Çîroknivîs Narîman Ûmer Evdikê, di 4ê Nîsana 1988an de li bajarê Serêkaniyê jidayîk bûye. Her sê qonaxên xwendinê ya seretayî, navîn, û amedahî li Serêkaniyê qedandiye. Piştre li Dêrazorê di zanîngeha Firatê de beşa wêjeya erebî xwendiye, lê ji ber rewşa şer bawernameya xwe wernegirtiye.
Ji ber rewşên malbatî û şerê Serêkaniyê koçî Bakurê Kurdistanê kiriye, li bajarê Amedê çar salan jiyan kiriye, û li wir Akademiya Cegerxwîn ya çand û hunerê beşê wêje û ziman xwendiye û bawername wegirtiye.
Di ber re jî şeş mehan perwerdeya pêşdibistan li navenda Kurdîder kiriye, bawernameya wê jî girtiye, û gotarên çandî di kovarên Rewşen û W de belav kiriye.
Piştî qedandina xwendinê vedigere Serêkaniyê û tevlî kar û xebata wêjeya kurdî dibe.Niha endama Komîteya Wêjeya Rojavayê Kurdistanê ye, gelek xebat di warê wêje û lêkolînên wêjeyî û beşê çîrokê de kiriye.
Gelek çîrok nivîsandine, hin ji wan di pirtûkên hevpar de hatine çapkirin û hin di kovaran de jî belav bûn. Çîroknivîs Narîman Evdikê hin xelatên çîrokan wergirtine, ji wan xelata festîvala duyemîn a Ş.Viyan Amara li bajarê Kobanî û festîvala Apo Osman Sebrî ya duwem li bajar Qamişlo.[1]