Nasnav: Dilşerda #Semsûr#
Nav û paşnav: Mesût Akyuz
Cihê jidayikbûnê: Semsûr
Navê dê û bav: Kilî - Mûstafa
Dîrok û cihê şehadetê: 16’ê Hezîrana 2022’an / #Amed#
DILŞERDA SEMSÛR
Hevreyê me Dilşerda li gundê Palaş ê Semsûrê ji dayik dibe. Hevreyê me Dilşerda di nava çandeke ku bîra mirovahiyê ye de mezin bû. Dewleta Tirk a qirker her çiqaş xwestibe hevreyê me Dilşerda bi polîtîkayên asîmîlasyonê ji cewherê wî qut bike jî, ji ber kesayeta xwe sade polîtîkayên dijmin zû tegihiştiye û polîtîkayên dijmin pûç kiriye. Hevreyê me Dîlşerda dema di Zanîngeha Egeyê de dixwend, Têkoşîna Azadiya Kurdistanê nas dike. Bi parêzname û felsefeya Rêber Apo re rastiya xwe hin baştir fêm kiriye. Her ku xwendiye û lêkolîn kiriye rastiya gel hin baştir nas kiriye û siyaseta qirkirin ya dijmin hin zêdetir têgihiştiye. Hevreyê me Dilşerda di pêvajoyaa naskirina partiya me PKK’ê de, lêgerîna xwe ya xwe naskirinê hin kurtir dike, ji bo zimanê Kurdi ku zimanê dayîkê ye hin baştir fêr bibe di komeleyên cuda de dest bi perwerdeya zimanê Kurdî kiriye. Her ku dewlemendiya zimanê Kurdî fam kiriye, li dijî qedexeyên bi salan ya li ser zimanê Kurdî hêrs bûye û li dijî dijmin zêdetir bertek nîşan daye. Hevreyê me Dilşerda ku di avabûn û rêveberiya meclîsên tenduristiyê yên di bin sîwana zanîngehê de cih digire, di bingeha xebatên meclîsê de bi dermankirina kesên mazlûm yên ku ji ber zilm û qetliamên çeteyên DAÎŞ’ê birîndar bûne û yên kampan da dijîn, eleqeder bûye. Bi hezkirina mezin ya di dilê xwe de alîkarbûna gelên bindest mîna erka mezin a mirovahiyê dîtiye. Hevreyê me Dilşerda ku di nava vê pêvajoyê de şahidiya hovitiya dij mirovahiyê dike û nakokiyên wî her ku diçe zêde dibe, ji berxwedana Hêzên Azadiyê ya Rojava û partiya me PKK’ê ya li dijî çeteyên DAÎŞ’ê ku ji bo parastina gelê me pêş xistiye bandor bûye.[1]