Hunermend, dengbêj û awazvanê Kurd ê navdar ku bi deng û qirika xwe ya sofiyane xwe ber dide kûrahiya dilê mirovan û cihekî taybet di nav guhdarên xwe de digire em ê bi we bidin naskirin. Ew hunermendê bi nav û deng #Reşîd Sofî# ye.
Ew di biçûkaniya xwe de bi lorîkên dayîkên xwe mezin bûye.
Ew di 23'ê nîsana sala 1953'an de li bajarê #Kobanî# ji dayîk dibe. Mirov dikare bêje ku bavê Reşîd Sofî ye ji avakarên bajarên Kobanî ye, çiku wî di dema xwe di sala 1936'an de bi bo Bozan Begê re mizgeftek lêkiriye. Gava ku ew hîn di pênc saliya xwe de têgihîştin û asoyên wî berfirehtir, her wiha ew di demeke wisa mezin bûye, wê demê ermenî lê hebûn, ji xwe wî salekê di dibistana ermeniyan de xwendiye. Ji ber van behremendiya xwe ya hunerî bala mamosteyên wî kişandiye. Lewma mamosteyên wî ji bo vê yekê pişgiriya hunerî jê re nîşan didan.
Di 7 saliya xwe de bi pişgiriya mamosteya xwe li peymangeha Helebê Teratîlan dibêje. Li kobaniyê gava ku dibistana seretayî dixwend, di dersên olî de her demê quran dixwend, hemû mamoste bi dengê wî yê sofiyane matmayî diman û dengê wî guhdarî dikirin.
Bavê Reşîd sofî di nava bajarê Kobanî de xwedî cihekî girîng digir, dersên quranê, fiqhê, tewhîd û hwd, ango perwerdehiya olî dida. Van egeran gelekî bandor li binhişê wî kirin û li ser wê yekê gelek stranên sofiyane yên mîna ''Xweziya hêvî, Çûme ber çemê êvarê, meynenoşê'' û hwd strane. Ji wan çaxan ve êdî wî xwe di warê hunera mûzîkê de dît û tê re meşiya.
Wî li ber destên mamosteyên bijarte perwerdeya xwe dîtiye, û kariye gelek gava zûtir bavêje û hemû meyl û jiyana wî êdî dibe mûzîk. Di temenê xwe yê mûzîkê gelek êşê dikşand ku dibû sedemê bi zehmetî xwe li notayên mûzîkê perwerde bike, çiku bavê wî li ser mesela mûzîkê red dikir, wî jî bi dizî xwe perwerde dikir. Piştî ku dît çare jê tune, êdî dev jê berda.
Her wiha di aliyê teorî de gelek serê xwe di warê mûzîkê de êşad, çi pirtûk û çavkaniyên li ser mûzîkê hebûna dişopand û dixwend. Amûra wî ya herî sereke û jê hez dikir Ûd bû. Ji ber van zanyariyên wî gelek caran tişt di notayên mûzîkê de afirandine ku îro di hunera mûzkê de dengvedane. Bo nimûne meqama Ecem kurd ji strana xwe ya bi navê meynenoşê re hilbijartiye û straye.
Wî nedixwest stranên wî bişibin yên beriya xwe, lewma bi awayekî kûr li ser meqamam fikiriya û di stranên wî de bi çar-pênc meqamên cuda bi hev re tê re dihatin bikaranîn.
Reşîd Sofî niha zewicî ye û li bajarê kobanî jiyana xwe berdewam dike.[1]