Hunermend #Yûnis Das# vê carê bi albuma xwe “#Henase#” li pêşberî muzîkhezên kurdî ye. Di albumê de 10 stran cih digirin.
Muzîkar Yûnis Das ku wekî solîstê Teq û Reqê dest bi jiyana xwe ya muzîkê ya profesyonel kiri bû bi albuma xwe “Henase” niha gavek din avêt. Albuma ku 28’ê adara 2022’an de derket, yên bixwazin dikarin li ser hemû platformên çi dîjîtal ên muzîkê lê guhdarî bikin.
Qeydên “Henase”yê par li Îzmîrê di 3 mehan de hatine girtin û amade kirin lê ji ber hin pirsgirêkan encax niha xwe gihandin guhdarên xwe. Hemû stranên di albumê de gotin, muzîk û aranjeya wan aîdê Yûnis Das e. Di albuma ku bi soundeke rocka nerm û rocka folk hatiye amadekirin de, di heman demê de guhdar rastî rîtim, qirik û newayên kurdî jî tên. Ji vî alî ve album li dû avakirina sentezekê û hilberîneke xweser e. Di albumê de enstrumanên wekî elektrîk/akustîk/ bass gitar, baterî, saksafon û klarnet hatine bikaranîn.
“GEŞKIRINA BERGEHA MUZÎKA KURDΔ
Das li ser albumê dibêje ku “ez wekî muzîka hemdem an jî bajarî bi nav dikim” û van lê zêde dike, “Di serdemeke ku bal û meyla guhdar û stranbêjên kurd bi piranî bi stranên gelêrî tê gerandin de, pêdivîya herî mezin ew e ku reng û teşeyên nû jî tevlî muzîka kurdî bibin da bergeha muzîka kurdî geştir û çalaktir bibe.”
Yûnis Das bi salan di nav xebatên zimanê kurdî de wekî mamoste, wergêr û berhevkarê folklorê xebitîye û teza xwe ya lîsansa bilind li Zanîngeha Artukluyê di beşa Kurdî de bi navê “Vekolîneke etnomuzîkolojîk li ser Mihemed Arif Cizîrî” pêşkêş kiriye. Ew balê dikişîne ser hêla zimanî ya albumê ku bi vê “henase”ya xwe di heman demê de wî berhemeke zimanî pêşkêş kiriye ku di avakirina albumê de ji hemû van ezmûn û tecrubeyên xwe sûd wergirtîye.
NAVEROKA STRANAN
Li gor gotina Das, mijar û hêmanên stranên wî ji çîrok û serboriyên wî dinizilin. Azadî, Belkî, Çûk û Gul, Dûrî Bûrî, Heçkû, Henase, Kerixîm, Mij û Berf, Tikûtenê, Zerya stranên ku di albumê de ne.
Ji bo yên bixwazin lê guhdarî bikin:
Youtube: https://www.youtube.com/channel/UC5hoN7VwirS0ic6MQWx8fAg
Spotify : https://open.spotify.com/artist/0mfQzWRA9GwGYjqyv3FcON
itunes: https://music.apple.com/tr/artist/y%C3%BBnis-das/1555815786?l=tr
[1]