Navê pirtûkê: Serdema Qazîmazî (Mêrê ku li terîya xwe digere)
Navê nivîskar: #Helîm Yûsiv#
Cihê çapkirina pirtûkê: Kobanî
Navê çapxaneyê: weşanên AVA
Sala çapê: 2021
Edîtorî: Raman Ehmed
Redektorî: Şêrzad Besrawî
Bergsazî: Enterê Şewo
Rûpelsazî: Ferîd Mîtan
Pirtûka Serdema Qazîmazî.... Mêrê ku li terîya xwe digere ya nivîskarê kurd Helîm Yûsiv ji nav weşanên AVAyê derket.
Çîrokên vê pirtûkê berê xwe didin qonaxa herî hestîyar ya ku Sûrîyê û rojavayê Kurdistanê tê ra derbasdibe. Qazîmazî berî ku kêzikeke xweşik û rengînî be, bi xwequlipandinê tê naskirin.
Kesên van çîrokan pir nêzîkî me ne, ji nav me ne. Carinan mirov dibê qey behsa hinekan dibe ku mirov wan baş nas dike, lê di heman demê da kesên xeyalî ne, wekî mirov ew di xewnekê da dîtibin.
Nivîskar di çîrokên vê berhema xwe da bi temamî pala xwe dide ketwarîya rewşa welatê xwe, lê bi wê xeta xwe ya suryalî ra jî dilsoz dimîne.
Xeyal û rastî bi hev ra dimeşin, geh ji hev dûr dikevin û geh jî ew tayê di navbera wan da diqete û herdu tevlihev dibin. Bi vê tevlihevbûnê ra çîrokine weha têne hûnandin, ku hem mirov ji xwendina wan têr nabe û hem jî bi her awayî xweşikî û spehîbûneke cêwaz diparêzin.[1]