Murathan Mungan
Jînenîgarî
Murathan Mungan di sala 1955a li Stembolê ji dayîk bû û li Mêrdînê mezin bû. Ji aliyê bav de ji malbatek kurd-ereb e. Ji bo ku lawê wî ji ber nasname û koka xwe rastî astengî û çavsorayiyan ji aliyê tirkan û dewleta tirk neyê, bavê Murathan li wî qedexe dikê ku bi kurdî bipeyivê. Bi vê yekê Murathan ji çûkaya xwe de di nav hevûdû qebûlnekirin û berberiya çandî mezin dibê.[1]
Li zanîngeha Enqerê Murathan zanistiya şanoyê dixwînê û li şanoyên dewletê yên Enqere û Stembolê weke Dramaturg kar dikê. Di sala 1980î de yekemîn pirtûk wî a roman tê çapkirin û di 1981ê de jî yekemîn lîstika wî ya şanoyê tê lîstin. Ji hingî ve Murathan zêdetir ji 30 roman, pirtûkên helbestan û pirtûkên çîrokan nivîsnadine û dane çapkirin. Piraniya berhemên Murathan bi zimanê tirkî hatine nîvîsandîn û di van salên dawî hinek ji wan bo zimanên din û bo kurdî jî hatine wergerandin. Yek ji wan wergeran pirtûka helbestan a bi navê Balgîfa Mar e, ku Lal Laleş û Îrfan Amîda amade kirine.
Murathan Mungan xwe eşkere wekî kesekî homoseksûelî tê naskirin.[çavkanî hewce ye] Weke kesekî navdar Murathan vekirî piştgiriya mafê gelê kurd dikê. Di sala 2002a ew yek ji wan kesan bû, ku deklarasyonek ji bo piştgiriya DEHAP'ê destnîşan kir. Li Tirkiyê Murathan êdî weke nîvîskarêkî jîrek tê naskirin, bi taybetî xwendevanên ciwan û lîberal jê hez dikin. Gelek Helbestên wî ji aliyê gelek hunermendên tirk mîna Sezen Aksu, Ajda Pekkan, Nükhet Duru, Mor ve Ötesi, Aylin Aslım, Hümeyra weke gotinên stranan hatine bikaranîn û tên gotin.[1]
Berhem
Osmanlıya dair Hikâyat, 1981
Taziye, 1982
Kum Saati, 1984
Son İstanbul, 1985
Sahtiyan, 1985
Cenk Hikâyeleri, 1986
Kırk Oda, 1987
Lal Masallar, 1989
Eski 45'likler, 1989
Yaz Sinemaları, 1989
Mırıldandıklarım, 1990
Yaz Geçer, 1992
Yaz Geçer - Özel Basım, 1992
Geyikler Lanetler, 1992
Mahmud ile Yezida, 1992
Bir Garip Orhan Veli, 1993
Oda, Poster ve Şeylerin Kederi, 1993
Omayra, 1993
Kaf Dağının Önü, 1994
Metal, 1994
Murathan’95, 1996
Ressamın İkinci Sözleşmesi, 1996
Li Rojhilatê Dilê Min, 1996
Paranın Cinleri, 1997
Başkasının Hayatı, 1997
Dağınık Yatak, 1997
Dört Kişilik Bahçe, 1997
Oyunlar İntiharlar Şarkılar, 1997
Mürekkep Balığı, 1997
Başkalarının Gecesi, 1997
Metinler Kitabı, 1998
Üç Aynalı Kırk Oda, 1999
Doğduğum Yüzyıla Veda, 1999
Meskalin, 2000
Soğuk Büfe, 2001
Çocuklar ve Büyükleri, 2001
Erkekler İçin Divan, 2001
Yüksek Topuklar, 2002
7 Mühür, 2002
Timsah Sokak Şiirleri, 2003
Yabancı Hayvanlar, 2003
Yazıhane, 2003
Çador, 2004
13+1, 2004
Bir Kutu Daha, 2004
Beşpeşe, 2004 ( bi hevkariya Elif Şafak, Pınar Kür, Faruk Ulay, Celil Oker)
Eteğimdeki Taşlar, 2004
Erkeklerin Hikâyeleri, 2004
Kadınlığın 21 Hikâyesi, 2004
Elli Parça, 2005
Söz Vermiş Şarkılar, 2006
Kâğıt Taş Kumaş, 2007
Kullanılmış Biletler, 2007
Büyümenin Türkçe Tarihi, 2007
Yedi Kapılı Kırk Oda, 2007
Dağ (pirtûka helbestan), 2007
Kadından Kentler, 2008
Wergerên kurdî
Li Rojhilatê Dilê Min (1996). Metîs, Stenbol. Ji layê Rûken Bağdu Keskin ve hate wergerandin. ISBN 975-342-131-1
Balgîfa mar / Yılan Yastığı (2007). Lîs, Amed. Ji aliyê Lal Laleş û Îrfan Amîda ve hate wergerandin. ISBN 978-975-6179-45-1