$Mamoste û rojnemevana Kurd Cûdî Elî$
Rojnemevana kurdî Cûdî Elî di sala 25.09.1996'an de li bajarê #Kobanî#yê ji dayîk bûye. Heta reha nehan xwendiye, lê ji ber şert û mercên şoreşa Rojavayê Kurdistanê wê nekariye xwendina xwe berdewam bike. Lê ji ber eşq û kelejana wê ji zimanê kurdî, hîna ji beriya şoreşê ve di malan bi dizî zimanê kurdî dixwend.
Di sala 2010'an de cihê xwe di koma dîlanê ya raperîn a cîwanan de girt û sê salan di komê de kar kir û di sala 2011'an de dest bi xebata nava ciwanên şoreşer kir. Bi destpêkirina Şoreşa Rojavayê Kurdistanê û vekirina navendên saziya ziman û cihên perwerdeyê êdî bi awayekî eşkere dest bi xwendina zimanê Kurdî û astên ziman kir Kurdî kir.
Piştî qedandina asta yekemîn ji pirtûka Hînker, û derbasbûna asta duyemîn û sêyemîn wê jî wek mamosteyên destpêkê yên zimanê Kurdî dest bi dayîna perwerdeyê kir. Di vê qadê de xebatên wê firehtir bû hem wek mamoste û hem jî wek xebatkar di Saziya Zimanê Kurdî SZK’ê de li Kobanê kar kir. Wê gave wê hem xebatên ciwana û hem jî xebata perwerdeyê bi hev re kir. Her wiha tevlî dewreya perwerdeyê ya mamosteya li akademiya şehîd Viyan Amara jî bûm. Ev xebata wê di vê qadê de heya sala 2015’an berdewam kir.
Di Sala 2015’an jî bi riya qada perwerdeyê ew û çend mamosteyan bi hev re tevlî akademiya zanistên civakî ya Mezopotamiya ya li Qamişloyê bûn û li wir nêzî salekê me beşa Siyaseta Demokratîk de xwand.
Piştî derçûna wan ji akademiyê de, di sala 2017’an ew derbasî qada ragihandinê bû û cihê xwe di televzyona Ronahî Tv de girt. Di vê qadê de jî weke nûçegihan dest bi kar kir.
Sala 2019’an jî jiyanek xwe ya malbatî ava kir û keçkeke wê heye. Hîna jî di Ronahî Tv de weke nûçegihan kar dike.[1]