Baran Rizgar an Mehmet F. Önen (1957 Dêrika Çiyayê Mazî) amadekarê ferhengeke kurdî-îngilîzî ye. Ev ferheng û pirtûka bi navê Uygulamalı Kürtçe Dersleri - Dersên Kurdî di sala 1993'an de hatin weşandin. Dûre di 1996an de pirtûka xwe ya Dersên Kurdî bi zimanê Îngîlîzî - Learn Kurdish amade kir û da weşandin.
Baran Rizgar li gel van berheman bi deh salan li Londonê li xwendegehên fermî û komelan mamostetiya zimanê kurdî kiriye, ji bo nasandin, belavkirin û di saziyên fermî de bicihkirina Kurmancî pêşengî kiriye, û wek encama van xebatên wî yên dûdirêj nuha li Brîtanyayê gelek şaredarî û saziyên dewletê di weşanên xwe de cih didin kurmancî û wergêrên kurmancî pêşkêş dikin.
Rizgar li Dêrika Mêrdînê hat dinyayê. Di sala 1988an de ji Tirkiyê derket û li Brîtanyayê bicih bû.
[1]
Berhem:
1. Dersên Kurdî in English
2. Kurdish-English, English-Kurdish Dictionary
3. Uygulamalı Kürtçe Dersleri - Dersên Kurdî