Danasîna Bajarê Serêkaniyê
Serêkaniyê an jî waşokanî bi erebî jê re tê gotin ''Rasuleyn'' bajarekî ji rojavayê kurdistanê ye. Ji ber ku serêkaniyê xwedî kaniyên cuda cuda lewma bi vê navî tê naskirin. Serêkaniyê 85 KM ji bajarê Hesîkê dûr û 90 KM ji bajarê Qamişlo dûr e. Li gorî serjimêriya sala 2010'an miletên serêkaniyê 80 hezar bûye.
Dîroka serêkaniyê, bajarê kesk û tijî şînkahî û xwediyê warê mîtaniyan ku vedigere 200 sal berî zayînê. Yek ji Bajarê ku mirovahî jê dest pê kiriye serêkaniyê ye. Di serdemên dîrokî de bi gelek navan hatiye naskirin. Di dema romayê de navê bajêr ''RESAINA'' bû, di serdema aramî de ''Gabara'' û di serdema Aşorî de jî ''Gozana''. Ev nav li ser gelek pereyan û tekstan hebû. Paşê bi navê gelekan hatiye naskirin lê niha bi kurdî Serêkaniyê tê naskirin. Di serdema Ebasiyan de herêma Serêkaniyê cihekî girîng di aliyê bazirganiyê de digire.
Serêkaniyê bi kaniyên xwe tên naskirin, berê derdora 360 kanî lê hebû. ava serêkaniyê di Tiltemir, Hesekê û gundewarê wê re derbas dibû. Lê mixabin ji ber sedemên cuda cuda ew kaniyî miçiqî ne. Her wiha gelê serêkaniyê debara xwe li ser çandinî, bazirganî û xwaringehan dikin. Li gundan jî li ser baxçe, zevî û çandiniyê dimonînin. Li gorî şert û êercên aboriya xwe amade dikin û li gor xizanî û derfeta ji tunebûnê hebûnê çêdikin bi taybetî jinên gundan.
Waşûkan, ya ku ji her du peyvên Aş û Kan pêk hatiye, paytexta konfederasyoneke bi hêz û erdnigariyeke berfireh bû.
Waşokan, ji salên 1920 an û pê ve dikeve bin serweriya Frensayê. Piştî ku dewleta Tirkiyê herêma Antakya dagir kir (1937) û Sûrî jî serxwebûna xwe ragehand (1946), Bakûrê Kurdistanê di navbera Tirkiyê û Sûriyê de bi şêweyekî fermî hat parvekirin û bi dirêjiya nêzî 700 km. an, bi sedan gund û navçeyên kurdan ji hev hatin cudakirin. Xeta Tirênê ku di sala 1880 de ji aliyê Almanya ve hatibû çêkirin, sînorê Tirkiyê û Sûriyê pêk dihat. Piştî danîna vî sînorî ji aliyê bakurê kuridtsnê jê re digotin Serxet û ji aliyê rojavayê kurdistanê jî Binxet.
Di dema danîna sînor de wek gelek navçe, bajar û gundan, serêkaniyê jî bû du beş. Serêkaniya Serxetê û Serêkaniya Binxetê.
Her wusa, ew beşê ku di destê tirkan de ma navê wê bû Ceylanpinar, ango kaniya Xezalan. Beşê ku ket bin destê ereban jî, navê wê bû Ras el Eyn. Lê di bîra kurdên rojavayê kurdistanê de û hemû kurdan de navê waşokanî digire ku xwedî navekî dîrokî bi dehan stran û helbest li ser hatine gotin.
Di dawiya sedsala 6'an de bajar du caran hatiye rûxandin. Bajarê serêkaniyê ya ku niha em nas dikin di sala 1878'an de ji nû ve hatiye avakirin.
Di vê herêmê de bi hezar sal in kurd, ereb, asûrî, ermen, çerkes, şîşan, suryan, turkmen û beşek ji êzidî lê dijiyan.
Serêkaniyê, ev bajarê kevnar ku berî dîrokê, ango berî Herodot hebûye û şûnwariya gelek herdaretan kiriye. Ev bajarê ku li navbera Çiyayê Qerejdax û Çiyayê Ebdulezîzê cih digire, bi bax û baxçeyên xwe, bi mêrg û çîmenên xwe, bi kanî û rûbarên xwe berdewam her dem, her car, hatiye dagirkirin û heta bi berdewamiya heta bi karwan û karwaniyên dûr û nêzîk yên bazirgan û bazirganiyê.
Serêkaniyê, di serdema konfederasyona Mîtaniyan de, ango di salên 1500-1250 yên berî zayînê de, bi navê xwe yê resen Waşûkan paytext bû. Hêjayî gotinê ye ku heta bi roja me ya îro jî, di nav gelê kurd de, ev şûnwarê kevnar bi navê Waşûkan tê nasîn û wisa tê bi lêvkirin.[1]