Bi bernama danasîn vê carê em ê li bajarê kobanê bigerin û rasterast berê xwe bidin ew kesayetê veşartî, ew kesayetê ku kêm caran di nava suhbetan de tê qal kirin. Ew Findê ye, ew finda ku gelek caran kêm ronahî daye. Lewma em ê bi vê xelekê bi şexsiyeta findê re rohahiyê li ser ciwanê xwe yên nûhatî re belav bikin.
Findê Findê ew kesayetê rûxweş ku gelekî navdar bû li gel kobaniyan, hezkirîyê xwendin û zanistê, kesayetekî rewşenbîr, wênegir û Xetat bû. Ew bixwe li ser sûretekî xwe yê kesayetî nivîsandiye ku di sala 1935'an de li bajarê Kobanê jidayîk bûye. Findê bixwe bi rewşeke ku di nav malbateke belengaz, perîşanî û xerab de rabûye û mezin bûye. Di sala 1970'î de bawernameya Bekeloriya distîne, piştre di Zanîngeha Libnanê di beşa xwendina Zimanê Erebî de dest bi xwendinê dike. Lê ji ber sedemên tenduristî nikaribû xwendina xwe berdewam bikra. Ew 13 salan li gundewarê kobanê yên mîna Qertel, Qurfilê, Keltê, Mişko, Ce'dê û salekê jî li bajarê Efrînê mamostetî kiriye. Lê ji ber çalakiyên wî yên siyasî û xemxuriya wî ji kurdewariyê re ji aliyê sîstema Baas ve ji mamostetiyê tê fesilkirin. Piştî ku hate fesilkirin berûvajî vê yekê bîtir bi çalakiyên xwe yên siyasî, çand û kurdewariyê ve tê pirtir tê girêdan. Lewma ew dibe sembolek di nav vê tevgeran siyasî û çandî de. her wiha piştre dikaneke xwe yê wênegiriyê û teswîrê vedike û tê de dixebite û navê wê jî dike ''Studiyoya Azadî''. Di wê navberê de bi riya karê xwe, gelek sûretên hunermendan, pakrewanan û nivîskarên kurd çap dikir û bi riya xwe re belavî her derê dikir. Ew di sala 1957'an de, tevlî nava xebatên partiya Hevgirtina Gel dibe ku ew bixwe yek ji damezrênerê tevgerê bû. Ji ber van kirinên wî nêzî bîst caran hatiye girtin. Ew dizewice û heft zarokên wî jê çêdibin jê çar kurd û sê keç in.
Her wiha wî pirtûkxaneyeke ji hejmarek pirtûkên wêjeyî, zanistî, dîrokî û yên cihêreng vekir bi mebesta ku bikare xwendin û zanînê di nava kobanê de belav bike. Wî gelek ji nivîs û xwendinê hez dikir, her tim dixwend û dinivîsand. Li ser lênûskên xwe gelek caran helbest, bîranîn û pexşand nivîsîne. Du berhemên wî yên neçapkirî heye; yek jê bi navê (Wadî Qews Quzeh) ango (Newala Keskesorê) ku li ser kurtejiyana wî bû, mixabin ji ber bêderfetiyan temam nekir û ya din berhemeke wî yê bi navê (Metelokên kurdî) bû ku bi xetên destên xwe nivîsandine. Di parçe helbesteke xwe ya erebî de wiha dibêje:
(ربيع العمر يمضي يل أمتي...... ولم أف لک ما بذمتي)
Helbesteke xwe ya bi navê ''Ey Şehîd'' heye ku çar caran bi awaz hatiye çêkirin, yek jê Baran Kendeş a koma Zêwa li ser xebitî ne. Koma kawa ya li şamê jî bi awaz li ser xebitiyê û Siyamendê Kobanê bi awaz li ser xebitiye. Di vê helbestê de parçeyek jê wiha dibêje:
''Ey Şehîdê pir mezin, tu yî agir tu hesin
Tu birûska li ser dijmin, tu yî xemla doza min
Em pê de dimeşin, ger şehîd bi kêfxweş im
Ji cengê qet natirsin, azadî em dixwazin''
Ew di êvareke bêyom de di dawiya gulana sala 1991'an de bi nexweşiya celtayê diçe ser dilovaniya xwedê. Ji ber bêşandî û derfetiya behremedniya wî di nav qulik û qewêran de ortêmayî dimîne û nikare bi pênûsa xwe bejna helbest, bîranîn û nivîsê bixemlîne. Bi hevaltiya xwe ya diyarker yên wekî (Hecî Bîlal, Mihemed Hebeş, Ebdî Nehsan, Ebdilqadir Qetwan) gelek xuyayî bû. Her wiha di mala kurê wî de sûretekî xwe yê bi Apê mezin, Apê Osman re hate dîtir û gelek sûretên din. Findê wê bi ronahiya xwe mîna sembola hezkirina xwendina di bîra xwendevanan de bimîne[1]