Navê pirtûkê: Kurtejiyana Min
Navê nivîskar: Ekrem Cemil Paşa
Cihê çapkirina pirtûkê: Dîyarbekir
Navê çapxaneyê: Bîr
Sala çapê: 2007
[1]
Ez van bîranînên xwe, li ser daxwaziya hevalên xwe, bi armanceka kurt, welatperwerekî, kurdekî çawa me, di jiyana xwe ya şêst salî de, di vê rêkê de çawa têkoşam, di vê rêkê de çawa pêş ve çûme, ji zaroktiya xwe heta heştêûdu saliya xwe jiyana ku min bi xweşî, êş û caran jî bi azar derbaz kiriye binivîsim.
Ez Diyarbekirî me. Kurê Cemîlpaşazade Qasim Beg im. Roja ji dayikbûna min sala 1891 e. Yanê heştê û du salî me. Dema Cemîl Paşa sala 1902an wexera xwe kir ez. yazdeh salî bûm. Deh mamê min hebûn. Bavê min jî pêk ve yazdeh bira bûn. Bavê min ji nav birayan yê çaremîn bû. Sê xuşkên bavê min hebûn. Bavê min û sê kekê wî li Diyarbekirê xwendibûn. Lê şeş birayên wî amadeyî.