Di panela li Girê Legê de tecrîda li ser rêber Abdullah #Ocalan# û êrişên kîmyewî yên li dijî gerîla hatin şermezarkirin û hate gotin ku ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan divê têkoşîn bê xurtkirin.
Kongra Star li navçeya Girkê Legê ya kantona #Qamişlo#yê têkildarî tecrîda girankirî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan û bikaranîna çekên kîmyewî ji hêla dagirkeriya Tirk ve li dijî gerîla li Herêmên Parastinê yên Medyayê, panelek li dar xist.
Panel li hola Sendîkaya Kedkaran a li bajarokê Rimêlan hate lidarxistin û endamên komîn, Kongra Star û şêniyên Girkê Legê beşdarê bûn.
Di panelê de beşdaran li beşeke Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk a rêber Abdullah Ocalan guhdarî kir.
Beşdaran tecrîda girankirî û qedexekirina hevdîtina parêzer û malbatê bi rêber Ocalan re şermezar kir ku herî dawî di 25′ê Adara 2021`yan de birayê rêber Ocalan, Mihemed Ocalan 5 deqeyan bi telefonê bi birayê xwe re axivîbû û telefon haitbû qutkirin.
Beşdaran diyar kir ku lidarxistina meş, civîn, çalakiyên protestoyê têrê nakin ku rêber Ocalan bi fîzîkî rizgar bibe û got: Divê em kar û xebatê xwe bi dilsozî bikin, hevgirtin û yekitiya xwe xurt bikin, têkoşîn û berxwedanê ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan bilind bikin. Ji ber ku di vê qonaxa hestiyar de ev pêdiviyeke girîng e.
Panel bi dirûşmên silavkirina berxwedana rêber Ocalan bi dawî bû.[1]
Bu kaydın içeriğinden Kurdipedia sorumlu değildir, kayıt sahibi sorumludur. Arşiv amaçlı kaydettik.
Bu makale (Kurmancî) dilinde yazılmıştır, makaleleri orijinal dilinde açmak için
sembolüne tıklayın!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Bu başlık 2,655 defa görüntülendi
Bu makale hakkında yorumunuzu yazın!