mijarên ku bi felsefîkî di pirtûkê tên ser ziman in. Nivîskar, di pirtûkê de pirr dirêj li ser têgîn û hebûna ´xweşikatîyê´ û xweşikkirinê disekinê. Di vê çerçoveyê de jî li kevneşopî, çand û hûnerê dinerê û tînê ser ziman. Bi aqilê estetîsmê, mirov çawa bi xweşikatîyê re kevneşopî, çand û hûnerê fahm bike, di vê çerçoveyê de pirtûk, wê perspektifekê bi dîrok û aqilê dîrokê re bide me.