Ev pirtûk xwendevan û eleqedarên vê beşê dibe navbera salên 1787-1887’an û mînakên ji wê demê pêşkêşî wan dike.
Em qala pirtûka nivîskar Raif Yaman dikin. Yaman bi navê ‘Fonemên kurdî ên kurdolog û seyyahên rojavayî’ pirtûkek li ser sedsaleke amade kir û pirtûk ji #Weşanxaneya Nûbihar#ê derket. Yaman di pirtûkê de li ser kurdolog û seyyahên di navbera salên 1787-1887’an de li ser kurdî û kurdan xebitîne disekine, metnên wan digire dest, orjînala wan, transkrîpsiyona metnê û paşê jî kurdiya wê ya îro belav dike. Wî, nivîsên wan ên kurdî ji pirtûk û gotarên wan ku weşiyane tespît kirine, ji wir girtine û bi vî awayî li ser xebitiye.
Nivîskar Raif Yaman, van kurdolog û seyahan dike du beş ku beşek jê “#Kurdolog#ên bi temamî yan jî bi giranî li ser etîmolojiya peyvên kurdî xebitîne” û beşek jî “Kurdologên li ser gramer, leksîkografya, edebiyat, folklor û muzîka kurdî xebitîne”. Yaman ligel xebata wan, kurtejiyana wan jî di pirtûkê de rêz kiriye. Bi temamî di pirtûkê de xebatên 11 kurdolog û 6 seyyahan hatine bi cih kirin.
Nivîskar Yaman li ser armanca pirtûkê van gotinan tîne ziman, “Heta nuka di nav kurdên bakurî de kêm kesî xebatek fonolojîk a bi pîvanên lînguîstîk li ser fonemên kurdî ên van kurdologan pêk aniye. Ev ji bo me kêmasiyeke mezin bû. Me xwest em bi vê xebatê hêjatiya karên fîllolojîk ên kurdolog, lînguîstên kurdan bidin nasîn da ku di karên xwe ên akademîk de zêdetir jê kelk bigirin. Ji bo em bikaribin bi berfirehî li ser vî karî bixebitin me ev xebat bi sedsala pêşîn a kurdolojiyê (1787-1887) bi sînor kir.” Ji vê wisa diyar e ew dê vê xebatê bidomîne. Xebata niha ji wê sedsalê mînakên girîng radixe ber çavan.
Raif Yaman kî ye?
Nivîskar Raif Yaman di sala 1967’an de li gundê Gomaîgê ya Erxeniya Amedê hatiye dinê. Li Enxereyê li Fakulteya Ziman û Tarîx û Cografyayê Fîllolojiya Fransizî xwendiye. Di salên 90’ê de demek li Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê de di rêveberî de cih girtiye, di kovarên Rewşen û Zendê de xebatên wî derketine. Li Mêrdînê li Zanîngeha Artûklûyê li ser kultur û zimanê kurdî lîsansa master kiriye. Berî vê bi navê “Xewna Avê” û “Şevên Payîzê” du pirtûkên wî derketine. Ew niha edîtoriya kovara Philosophiayê dike.
- Fonemên kurdî ên kurdolog û seyyahên rojavayî / Raif Yaman / Nûbihar / 136 rûpel /Lêkolîn / 2022
[1]
Bu kaydın içeriğinden Kurdipedia sorumlu değildir, kayıt sahibi sorumludur. Arşiv amaçlı kaydettik.
Bu makale (Kurmancî) dilinde yazılmıştır, makaleleri orijinal dilinde açmak için
sembolüne tıklayın!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Bu başlık 2,542 defa görüntülendi
Bu makale hakkında yorumunuzu yazın!