Nav û Paşnav Norşîn Salih
Dîroka ji dayikbûnê: 01-01-2000
Cihê jidayîkbûnê: Til-Temir
Hunermenda kurd a ciwan di dîroka 01-01-2000'î de li bajarokê Tiltemirê jidadyîkbûye, lê bi xwe eslê xwe ji bajarê Kobaniyê ye. Xwendina xwe ya seretayî û navîn diqedîne, lê ji ber şert û mercên şer û aloziya li sûriyayê xwendina xwe temam nekir. Wê li navenda Çand û Hunera Baqî Xido dest bi mûzîkê kir, ne tenê di warê mûzîkê de cihê xwe di warê govendên folklorî de jî digirt. Li wê navendê fêrî tiştên destpêkî yên mûzîkê bûbû mîna dersên deng (Solfêc), Stranên condition (Vekirina masûlkeyên rû qirik), Diyafram (Rêbazên bikarnîna nefesê), fêrbûna stranbêjiyê û amûra gîtarê.
Ew di salên 2010 – 2014'an de beşdarî gelek konsertên civakî bûye. Her demê helwesta ew bûye ku di warê zanitî û akademîk de xwe bêhtir pêş bixîne. Di sala 2014'an dema şerê kobaniyê de bi malbata xwe re koçberî Bakurê Kurdistanê dibe. Li bajarê Amedê li konservatuara muzîkê ya kurdî a bi Navê Aram tîgran dest bi xwendina muzîkê dike. Di rêwîtîya xwendinêde dest bi kemançeya Rojhilatî dike di bin destê mamosteyeke rojhilatî fêrî amûra kemançeyê dibe. Ji ber s'stema kemançeyê nêzî a kemanê ye, êdî wê xwe fêr herdû amûran dikir . piştî qedandina xwendinê bi çar salan , di sal 2019'an de vegeriya Rojavayê kurdistanê û li bajarê kobanî û li Qamişloyê dest bi mamostetiya perwerdehiya muzîkê kir . Li rex karê mûzîkê gelek caran akterî kiriye û di filman de rol lîstiye, bo nimûne di filma ''Tava Sor'' akterî kiriye.
Hunermenda kurd Nûrşîn Salih di dîroka 08-12-2022'an de berê xwe dide Başûrê Kurdistanê da ku li wir xwendina xwe berdewam bike, mebest û armanca wê ew e ku bi her çar parçeyên kurdistanê û mûzîka wan nas bike.
Çavkanî: Hevpeyvîna bi hunermenda Ciwan Nûrşîn Salih re.[1]