$Agahiyên şehîd:$
Nav paşnav: Ahmet Gezer
Nasnav: Botan Amed
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Ayfer-Haci
Dem û cihê şehadetê: 22-03-2018/ Qendîl
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêyê me Botan li navçeya Baglarê ya Amedê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû û di nava serhildanên dijî dijmin de mezin bû. Mîna ciwanên Amedê hemûyan rastiya dijmin ji nêz ve nas kir û di dema herî dijwar a têkoşînê de, di nava şert û mercên ku dewleta Tirk a qirker hewl dida bi polîtîkayên şerê taybet ciwanên Kurd têk bibe, îradeyeke mezin nîşan da û tevlî nava refên gerîla bû. Bi tevlîbûna li nava refên gerîla dît ku warê wî çiya ye û bi vê coş û moralê tevlî karên şoreşê bû. Hevrêyê me Botan bi perwerdeya partiyê bi xwe re kete nava şert, bandora modernîteya kapîtalîst a li ser xwe yek bi yek ji holê rakir. Her ku bandora sîstemê ji ser xwe avêt, bêhtir xwe gihand cewhera xwe. Bi kesayetiya xwe ya kedkar, dilnizm û bi sekna xwe ya leşkerî bû mînak ji hevrêyên xwe hemûyan re.
[1]
Bu makale (Kurmancî) dilinde yazılmıştır, makaleleri orijinal dilinde açmak için
sembolüne tıklayın!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Bu başlık 484 defa görüntülendi
Bu makale hakkında yorumunuzu yazın!