Li ber dest ferhengeke kurdî-tirkî heye, ferhengeke mezin, tam bi temahî bi ser 224 hezar madeyî zêdetir madeyên kurdî… Em qala Ferhenga Kurdî-Tirkî ya #Zana Farqînî# dikin. Ji bo danasîna vê ferhengê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê kokteyleke danasîna ferhengê saz kir.
Zimanzan Zana Farqî bi dehan salan e li ser ferhengê dixebite. Di destpêka salên 2000’î de ferhenga mezin Ferhenga Kurdî-Tirkî ya wî ji aliyê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ve hatibû derxistin. Niha çapa berfirehkirî ya vê ferhengê hat derxistin û ji bo vê yekê jî li hotêleke li Stenbolê kokteylek hat lidarxistin.
HESÎNA NASNAMEYÊ Û XEBATAN
Di destpêkê de Hevserokên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê #Remziye Alparslan# û #Eyup Subaşi# axivîn û xêrhatin li mêvanan kirin. Dûre amadekarê Ferhengê Zana Farqînî axivî. Farqînî sipasiya mêvanên hatine kokteylê kir û qala destpêka xebata xwe kir, ”Dema em bi xwe bi nasnameya xwe hesiyan me nedizanî pêşiyê me çi kirine, çi xebat kirine. Me dizanî em wekî gel hene, lê me nedizanî pêşiyên me çi xebat kirine, der barê ziman de çi kirine. Mesela haya min jê tune bû Celadet alfabeya latînî çêkiriye. Paşê em bi van tiştan hesiyan.”
BI KEDA SALAN EV BERHEM DERKET
Farqînî got, “Paşê bi saya xweşmêran zemînek xweş çêbû, sazîbûnek çêbû, em jî ji tariyê derketin ketin roniyê” û ev yek lê zêde kir, “Me dît ku yên berê me di van waran de kar û xebat kirine, bi saya van xebatan me karî di vir de hinek bimeşin. Piştî em beşdarî xebatan bûn, zimanê min ji xwe hebû, min wextê xwe da vê xebatê û bi keda salan ev berhem derket holê.”
GELEK MÊVAN HEBÛN
Di kokteyla danasîna ferhengê de nivîskar Faik Bulut, Miraz Ronî, Keremo, Tahir Baykuşak, mamosteya kurdî Ronayî Onen, rojnameger Cemil Oguz, Ferîd Demîrel, Mevlut Oguz, Edîtorê Nûbiharê Suleyman Çevik û Huseyn Zana, Dengbêj Sebrî Agirî,
Serokê avakar ê Komeleya Hezkurdê Suphî Ozen, Serokê Platforma Komeleyên Rojhilat-Başûrê Rojhilat Abdulhakim Daş, Sekreterê Kurd-Kavê Korogulu Karaslan jî têde gelek kes amade bûn.
2648 RÛPEL
Di vê çapa berfirehkirî ya Ferhenga Kurdî-Tirkî de 175 hezar û 358 serê madeyê yên kurdî û 48 hezar û 735 jî berdewamên serê van madeyan cih digirin. Loma jî ev ferheng tevî hev ji 224 hezar madeyî zêdetir pêk tê. Ferheng bi temamî ji 2648 rûpelî pêk tê.
Piştî axaftinan merasima îmzekirina ferhengê li dar ket û Zana Farqînî ji bo mêvanan ferheng îmze kir.
Yên bixwazin dikarin ji Komeleya Lêkolînên Kurdî ferhengê bixazin:
komelekurdi2017@gmail.com
Tel: (0212) 621 8200
[1]