Welat Bakurê Kurdistanê
Dûgel Tirkiye
Parêzgeh Diyarbekir (parêzgeh)
Serbajar Şankuş
Hejmara nahiyan 1 nahiye
Hejmara bajarokan 2 bajarok
Hejmara gundan 37 gund
Gelhe (2008) 13.837 kes
Rûerd 489 km2
Berbelavî 28,3 kes/km2
Bajarê navendî
Gelhe (2008) 2.781 kes
Koordînat 38°12′43″Bk 39°17′14″Rh
Bilindayî 990 m
Koda postayê 21870
Koda telefonê (+90) 412
Şankuş an jî Çinguş (1928: جونكوز / Tchuneguch (Çunguş), 1946: Cüngüş/Çüngüş, bi tirkî: Çüngüş) navçeyeke #Amed#ê ye. Di sala 1953'an de bûye navçe. 117 km dûrî Amedê ye. 37 gund û 32 mezre girêdayî navçeyê ne. Rûber 489 km², bilindahî ji rûyê avê 550 - 2.200 m ye. Gorî hejmartinên sala 2000'î hejmara navendê 4.713 û bi giştî jî 15.308 e. Gel ji xeynî karmendên dewletê ji kurdan pêk tê.
Axa navçeyê ji bo çandiniyê û xwedîkirina ajalan bikêr nîne. Hemî daristanên mayî hatine rûxandin. Gelê herêmê xizan e. Bendava Qereqeyayê (Karakaya) di axa navçeyê de ye û salê 9 mîlyar KWh hilberîna elektrîkê dike. Dewleta Tirk elektrîkê difiroşe welatên cîran[çavkanî hewce ye]. Li navçeyê gel ji tunebûna elektrîkê, bêkarî û xizaniyê gilîdar e.[1]